Ji Nûbiharê du romanên dîrokî

Ji refên Nûbiharê du romanên nû yên Kurmancî derçûn. Her du romanên bi navê “Li Şedadiyê du jinên Ermen” û “Hewara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e” jî eydê Mihemed Seîd Temel e.

Weşanên Nubiharê du romanên nû li kelepora Kurdî zêde kirin. Nivîskar Mihemed Seîd Temel bi du romanên xwe yên nû derket pêşberî xwendevanên Kurdî. Romana wî “Li Şedadiyê du jinên Ermen” romaneke dîrokî ye hewld dide awirekî bide xanedana Şedadiyan. Ji bo nasîn û fehmkirina romanê mirov dikare derbarê  Dewleta Şedadiyan de hin agahiyan bide. Dewleta Şedadiyan di navbera salên 951 û 1199´an de li rojhilatê Qafqasyayê di navbera Çemê Kurê û Erezê de hikûm kiriye. Di bin hukmê vê dewletê de bajarên girîng yên wekî Divîn, Anî û Genceyê hebûn. Di heman demê de Kurdên Rewadî li hêla Azerbeycan û Tebrîzê jî hikûm kirine. Ji vê dewletê hinek eserên wek mizgeft, pir û medrese îro jî li ser piya ne.

Şedadî digihêjin Rewadiyan. Rewadî jî silsileya wan digihêje Kurdên Hezbaniyan. Mixabin ev dewleta ku malbata Silhedînê Eyûbî jî ji nav xwe derxistiye ji aliyê gelek kesan ve nayê naskirin.

Nivîskarê vê romana dîrokî bi vê kitêbê hewl daye xwe ku reşayiya li ser xanedana Şedadiyan rabike.

Pir nehatine naskirin

Her wiha romana din “Hewara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e” jî romaneke dîrokî ye û hewld dide perdeya li ser vê xanedana Merwaniyan rabike. Merwaniyan ji sala 983´yan hetanî sala 1085 sed salî hikûm kirine. Bi sedema ku perde li ser dîroka Kurdan hatiye kişandin mixabin wekî gelek hêjayiyên Kurdan ev xanedana han jî nehatiye naskirin. Çi wextê ava bûye, şexsiyetên vê xanedanê kî ne, çi eser li pey xwe hiştine, li ku derê hikûm kirine baş nayê zanîn. Dema avakarê dewleta Merwaniyan Badê Kurê Dostik di şer de li dora Mûsilê tê kuştin, rêveberî dikeve destê xwarziyê wî Ebû Elî Kurê Merwan. Dewleta Merwaniyan jî navê xwe ji vî kesî digre. Xanedana Merwaniyan di mîrantiya birayê Ebû Elî, Nasruddewle de, dema xwe ya herî hêzdar jiyaye. Nivîskarê vê romana dîrokî dewleta Merwaniyan kiriye mijara vê kitêbê û xwestiye perdeya li ser vê xanedanê rabike.

AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found