Ji KONGRA GEL peyama sersaxiyê

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, ji ber wefata dostê Kurd akademîsyen û nivîskarê navdar Dr. Delcho Balabanov, sersaxî ji gelê Bûlgar re xwest.

Di peyama sersaxiyê de hate gotin, “Dostê Tevgera Azadiya gelê Kurd, akadamîsyen û nivîskarê nav û deng Birêz Delcho Balabanov roja 23.12.2016 çû li ser dilovaniya xwe. Gelê Kurd dostekî xwe yê pir mezin winda kir. Em pir xemgîn in. Di serî de ji bo malbata wî, dostên wî û ji gelê Bûlgar re sersaxiyê dixwazin. Birêz Ocalan qiymeteke pir mezin dida Birêz Balabanov. Birêz Balabanov  ji bo gelê Kurd û Tevgera me, dostekî cîhê wî nayê tijîkirin e. Em wî ji bîr nakin. Em ê wî her tim di tekoşîna xwe û di jiyana gelê Kurd de bidin jiyîn.

Li ser vê esasê em careke din ji bo malbat, dost û heskiriyê wî sersaxiyê dixwazin, êşa wan parvedikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.” 

BRUKSEL

Yazarın diğer yazıları

    None Found