Ji malmezinan re holek

Ji berê de wisa dihat zanîn ku di serdema Vîkîngan de li Skandînavyayê bîra têra xwe belav bû û xelkê jî li gora dilê xwe vedixwar. Lê niha Holeke Bîra Vexwarinê ya Vîkîngan derket holê ku hezar û 100 salî ye û nîşan dide ku ev hola hanê ji malmezinan tenê re veqetandiye. Ev hola hanê ne li Skandînavyayê lê li girava Rousay, Orkney li bakurê Skoçyayê beriya çendekê di encama kolanên arkeolojîk de derket holê.

Xuyaye ji sala 900´î heta bi salên 1100´an jî deriyê wê ji mêvanê wê re vekiribû. Lê ne ji her kesî re. Tenê malmezin û xwedîpayeyên bilind diçûn vê hola ji bo vexwarina bîrayê.  Arkeologan ev hola hanê vê havînê keşf kir, piştî ku pê hisiyan hin dîwarên devereke şên a arkeolog nas dikin, di binê erdê re dirêjtir dibin. Avahî 13 metroyan dirêj û 5 metroyan fireh bûye. Stûriya dîwaran jî metreyek bûye. Li gorî arkeologan muhtemel e ku qralê Skandînavî Earl Sigurd bi xwe jî li vê holê bîra vexwaribe.

EDINGURGH

Yazarın diğer yazıları

    None Found