Ji Ocalan re azadiyê dixwazin

NÎZAM BARAN / BERN

Ji bo rûreşkirina Bêbextiya Navneteweyî ya 15ʼê Sibatê, meşa ku ji bajarê Swîsreyê Cenevreyê dest pê kiribû di roja xwe ya 4ʼan de ye. Ew baskê meşê yê dirêj e ku yekîtiya neteweyî derdixe pêş. Şîara giştî ya meşan “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” ye û vî baskê meşa dirêj doh roja xwe ya sisiyan li pey xwe hişt.

Di dema meşê de “Komîteyên piştgiriya bi Kurdan re” yên li Zolikoffen a Bernê li ser rêya meşê li ser dîwaran pankartên doza azadiyê ji Ocalan re dikin, daliqandin. Çalakger li ber Gara Navendî ya Bernê civiyan. Koma Erbaneyê ya Bernê jî li vir bi rîtmên xwe destek da çalakgeran. Çalakger heta bi Parlamena Federal a li Bernê meşiyan û wan tim û daim slogana “Bijî Serok Apo” got. Li ber parlamenê mîtîngek hat lidarxistin.

Bê Ocalan aştî ne mumkin e

Parlamenterên federal ên Swîsrî yên ji Partiya Sosyalîst, Tamara Funiciello û Fabian Molina li vir ji çalakgeran û beşdarên mîtîngê re peyivîn û destek dan çalakiyê. Tamara Funiciello got, “Em hatin pişta we bigirin. Tiştên li tirkiyê diqewimin, êdî mirov nikare xwe li wan ragire. Erdogan dîktatorek e. Em ji Ocalan û temamê girtiyên siyasî re doza azadiyê dikin.”

Fabian Molina jî ji meşvanan re got, “Em bextewer in we li Bernê biezimînin. Divê em ji dewleta Tirk re bibêjin êdî bes e. Bê Ocalan aştî ne mumkin e. Heta dawiyê em bi têkoşîna we re ne.” Çalakger wê îro ji Baselê meşa xwe dewam bikin.


Çare yekîtiya neteweyî ye

Hunermend Mihemed Hezexî ku sala 1991ʼê hatiye Elmanyayê û li vir Koma Hezex damezrandiye jî ji meşvanan e. Ew dibêje, “Ji dema em hatine Elmanyayê ve em di nava çalakiyan de cihê xwe digirin. Xelkê Torê, Mêrdînê û Botanê me bi kemaçê nas dike. Em xwe weke hunermendên miletê xwe dibînin. Heta dawiyê em ê bi vê dozê re bin. Ji ber ku rêya me rêya wekhevî û edaletê ye ji bo miletan hemûyan. Divê em bibin fêkiyên yek baxçeyî. Divê em xwedî li Rêbertiya xwe derkevin, li dijî komployê bi hev re nerazîbûna xwe ya hevpar nîşan bidin. Yanî divê em yekîtiya xwe ava bikin. Ji bilî yekîtiya neteweyî, ti çareyeke me ya din nîne.”

Hêrî zêde Êzîdî

Îdrîs Bagokê bi xebatên xwe yên di Çira TVʼyê de tê nasîn û di nava civaka Êzîdî de kesekî xuya ye, dibêje, “Bi saya serê Rêber Apo civaka Êzîdî hat naskirin û wî kir ku qîmet bi vê civakê bê dayîn. Heta niha ti serok û lîderî ev qasî qedrê civaka Êzîdî negirt. Bi saya serê felsefeya Rêber Apo, gerîlayên PKKʼê nehiştin ku fermana 74ʼan a li dijî miletê Êzîdî biçe serî. Ji ber wê civaka Êzîdî divê ji miletên din hemûyan bêhtir xwedî li Rêber Apo derkeve. Heger îro Şingal û Êzîdxan hîna li ser piyan in, ev bi saya serê şervanên YBŞ/YJŞʼyê ye ku bi felsefeya Rêber Apo hatine damezrandin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found