Ji Kurd-Akad UK banga yekîtiyê

ALADDÎN SÎNAYÎÇ / LONDON

Kurd-Akad UK piştî xebatên damezrandinê yên salekê dawiya hefteya bihurî bi kongreyê damezrandina xwe ragihand. Di kongreya li zanîngeha SOAS´ê ya li paytexta Ingilîstanê Londonê de ji çar parçeyên Kurdistanê akademisyen û mezûnên akademiyê beşdar bûn û banga yekîtiya neteweyî kirin.

Tora Akademisyen û Xwedîpîşeyên Kurd li Brîtanyayê (Kurd-Akad UK) kongreya xwe ya damezrandinê bi beşdariya qederê 200 kesî kir. Dr. Mayre Kaya û Dr. Shiko Rasûl kongre bi rê ve bir. Rêveberên Kurd-Akadê Ahmet Kara û Mithat Îshak jî li ser armancên xwe gotar pêşkêş kirin. Piştre siyasetvan Osman Baydemir, lêkolîner Rebwar Fetah, seroka rêxistina jinan a bi navê IKRWO Diana Nami jî ji kongreyê re peyivîn. Ji Zanîngeha Rojava jî Rohan Mistefa bi skypeê beşdarî kongreyê bû û agahiyên li ser xebatên akademîk ên li Rojava dan.

Hem axaftinên dema kongreyê û hem jî peyamên dan rojnameya me hemû li ser yekîtiya neteweyî bûn.

Ji bo xizmeta gelê Kurd

Ji rêveberên Kurd-Akad UK´yê  Dr. Ahmet Kara (ji Zanîngeha Oxfordê) got, “Armanca me ew e ku em akademîsyen û xwedîpîşeyên Kurd bînin ba hev û bikin ku di navbera wan de toreke alîkariyê, piştgiriyê ava bibe. Û piştre jî em potansiyeka derkeve holê ji bo xizmetkirina ji miletê Kurd re bi kar bînin.

Em dixwazin ji parçeyên Kurdistanê hemûyan akademîsyenên ji bîrûbaweriyên cihê bînin cem hev û di warê dîplomasiyê de jî destekê bidin miletê Kurd.”

Em ê destekê bidin Rojava

Ji rêveberên Kurd-Akad UK´yê huqûqzan û akademîsyen Azad Dewanî jî êrişên li dijî Rojava bi bîr xistin û got, “Kurd-Akad ne avahiyeke partîzanî ye, armanca wê xizmetkiriya ji miletê Kurd re ye. Zanîngehên li Rojava ji ber êriş û dagirkeriyê di rewşeke pirr zehmet de ne û divê em ji xwe bipirsin ka em akademîsyenên li Ewrûpa çawa dikarin ji wan re bibin pişt. Em rastiya dagirkeriya qirker bi zimanekî munasib û akademîk çawa dikarin bigihînin raya giştî ya cihanê jî ji wan pirsan e ku em ji xwe dikin.”

Platformek ji bo akademiya li ser Kurdan

Ji rêveberên Kurd-Akad UK´yê Neşe Kayacan jî îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî dike û dibêje, “Heta hin partiyên Kurd hin bang kirin û hewl dan ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan. Lê di pratîkê de ti pêşketin xuya nake. Li Brîtanyayê em eşkere dibînin, di nava milet de îradeyeke mezin a yekîtiya neteweyî heye. Kurd-Akad jî ji vê îradeyê peyde dibe. Herçî ev mesele ye, em tevî pirrengîbûna xwe û cihêtiyên di navbera xwe de li gorî bîreweriya girîngiya heyatî ya yekîtiya neteweyî radibin û rûdinin.”

Rêveberê Kurd-Akadê Dr. Cengiz Guneş jî bi bîr xist ku heta niha bi pirranî karê akademîk ê li ser Kurdan bi destê akademîsyenên ji welatên rojava dihatin kirin, lê di nava 15 salên dawî de ev guheriye û wiha dewam kir: “Êdî xebatên zanistî yên li ser Kurdan bi çavê Kurdan jî digihîjin dinyayê. Em ê weke Kurd-Akad ji wan kesan re ku van xebatan dikin jî platformekê ava bikin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found