Ji qehweya Kurdan etîket ma

Beriya bi sed salî ‘Qehweya Kurdan’ hebû. Li Fransayê ji 1800’î û pê ve 100 salî bazirganiya wê hate kirin. Bi avabûna Komara Tirk re ev qehwe jî bi zorê û xapê kirin ‘Tirk’.

Cureyekî qehweyan ku beriya avabûna Komara Tirk hebû û bi nasnameya Kurdan bû, piştî avabûna dewleta Tirk hate înkarkirin. Qehweya Kurdan ku îro navê wê kirine ‘qehweya menengiçê (qehweya kizwanan)’ li Amed, Semsûr, Mêrdîn û Êlihê dihate hilberandin, Osmanî lê xwedî derketin û despêka sedsala 20’an li Ewrûpa û gelek deverên cîhanê firotin.

Divê mirov qehweya kizwanan bi wê qehweyê re tevlîhev neke, ku tê gotin bi eslê xwe ji Etîyopyayê ye, cara pêşî li Yemenê hatiye çêkirin û bi Erebî jê re ‘Elqahwah’ tê gotin.

Qehweya Kurdan di navbera salên 1830 û 1930’î de li Fransayê bi navê ‘Chicorée au Kurde’ hate firotin. Piştî ku dewleta Tirk hate damezirandin, hilberandina ‘Chicorée au Kurde’ hate rawestandin û navê wê kirine ‘Qehweya Tirkan’.

Ev kevneşopiya qehweyê û çanda wê 2013’an bi navê ‘Qehweya Tirkan’ kete nav Lîsteya Mîrateyên Siruştî ya Navneteweyî ya UNESCO’yê. Yanî UNESCO jî şirîkê vê dizî û xapê ye.

Di qehwa kizwanan de kafeîn tine. Li ser etîketa wê ya ku destpêka sedsalê li Fransayê dihate firotin wêneyê şervanekî Kurd heye. Ji qehweya Kurdan a ku li Fransayê dihate hilberandin tenê etîketa wê maye. Ew etîket hê jî li ser înternetê bi temsîla çand û hilberandina serdemê tê firotin.

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found