Ji Hesarê heta bi Swêdê Cegerxwîn

Tîp û lekên kurd ketin zinaran 

Li hawîr bumba bû gullebaran 

Êrîş dibin der komên neyaran 

De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Dijmin naçî der bi lav û gazê 

Xwînê nerêjî naghê daxwazê 

Siba diçim şer divêm tu razê 

De rabe ser xwe, kurê min rabe! 

Mirovperestim mîna Cigerxwîn 

Serbest bijîn tev, ne wek `Mem` û `Zîn` 

Jîna serbestî, divê me ev jîn 

De rabe ser xwe, kurê min rabe!*

Cegerê ku her tim bixwîne, helbestvanê mezin Cegerxwînê kurdperwer her sal di salvegera xwe de bi helbestên xwe û li ser gora tê bibîranîn. Lê îsal ji ber êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên 9´ê Cotmehê destpêkirî serdanên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê ên gora Cergerxwîn hatin betalkirin.

Cegerxwîn (Şêxmûs Hesen) sala 1903’an li gundê Hesarê yê ser bi Kercosê ji dayik bûye. Ji 11 xwişk û birayan tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya.

Sala 1918´an bavê wî Hesen li bajarê Amûdê wefat kir. Sala 1919’an li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî li pey bavê wî bi salekê koça dawî kir. Cegerxwîn piştre demekê li cem xwişk û birayê xwe ma.

Sala 1920´an ew çûye medreseyê û piştî fiqihtiyê bûye mele. Çend salan li ser hev li Rojava, Başûr û Rojhilat her wiha Iraq û Îranê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye.

Sala 1927’an bi keça xalê xwe re bi Kehla Selîma ji Hesarê re dizewice û li Amûdê bi cîh dibe. Sala 1928’an piştî wergirtina îcazeya xwe, bû melayê gundê Hazda Jorî û heman salê wî dîwana xwe ya yekê jî nivîsiye. Salên 1937-1938’an, Cegerxwîn û hevalên xwe Komeleyeke bi navê Ciwan Kurd li bajarê Amûdê ji xortên Kurd re vekirin û komeleya wan gelek berepêş ve diçû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan, Fransiyan ew komele girt.

Sala 1946’an Cegerxwîn mala xwe ji gund guheztiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz wek serok tê hilbijartên û Cegerxwîn jî wek sekreter tê hilbijartin.

Sala 1948’an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûriyê. Sala 1949’an cara yekê Cegerxwîn hat girtin. Sala 1950’î de Cegerxwîn dikeve Civata Aştîxwazên Sûriyê û di hundirê wê de kar dike. Sala 1954’an Cegerxwîn ji hêla komunîstan ve bû namzedê parlamena Sûriyê.

Sala 1957’an Cegerxwîn û hevalên wî rêxistina Azadî saz kir û piştî demekê Cegerxwîn û hevalên xwe bi Partiya Demoqratî Kurdî re bûn yek. Sala 1959’an Cegerxwîn oena xwe digihîne Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê Kurmancî li Zanîngeha Bexdayê beşê Kurdî de.

Sala 1962’an hikûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Rojavayê Kurdistanê. Cegerxwîn tê girtin û piştî demeke kin tê berdan. Sala 1963’an Cegerxwîn dîsa tê girtin û wî dixin Zindana Mezê ya li bajarê Şamê. Piştî ku wî berdidin jî wî mişextî bajarê Siweyda yê Durziyan dikin.

Sala 1969’an Cegerxwîn diçe Başûrê Kurdistanî nav şoreşa Kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne. Sala 1970´yî Cegerxwîn ji Başûrê Kurdistanê vedigere Rojava.

Sala 1973’an Cegerxwîn neçar dibe pena xwe digihîne Libnanê û dîwana xwe ya sisiyan bi navê KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike. Sala 1976’an Cegerxwîn careke dîn vedigere Rojava û heta 1979´an li Qamişlo dimîne.

Sala 1979’an Cegerxwîn pena xwe digihîne Swêdê û 22´yê Cotmeha 1984´an li Stockholmê wefat dike.

Wî 21 berhemên çapkirrî li pey xwe ji bo pirtûkxaneya Kurdî hiştin; li pey wî 31 berhemên hîna nehatine çapkirin jî mane.

Li ser daxwaza wî, di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişlo yê hatiye veşartin.

* Ji helbesta Azadîxwaz im a Cegerxwîn 3 ferda ne.

Yazarın diğer yazıları