Ji ‘herêma ewle’ ber bi qeyûman ve

Eyşe Hiso: Demeke ku dewleta Tirk ‘herêma ewle’ xistibû rojeva xwe, tayînkirina qeyûman ne tesadûf e. ‘Herêma ewle’ ne wekî daxwazên dewleta Tirk bi rê ve çû. Ji ber wê dewleta Tirk dîsa zivirî nav siyaseta xwe ya hundir û qeyûm anîn.

MÛRADA KENDA/ŞÎNDA EKREM / ANHA /QAMIŞLO

Bi biryara rejîma AKP-MHP´ê wezîrê karê hundir ê dewleta Tirk a dagirker qeyûm tayinî şaredariyên HDP’ê yên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Piştî tayîna qeyûman gelê Bakurê Kurdistanê daket qadan û li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide. Her wiha partiyên siyasî yên li Tirkiyê jî li hemberî qeyûman helwestên xwe diyar kirin. Têkildarî desteserkirina şaredariyan hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso peyivî.

Eyşê tayînkirina qeyûman bi siyaseta derve ya dewleta Tirk ve girê da û got: “Siyaseta dewleta Tirk di hundir de îflas dike. Ev îflas di hilbijartinên Stenbolê de gelekî diyar bû. Faşîzma dewleta Tirk gihîştiye asta herî bilind. Bi wan şêwazan dewleta Tirk dengê gel esas nagire. Divê helwesta gelên li Tirkiyê xeta demokrasî be û derkeve holê. Pergala AKP li ser neteweperestiyê xwe mezin dike.”

Dîsa zivirî siyaseta xwe ya hundir

Eyşê di dewama axaftina xwe de li ser israra dewleta Tirk a ji bo herêmên ewle jî got: ”Dimeke ku dewleta  Tirk ‘herêma ewle’ xistibû rojeva xwe, tayînkirina qeyûman ne tesadûf e. Mijara ‘herêma ewle’ ne wekî daxwazên dewleta Tirk bi rê ve çû. Ji ber wê dewleta Tirk dîsa zivirî nav siyaseta xwe ya hundir û qeyûm anîn. Di hundir de îflas dike, li derve destwerdana xwe zêde dike. Hebûna dewleta Tirk bi giştî herêmên ku di bin navê Mertalê Firatê de xwe mayînde kiriye, destwerdaneke gelekî mezin e. Ketina wê ya Lîbyayê, piştgiriya wan ji komên çeteyan re, êrişên li ser Başûrê Kurdistanê encama daxwaza xurtkirina siyaseta xeta hundirîn e.”

Guherîn û veguherîn pêwîst e

Eyşê bal kişand ser pêwîstiya guherîn û vegûherîna di hundirê Sûriyê de û got: “Di sedsala 21’emîn de mêjiyê AKP’ê yê dewleta Osmanî ye. Dewleta Tirk bi navê ‘îslama nerm’ dixwaze hişmendiya dewleta Osmanî û Misakî Millî vegerîne. Berovajî vê dewleta Tirk nûnerê xeta îslama herî radîkal û hişk dike. Sîstema dewleta Tirk ketiye nav krîza harbûnê û ev krîz jî destpêkirina hilweşandina dewleta Tirk e. Di asta navneteweyî de dewleta Tirk hemû girîngiya xwe ji dest daye û wek alîgirê DAIŞ’ê tê pênasekirin.”

Siyaseta hundir û derve îflas kir

Dewleta Tirk bûye wekî agir û bombê wê çi teqînê bi xwe re bîne ne diyar e. Siyaseta dewleta Tirk di Sûriyê de îflas kir. Dewleta Tirk ku serkêşiya Astanayê dikir, herêma bêçek ava kir.  Niha li Idlibê asê maye, ne dikare xalên Astanayê pêk bînê, ne jî dikare komên çeteyan kom bike ku projeya xwe bi wan bide meşandin. Idlib ji bo dewleta Tirk wê teqîneke mezin bîne.”

Rêya çareseriyê Îmraliyê ye

Eyşê di dawî de bal kişand ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; Rêya çareseriya pirsgirek û demokrasiyê li Îmralî ye. Xitimîna dewleta Tirk nahelê ku çareseriyek bê danîn. Di xeta herikandina xwînê û şer de dewleta Tirk bi israr e. Li dijî van kiryarên dewleta Tirk çareserî Îmralî ye. Biryara kûrkirina xeta şer daye. Ger rêya diyalogê esas neyê girtin wê dawiya Tirkiyê bê”

Yazarın diğer yazıları

    None Found