Ji Nasir Yagiz re;

Greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz îro di roja 80´yî de ye. Li welatê Egîd û Çiyageran hatiye dinê. Bi wan re ji bo cara yekê fêrî alfebaya şoreşgeriyê bûye. Ji bo xeyal û awatên wan pêk bîne, wek her ciwanekî Kurd pêhesiya ku divê ji xwe bibihure û rêyeke dijwar da pêşiya xwe. Ji bo gelê xwe, ji bo hêvî û daxwazên wan. Nasir wek hevala Leyla Guven bi berpirsyartiya giran a vê pêvajoyê hesiya û çalakiya xwe dest pê kir. Gelek wateyên çalakiya hevalê Nasir hene û mirov behsa wan neke, nabe.

Hevalê Nasir bi temenê xwe yê ciwan, îsbat kiriye ku vê têkoşînê bi ciwanî dest pê kir û wê bi ciwaniyê bigihêje serketinê. Bi vê baweriyê canê xwe yê ciwan li mirinê razandiye, ew şopdareke Alî Çîçek e.

Nasir ji xaka xwe dûr ketibû û li ser xaka welatê xwe ango li Başûrê Kurdistanê wek penaber dijiya. Helwêstên ku dijmin li Bakur li beramber wî raber dikirin, li Başûrê Kurdistanê jî raberî wî dihatin kirin. Şaş nema ji ber vê tekê, lê dilê wî êşiya û îro wê hêrsê di dile xwe de dihewîne. Nasir îro li bajarê Hewlêrê di gireva birçîbûnê de ye. Hewlêra ku wek navenda qirrkirina çandî ya Kurdan tê bikaranîn. Hewlêra ku rojekê keleha berxwedanê bû, mixabin îro bûye meydana bazara sermayeya hêzên herêmî û navneteweyî. Hewlêr îro wek navenda nokertî û xwefiroşiya hêzên desthilatdar e. Di nava dilê bêbextî û xiyanetê de, Nasir vê çalakiya xwe ya pîroz li dar dixe. Dike dilê reş û tarî ji xiyanetê bigihine ronahiyê, ji bo wê, ev 80 roj in ku di greva birçîbûnê de ye. Nasir ji bo ji qirrkirina Kurdan re bibêje, edî bes e, li Hewlêrê di nava çalakiyê de ye. Ji bo bixe bîra her kesê, ji bo di pelên dîrokê de neyê jibîrkirin ku rêveberên Hewlêrê bûne şirîkê bêbextiya 15´ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo. greva birçîbûnê ya Nasir vê ji hikûmeta Hewlêrê re dibêje; Bisekinînin lûleyên petrola xwe ku dibe bombe û li ser serê zarokên welatê min dibare, bes e, bisekinînin aboriya ku hikûmeta zilmê her roj mezintir dike û li ser piyan dihêle. Peyama Nasir ji bo xelkê Hewlêrê jî ev e; Bêdengî mirin e, bêdengî erêkirina qirrkirina xwe ye! Hewlêr divê bi çalakiya Nasir re vegere cewherê xwe yê berxwedêr û dengê xwe tevlî dengê Nasir bike.

Di nava qaşo dewlemendiya sermayeyê de ku bajarê Hewlêrê wek Dubaiyê lê kiriye, gelek tiştên kêm hene. Tiştên ku Hewlêr ji rastiya xwe dûr xistiye yan jî dixwazin dûr bixin. Sermayeya çavbirçî ya cihanê hewl dide Hewlêrê jî ji xwe re bike navendeke kirrîn û firotinê. Dema mirovek ji bo armancên pîroz, ji bo welat û neteweyekî, ji bo mirovahiyê, li cihekî wiha ev 80 roj in di greva birçîbûnê de ye, wê demê kes bila bi dewlemendiya madî ya Hewlêrê şanaziyê neke.

Îro Hewlêr ne dewlemend, mixabin di warê ruhî de feqîr e. Ji bo wê hewldanên fêmkirina çalakiya hevalê Nasir kêm û lawaz e. Wateya hevalê Nasir dide çalakiya xwe jî di vê çarçoveyê de ye. Dibêje; ‘Ez bêhna serketinê digirim, vê yekê ji bedena xwe ya her roj dihele, dizanim, pê dihesim! Êşa dijîm a fîzîkî min di warê ruhî û manewî de hîn zêdetir nêzî Rêber Apo û û gel dike!’

Ti tişt bi qasî dewlemendiya ruh û manewiyatê nîne û nabe. Di serdemekê de ku pergala kapîtalîzm, pergala Pere-llah dixwaze tîpa mirovên çavbirçî û dûr ji manewiyatê û kole perwerde bike, ciwanekî Kurd ewqasî bi wate dijî. Her ku canê xwe dadine, feda dike, ewqas bi serketinê baweriyê tîne. Di felsefeya wî û bi hezaran kesan de ku li ser vê şopê dimeşin, mirin, tinebûn û xilasbûn tineye. Fena Fîllah û felsefeya Wehdetul Wucûd, felesefeya azadiyê û jiyana rast heye. Meşa ber bi heqîqetê ve dibe sedem ku Nasir bi heq re dîdarê bike, pê re bibe yek û ji xwe bibihure. Bi vî awayî made di wî de bê wateye êdî. Di bedeneke hevbeş de, bi Leyla û bi hezaran re dibe yek Nasir Yagiz. Giyanek in, di milyonan beden de, ji bo wê jî dibêje ez bi êşa xwe nahesim. Di nava dilê modernîteya harbûyî de, zindîkirina felsefeya Zerdeşt, Manî û Mansûrê Halac armanca sereke ya Nasir Yagiz û hevalên wî ye. Yekbûna ruhî wê bedena nexweş a sermayeyê bikuje, ne bedena çalakgeran. Wê çalakger bi van hestên pîroz bi ser kevin, di şexsê wan de dîroka azadiya gelan wê bigihîje serketinê!

Yazarın diğer yazıları