Ji nû ve vekirina dibistanên Kurdî

SADIYE ESER / MA / STENBOL 

Komeleya Lêkolînên Kurdî ku mamosteyên kurdî perwerde dike û li ser ziman lêkolînan dike, îro, yanî Roja Cejna Zimanê Kurdî, sertîfika bide şagirtên xwe. Komele her sal di 15’ê Gulanê de sertifîkayan dide. Îsal jî sertîfîkayan dide 16 şagirtên xwe. Rêveberê Komeleyê Eyyup Subaşi, xwest li dijî bişaftina Kurdî û Kurdan, her kes li zimanê xwe xwedî derkevin.

Piştî ku KNK´ê sala 2006’an 15’ê Gulanê ji ber derçûna yekem hejmara Kovara Hawarê di sala 1932’yan de weke Cejna Zimanê Kurdî ragihand, di nava Kurdan de ev roj wiha hat qebûlkirin û bi vî rengî jî tê pîrozkirin. Saziyên Kurdan ên li ser Kurdî lêkolînê dikin, her sal di 15’ê Gulanê de bi minasebeta vê rojê bernameyên cuda li dar dixin. Îsal jî Komeleya Lêkolina Kurdî di roja cejna Kurdî de 16 mamosteyan mezûn dike.

Têkildarî girîngî û wateya vê rojê û xebatên Komeleyê Rêveberê Komeleyê Eyyup Subaşi diyar kir ku komeleya wan li Stenbolê xebatên xwe dimeşîne, her sal di 15’ê Gulanê de sertifîkayên xwendekarên asta mamostetiyê dide wan. Merasîma îsal îro li Odeyan Bijîjkan a Stenbolê bi rê ve diçe. Di bernameyê wê helbest bên xwendin, sînevîzyonek bê temeşekirin û dengbêj kilaman bibêjin.

Li Kurdî xwedî derkevin

Subaşi anî ziman ku Kurdî an Kurd li 4 parçeyan hatine belavkirin û dabeşkirin û wiha dewam kir: “Her parçeyek jî li ser zimanê Kurdî bi awayekî ji bo zimanê Kurdî were bişaftin politika hatine birêvebirin. Ev polîtîka îro jî dewam dikin.

Subaşî, bal kişand ser rewşa Bakurê Sûriyeyê û got, “Li Rojava ji 2011’an ve edî Kurdî ketiye dibistanê. Lê hê jî de facto ye.”

Subaşi li ser statuya Kurdan û rewşa Kurdî jî dibêje, “Statuya Kurdî yekser tekildarî statuya Kurdan e. Heta ku statuya Kurdan ji aliye siyasetê ve zelal nebe, statuya Kurdî jî zelal nabe. Niha halê hazir Tirkiye niyeta wê nîne ku Kurdî nas bike. Heta jê tê hewl dide Kurdî tine bihesibîne. Heger em li hêviya dewleta Tirk bin divê heta 30 salên din jî em tiştekî bi ser nexin. Lewma di mesela Kurdan de divê em bi xwe, dibistane xwe careke din ava bikin. Berî niha bi 4 salan me avakiribû divê em careke din dibistanên xwe ava bikin, dîsa tevgerek zimanî bidin dest pêkirin. Ji bo zimane Kurdî bibe beşek ji siyasetê. Divê em di qada ziman de xwe xurttir bikin. Çawa? Em ê dibistanên xwe ava bikin. Komeleyên saziyên zimanan ava bikin ji bo ku raya giştî divê mijare de baldar bikin. Heger em baldar nekin, em girîngiyê nadine. Girîngî we çawa be? Bi avakirina dibistanan, avakirana saziyên ziman, ev dikare çebe.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found