Ji nava dilê şoreşê rabûme

KAKŞAR OREMAR

“Di şeveke bihara sala 1950’î de hate dinê, ji ber wê jî bavê wê navê Leyla lê kir. ‘Leyl’ peyveke Erebî ye û wateya wê ‘şev’ e. Wê ji wateya navê xwe hez nedikir, ji ber wê jî piştre ‘rojeke nû’ di jiyana Kurdan de da destpêkirin. Tawana Leyla Qasim û hevalên wê hewldanên ji bo kuştina Sedam Huseyîn û Ehmed Hesen Bekir bû. Roja ku ew hatine girtin, Sedam Huseyin û Ehmed Hesen Bekir ji Qahirê vedigerin Bexdayê. Leyla û hevalên xwe jî diçine balefirgehê, lê balefira ku Sedam û Hesen Bekir têda ne, du saetan dereng digihêje Bexdayê. Leyla û hevalên xwe di nava balefirgehê de digerin û ev jî bala berpirsên îstixbaratê dikişîne û wê şevê wan digirin. Hem di girtîgehê de û hem jî di dadgeha formalîte de Leyla li ber xwe dide. Di girtîgehê de Sedam Huseyin diçe û Leylayê dibîne. Jê dixwaze ku dest ji bîr û ramanên xwe hilîne û ji karekî wiha re jî çi bixwaze ew amade ye pêşkêşî wê bike.   Leyla bi dengekî bilind wiha jê re dibêje: ‘Ez Kurd û ji Kurdistanê me. Ji nava dilê şoreşê rabûme û tiştekî ji te naxwazim. Ez şikest û binketinê napejirînim. Ji bîr neke ku tu bixwazî yan jî nexwazî Kurd wê rojekê ala Kurdistanê bilind bikin. Ez xiyanetê li doza Kurdistanê nakim…’ Sedam diqehere û ji ber ku tênagehe ka Leyla çiqas ji wî dûrbîntir e, roja piştre wê û 4 hevalên wê di girtîgeha Ebu-Xerîb de îdam dikin.   Kurtejiyana Leyla Qasim Leyla keça Qasimê kurê Hesen sala 1950’î de li şirketa petrolê ya bi navê Elwend li nêzî gundê Banmîl ê girêdayî bajarê Xaneqîn li başûrê Kurdistanê di nava malbateke hejar û welatperwer de hat dinê. Bavê Leylayê Qasim karkerekî palavtina neftê li şirketa Elwend bû ku piştî Sala 1958’an Leylayê dest bi dibistanê kir û li bajarê Xaneqînê xwendina xwe ya navendî jî bi dawî anî. wê xewna azadiya Kurdistanê didît û tam û evîna Kurdayetiyê roj bi roj di mêjî û ramanên wê de şirîntir û bihêztir dibûn. Leyla bi riya birayê xwe yê mezin, şehîd Selam Qasim ku bi şêweyek nihînî endamê Partî Demokratî Kurdistana Iraqê bû sala 1970’yî bi fêrmî bû endama wê partiyê û xebata xwe ya ji bo doza Kurdistanê di nava xwendevanên Kurd de da destpêkirin. Piştî ku wê li bajarê Bexdayê lîse jî qedand û sala 1971’ê di para edebyatê beşê civaknasiyê li zanîngeha bajarê Bexdayê hat pejirandin. Leyla Qasim û Cewad Hemewendî (hevalê dema jiyan û mirina wê) di serdemeke wiha girîng de ku Beesiyan hebûna netewa wan înkar dikir, dest ji eşiqa xwe berdan û bûn evîndarên doza Kurdistanê. Piştî wê dema ku Emerîka û rejîma seltenetiya Îranê destê xwe ji piştgiriya Kurdan berdan, rejîma Iraqê li dijî Kurdan şerekî giran û hovane dadestpêkirin û ji nişkave di civakê de pir tevlîhevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji bajarê Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî a Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û di 24 Nîsana sala 1974’an de bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombebarankirin ku di encamê de çend xwendekarên Kurd jî li wir şehîd bûn. Êvara 28´ê Nîsana 1974’an Leyla û çar hevalên wê (Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî), hatin girtin û rejîma Bexdayê di rojnameya Elsewre (organa fermiya dewletê) û di radiyo û TV a xwe de ew girtî weke ‘Terorîst û dijminên dewleta Iraqê’ bi xelkê û raya giştiya cîhanê dan nasandin. Leyla û hevalên wê ku weke kevokên azadiyê bûbûn êsîrên destê rejîma Baas, di girtîgehê de rastî şikence û azarek pir mezin bûn. Di demek kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheke formalîte de her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.   Yekem car jineke Kurd hat îdamkirin Îdamkirina Leyla Qasim û hevalên wê di 12’ê Gulana 1974’an de li piranya deverên cîhanê bi riya medyayê belav bû. Xwendevanên Kurd jî li derveyî Kurdistanê dest bi meşên protestoyî kirin. Hovîtiya Baasiyan ku hemû riyên çareserkirina pirsgirêka Kurd tenê di şehîd kirin û wêrankirina gund û bajarên Kurdan de didîtin, bi şehîdkirina Leyla Qasim re bêhtir ji raya cîhanê re hat xuyakirin. Ji ber ku di dîroka Iraqê de ew cara yekemîn bû ku keçeke Kurd eşkera û bi şêweyekî dûr ji hemû pirensîpên exlaqî û tenê ji ber helwesta wê ya azadîxwazî û Kurdperweriyê dihat şehîdkirin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found