Ji pêşangeha “Ketina peyvê” çend derb

Şefik Özcan bi xebatên xwe car din tîne bîra me ku em bi gûman li rastî û heqîqetê meyzînin. Zemanê ku zeman bi nav kiriye û bi nav nekiriye gişî de me bi me dide darizandin.

ÇIDEMBARAN

”Divê rexnegir berî ku dest bi rexneya berhemên hunerî bike, pêşî ji bîneran lêborînê bixwaze. Dibe ku berhema hunerî serdestî rexnegir be.” Heta dikare serdestî hunermend bi xwe be. Ji ber ku berhemên hunermendan dikarin zergava aqilê hunermend jî, rexnegir jî bibihure. E. M. Cîoran hinekî din rajeya berhema hunerî bilind dike, dibêje: ”Berhemeke ku li hember afirînerê xwe neyê tune ye…”

Ez jî dixwazim bi lêborînê dest bi şîroveyên xwe yên der barê pêşangeha ”Ketina Peyvê” de bikim.

­­Derbê li demên bipeyv û bêpeyv gişî dixe

Ger mirov ”Ketina Peyvê” jî bi peyvan bêje… Li gor min mirov dikare bêje, ev nêzîkdayîneke nihîlîst e. Ev mesele bi kurtasî bi tevgereke tunekirinê, heyîkirin e. Weke encam bi qolincên nihîlîst, heyîkirina nihîlîzmê ye. Ji bo hebûna tiştekî, tunebûna tiştekî ye…

Îca mirov ger di çarçoveyeke din de li pêşangeha hunermend Şefîk Özcan binêre, dikare bibêje, hunermend di pêşangeha xwe ya bi navê  ”Ketina Peyvê” de, xwestiye derbê li demên bipeyv û bêpeyv gişî bixe. Ango, demên bêpeyv, bipeyv û dîsa wê bê peyv bimînin…

Walter Benjamin di berhema xwe ya ”Dîroka Kin a Foto” de ji bo Atget dibêje: ”Wî xwestibû bireserê ji sîwana derdora wê rizgar bike.” Li gor min Özcan jî xwestiye sîwana peyvan daxe û temaşevanan li gerînekên ku di serê wan de ava kirine bigerîne, biavêje derveyî gerînekan û car din wan li gerînekan vegerîne, biawiqîne…

Di netenêbûnê de tenêbûn

Mixabin ev rastiyek e ku sendroma tenêtiyê ya mîrateya modernîzmê ye ku ji mirovan re maye. Di netenêbûnê de tenêbûn, di nava tenêbûna xwe de tenê tenêbûn û bi pirbûna tenêbûnê, şabûn û perisîna tenêbûn û di wê pêvajoya perisîn û pevşabûnê de xwestina zanînê; azweriya naskirin û keşfkirinê. Jixwe bêtir xwestina naskirina mirovên ji derveyê xwe. Xwe ji xwenaskirina xwe re bigire û berê xwe bide derveyî xwe. Mirovên ji wê mîrateyê beşek jî para wan ketibe destûrê nadin ku kes wan bizanibe, lê ew bi saya teknolojiyê dixwazin her kesî bizanibin, tiştên tên zanîn û nayên zanîn gişan dixwazin bizanibin. Ew xwe nizanin lê dixwazin gerdûnê bizanibin. Ew di nava nakokiyan de dibin xwedî nakokiyan.

Dûrbîn, di xebatên hunermend de wek sembol hatiye bikaranîn. Ew, tenê sembola  teknolojiyê (Gerdûna kûrewî) ye ku sînoran tune dike.

Di pêşangehê de navê wêneyan kir ku bala min biçe ser wan û ji wir jî ez bera ber bayê zemên dam. Zemanê ku nehatiye girtin, nayê girtin gelo bi peyvan gengaz e ku bê girtin? Meh, heyv û rojên ku bi heman navî vedigerin û xwe pirbare dikin. Fikra Heraklîtos “Kes du caran nikare xwe di heman avê de dabike.” Û hîn jî ger temaşevan here di pêşangehê de li navên xebatan ( Ketina Peyvan ) biawiqe, bialiqe wê têkeve feqê. Ango dikeve tora xebatan…

Me bi me dide darizandin

Ev xebat ji aliyekî ve jî alegoriya şikeftê ya Platon cardin tîne bîra temaşevan. Rastî û heqîqetê car din bi me dide darizandin. Me li hember me bi şik dike. Berê me dide homo sapiens, yê ku bi afirandin û heyîkirina Xweda xwe heyî kiriye û wate li xwe bar kiriye. Berê xwe dide dînên semavî ku li valahiya gerdûnê jî xwedî derdikevin, ango dikin yê xwe.

Özcan bi xebatên xwe car din tîne bîra me ku em bi gûman li rastî û heqîqetê meyzînin. Zemanê ku zeman bi nav kiriye û bi nav nekiriye gişî de me bi me dide darizandin. Wateya me ya di serê me de car din bi wate dike û dîsa bêwate dike.

Yazarın diğer yazıları

    None Found