Ji newayên Kurdî re cih çêdike

 Sarya Ertaş: Lê me bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin Akademiya MA Muzîkê ava kir. Pêşî du pol bûn, niha 15 polên me hene û em hem dersê dibînin û hem dersê didin. Em hem şagirt bûn hem jî me wek berpirsên vê derê xwe dît.

BÎLAL GULDEM/ARJÎN DÎLEK ONCEL / MA/AMED

Sarya Ertaş a 20 salî, di malbata xwe de nifşa sisiyan e ku xebata muzîka Kurdî dike. Di 9 saliya xwe de ew dest bi perwerdehiya muzîkê dike, îro kilaman, stranan dibêje û mamostetiya muzîkê dike. Xwe amade dike ku li ser piyanoyê dengê melodiyên Kurdî jî bilind bike.

Sarya Ertaş beriya bi 9 salan li Akademiya Aram Tîgran a ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm ew girt, dest bi xebata muzîkê dike. Ertaş di 11 saliya xwe de li Aram Tîgranê dest bi kursa kemanê û stranbêjiyê dike. Bi stranbêjiyê û muzîkjeniyê re dengbêjiyê jî dike. Piştî girtina akademiyê, li Akademiya MA Muzîkê xebatên xwe yên hunerî didomîne. Ertaş li MA Muzîkê enstrûmana xwe diguherîne û dest bi lêdana piyanoyê dike. Ertaş bi 35 hevalên xwe re piştî perwerdehiyeke dirêj mezûn bû û belgeya xwe wergirt. Ertaş êdî bûye mamosteya muzîkê û niha li MA Muzîkê zaroka perwerde dike.

Nifşa sisiyan a muzîkvaniyê 

Qirika dengbêjiyê ya Saryayê xurt e û sedema wê jî ew dibêje, qirik û çanda dengbêjiyê ji kal û bavê wê jê re maye. Bapîr û bavê wê jî dengbêjiyê dikin. Sarya keça stranbêj Axîn Biro ye, yê ku niha li Hepsa Alanyayê girtî ye. Sarya dibêje, ji akademiyan fêrî hunermendiyê bûbe jî, ji sedî 50’î bandora malbatê li ser wê heye. Bavê wê ji hepsê jî bi peyam û nameyan jê re dibe alîkar.

Sarya Ertaş beriya hevpeyvînê, li piyanoyê dide û kilam û stranan dibêje. Sewta wê xweş e, û deng û terza wê dişibe ya hunermend Leyla Îşxan.

Ji bo fikra azad akademî

Ertaş wiha behsa serbihhuriya xwe ya muzîkê dike, “Kilambêjî û stran min bextewer dikin. Min di koroya zarokan a Akademiya Aram Tîgran de dest bi perwerdehiya muzîkê kir. Min bi kemanê dest pê kir, her wiha perwerdehiya solfej û rîtmên xwezayî jî didan min. Min perwerdehiya zimanê Kurdî jî didît.”

Ertaş naçe lîseya hunerên bedew, tevî ku di îmtîhana wê de bi ser dikeve, sedem wê jî wiha rave dike: “Ji bo ez xwe bi awayekî azad hîs bikim divê min biryar bidaya. divê ez biçim lîseya dewletê yan jî ez li akademiyê dewam bikim. Malbata min jî xwest ez li akademiyê xebatên xwe yên muzîkê dewam bikim. Bêguman daxwaza min jî di vî warî de bû. Min dengbêjî û muzîkjenî li vir pêş xistin. Min înstrumana xwe keman guhert û ev 3 sal in li piyanoyê didim. Li Akademiya MA Muzîkê bi ders dayîna mamosteyên me yên ji Rojhilatê Kurdistanê, ez dikarim bibêjim me perwerdehiyeke baş wergirt.”

Hem şagirt û hem mamoste

Di şert û mercên awarta yên êrişên dewletê de ew karê xwe dewam dike: “Dema akademiya Aram Tîgran hat girtin, em pirr tengezar bûn. Lê me bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin Akademiya MA Muzîkê ava kir. Pêşî du pol bûn, niha 15 polên me hene û em hem dersê dibînin û hem dersê didin. Em hem şagirt bûn hem jî me wek berpirsên vê derê xwe dît.”

Ertaş bi bîr dixe ku ew îlhama xwe ji bav û bapîrê xwe werdigire: “Yanî kilambêjiya min ji bav û bapîrê min tê. Qirika dengbêjiyê ango gotinbêjiyê çiqas dikarim bi kar bînim nizanim, ez vê ji guhdarên me re dihêlim. Ez xwe bi muzîka Kurdî azadtir tînim ziman. Piştî ku min dest bi perwerdehiya koroya mezinan kir bi hefteyekê, bavê min hat girtin. Bavê min ji mamosteyên min re digot, ‘Êdî Sarya bi we re ye û keça we ye. Bila di her xebatê de bi we re be û muzîkê fêrî wê bikin.’ Li ser van gotinên bavê min divê min serê xwe muzîkê re biêşanda. Bavê min tim ji me re kilam û stranan digotin. Bandoreke wî ya mezin li ser min heye. Her tim daxwaza wî ew bû ku ez xwe bi pêş bixim.

Ji hepsê (bavê min) her tim peyam û nameyan ji min re dişîne û dibe alîkar. Ji ber ku bavek û malbateke wiha li pişta min e, ez gelekî kêfxweş im.”

 Newayên Kurdî bi piyanoyê

Ertaş li ser piyanoyê her tim bi terza klasîk dixebite û dibêje, “Helbet ji bo ez li ser piyanoyê muzîk û newayên Kurdî bi pêş bixim, daxwazek jî heye. Niha ji bo ez li ser piyanoyê dengê Kurdî derxim, dixebitim. Ez dixwazim melodiyên Kurdî hilberînim.”

Hay wê ji azarên jina Kurd a dengbêj û muzîkjen jî heye: “Hunermendên jin ên azar kişandî yên wek Ayşe Şan û Meryem Xan in. Dema ez li ser jiyana wan tiştan dixwînim û li wan guhdarî dikim, ji min re dibin mînak. Heke wan di wan şertên zor de ji van tengezariyan nebihuriyana, belkî îro me jî bi awayekî azad di nava civakê de nikaribûya hûnera xwe nîşan bidin. Esas, wan di muzîka Kurdî de jin anîn cihekî azad. Em jî îro wek şagirtên wan li ser rêya wan têkoşîna xwe ya muzîkê didomînin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found