Ji kuştina Magên Zerdeştî heta Bêbextiya 9 Cotmehê!

Komplo û bêbextiya dîrokî ya li dijî gelê Kurd xwe dispêre hinek rastiyên dîrokî ku divê rast were nirxandin. Bêbextiya li dijî gelê Kurd îro dest pê nekiriye. Bêbextiya destpêkê ya li dijî Medan bi hatina Persan a li ser desthilatdariyê bi destê Yahûdiyan pêk hat. Kîros di encama komployekê de bû desthilatdar. Bêguman şer û bêbextiya li dijî Medan tenê mijareke leşkerî û destguhertina desthilatdariyê nebû.

Ya di şexsê xelkên Binarên Zagrosan de hat kirin, di serî de înkar û tinekirina gelê Kurd û hemû neteweyên din bi xwe re anî. Gava destpêkê ya vê bêbextiyê kuştina Magên Zerdeştî bû ku bi hezaran Mag hatin qetilkirin. Esas, fikir û felsefeya jiyanê ya gelên herêmê di encama vê bêbextiya dîrokî de hat hedefkirin.

Kuştina Magên Zerdeştî yan jî guhertina bi temamî ya naveroka Avesta wek mijareke sembolîk di dîrokê de behsa wê hatiye kirin. Lê belê mirov ji gelek belgeyên dîrokî fam dike ku êriş û komployeke gelekî mezin li dijî Konfedrasyona gelan pêk hatiye. Şerên mezin qewimîne û di çarçoveya van rastiyan de mirov dikare behsa van armancên bîrdozî yên vê bêbextiyê bike. Eriş û komploya li dijî Medan bêguman êrişek leşerî nîne. Kuştina Magan tê wateya kuştina fikir û felsefeya azadiyê.

Komplo yan jî bêbextiya ku ji wê demê ve dest pê kiriye, heta îro bi hemû leza xwe dewam dike. Ger em temaşeyî şêwaz û naveroka van bêbextiyan bikin, em ê bibînin ku ji wê demê heta niha ti tiştek ji naveroka wê ya esasî neguhertiye. Di encama vê bêbextiyê de di heman demê de ku netewên herêmê bi hev ketin û bi destê hev hatin kuştin. Gelê Kurd jî mixabin di nava xwe de parçe bû û xiyanet û bêbextî li xwe kir. Di cewherê van bêbextiyan de bêbaweriya gelan a li beramber hevdû heye ku wek bizrê bêyomtiyê li ser vê xakê hat reşandin. Berhema dara bi jehr wê sêva bi jehr be bêguman.

Ji bo bîrdoziya dewlet netewe li ser piyan bimîne, bêbextiyeke wiha derheqê gelan de pêk hatiye. Ji bo dewlet statuya xwe ya faşîzan û qirker biparêzin, belayeke wiha hatiye serê gelan. Ger dewlet îro hêj li ser piyan e û gelên herêmê bi destê hevdû tên kuştin, em dizanin ku hêj komploya mezin a li dijî Konfedrasyon û yekîtiya gelan bi temamî nehatiye pûçkirin. Lê mirov divê vê jî bibêje. Di dîroka gelên herêmê de têkoşîneke bê eman li dijî vê dîroka reş û tarî çêbûye. Lê mixabin tam serketî nebûne. Hem neteweya Kurd hem jî neteweyên din ji ber bi kûrahî rastiya dîrokî ya vê bêbextiyê nekirin ber lêpirsînê û fam nekirin, nekarîn pûç jî bikin.

Di kêliya dawî de bi bêbextiya bi serê wan de hatî hesiyan. Di destana Rustemê Zal de mirov dikare vê rastiyê pirr baş bibîne. Dema di encama komploya Tûraniyan de Rustem pê dihese bi kurê xwe re ketiye cengê û ew birîndar kiriye, daxwaz dike ku bila îksîra nemirtiyê bînin. Lê piştî çi? Piştî ku êdî kurê wî Suhrab dimire! Komloya li dijî Qazî Mihemed, li dijî Şêx Seîd û Seyîd Riza û hwd. hatiye heta îro. Ji bo cara yekê di dîroka gelê Kurd û gelên herêmê de Rêber Abdullah Ocalan komploya di şexsê wî de li dijî tevahiya gelên herêmê pêk hat, pûç kir. Ger Rêber Ocalan îro ew komplo pûç nekira, êdî wê bêbextî biba çarenûsa heta hetayî ya gelên herêmê.

Dibe ku me qet îro behsa rastiya dîrokî ya vê bêbextiya ji dema Medan ve destpêkirî, nekiriba. Magên Zerdeştî bi behaneya ku civakê ji rê derdixin bi hovane hatin qetilkirin. Îro jî xwediyê komploya çend hezar sal beriya niha dîsa navê terorê datînin ser fikir û felsefeya azadiyê û dixwazin ji nav bibin. Ev komploya herî mezin e ku hewl tê dayîn careke din li dijî xelkên herêmê were kirin. Rêber Ocalan di encama komploya kujerên jiyana azad û felsefeya heqîqetê ya Zerdeştî de li Îmraliyê hat ragirtin. Lê ger hê jî bi kîn û hêrs in û planan li pey hev datînin, diyar e ji pûçkirina komploya hezarê salan a li dijî gelan bêzar û aciz in. Li ser komployê wan hebûna xwe ava kiriye. Çiqasî teoriya komployê û pratîka wê li herêmê zêde bibe ew ewqas dikarin bijîn.

Desthilatdar û dewletên ku demara wan a jiyanê bi komployê lêdide û zindî ne. Rêber Ocalan her çend li Îmraliyê ye, lê bi fikir û felsefeya xwe ya azadiyê derb li rega wan a jiyanê daye. Her tişta îro di bin navê şerê cihanê yê sêyemîn de li herêma me diqewime, ji bo biserxistina vê komploya dîrokî ye. Ji bo wê, wiha bi hev ketine, dest û lingê wan lihev herbilîne, nizanin çi bikin.

Gelên herêmê her çiqasî bi vê bêbextiyê bihesin, wê ewqas temenê dewlet, împeratorî û şefên wan ên faşîst jî kêm bibe. Em çiqasî behsa siyaseta rojane û hevdîtinên dîplomasî bi van zilhêzan re bikin, bila em bikin. Lê em ji bîr nekin ku wan bêbextî kiriye û xwe gihandine vê astê. Bêbextî li gelan kirine û bûne hêzên qaşo mezin! Çavê kesî nabe li wan be û bendewariyê ji wan hebe. Ger hêzên em bendewariyê li wan dikin, rast û durust in, wê demê çima bêbextiya 9´ê Cotmehê wek gelek bêbextiyên din bi serê gelan anîn. Çima dawî li van bêbextiyan naynin û hebûn û tinebûna wan bi van komployan ve girêdayî ye.

Yazarın diğer yazıları