Ji rika neyaran dilê Kerkûkê lê dide

Nivîsa xwe ya vê carê li Kerkûkê dinivîsim. Bajarê ku her carê têm û dibînim, kelegiriyek di qirika min de asê dimîne. Ew jî her tim melûl e. Dayika ku zarokên wê yên bêxêr pehîn li keda wê didin û pişta xwe didinê û diçin dixe bîra mirov. Dayika ku her kes xwedî kir lê di dawiyê de tenê û bêxwedî ma. Kê xwediyê vê Kerkûka hezar û heft reng, netew û olan e. Ya herî bi êş ew e ku gelek kes xwe xwediyê mirov bibîne lê paşê mirov bêxwedî û sêwî bimîne. Gelek zarokên bêxêr şîrê sînga wê mêtane û hêjî dimêjin û têr nabin. Di ketina bajêr de agirê bîrên petrola ku tu dibêjî hezarê salane pê dikeve lê navemire, te ber bi xwe ve dikişîne, sorahiya bedewiya xwe li rûyê te dide lê her tim wek xeyalekî ji te re tê. Wek ku tu caran tu nikarî bigihêjê, ewqas nêz lê çiqas ji te dûr e ev agir. Kerkûk û xelkê wê yên ji pêkhateyên cuda ez wer bawer dikim ku bi vê hestê dijîn, çend bîrên petrolê li ber çavê wan dişewite û xilas dibe, gelo. Êdî ji bo wan ne girîng e. 

Li Kerkûkê nimûneya herî baş a bihevrejiyanê heye. Ger dagirker û neyarên gelan her carê xoyê li ser vê birînê de nerijînin, wê kêmekî di hestên xwe yên kevnar de aram bigire, kêliyekî bi ser xwe de were. Lê wer ji xwe re li halê vî bajarî binêre, Kerkûk ya rast îfadeya rastiya bi êş a Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Di kesayeta Kerkûkê de mirov dikare asta wêranî û karesata jiyana ku li ser gelê herêmê hatiye ferzkirin, bibîne. Mirovên bajêr rojekî ji kêfa xwe re nikarin heta derengiya şevê li park û kolanan bimînin, nebe teqînek din çêbibe. Hêj bajar di rewşek awarte de ye lê belê ji ber gel fêr bûne, êdî te bixwe pê dihesin û ne jî te pê didin hesandin. Başûrê Kerkûkê hêj di bin destê DAIŞ’ê de ye. Ango hêj li wir jiyana asayî destpê nekiriye. Hêj gelek penaber li Kerkûkê dijîn û nevegeriyane ser cih û warê xwe. Hêj bêhna şer û mirinê li ber pozê mirov e li bajarê bedew ê Kerkûkê. Çima dibêjim bedew ji ber ji rika van hemû bêbextî û neyartiyê li ser piya ye. Ji rika neyaran dilê Kerkûkê lê dide. Gelo ji vê  watedar çi heye ku tu li ber serê mirinê her roj çîrokên jiyanê binivîsî. Li Kerkûkê Gerîla û Pêşmerge di heman eniyê de şer dikin. Wê demê Kerkûkê beriya me hemiyan gava yekîtiyê avêtine. Li Kerkûkê hemû netew bihevre dijîn û hemû jî bi zimanê hev baş dizanin, beriya me gihiştine têgîna jiyana hevbeş. Wê demê çiqas baş e ku mînakek wek Kerkûkê di nava agirê pêketî yê şerê mezebî de ku wek bîra bê binî, her carê canekî dikşîne, bibe destpêka jiyana bihevre û yekîtiyê. 

Komxebata du rojan ya KNK’ê li bajarê Kerkûkê ew hêvî di dilê me hemiyan de hinekî zindî kir. Ya girîng ew bû ku Kerkûkê di nava kelegerma şer û nakokiyan de mazûbaniya alî û partiyan kir. Wê demê ger em ji Kerkûkê ve destpê bikin, em ê baştir bigihêjin encamê heta ku em di jûrên çend qatî ên Silêmanî û Hewlêrê de sibê heta êvarê behsa yekîtiyê bikin. Paşê jî kêliya em ji wir derketin, her tiştî ji bîr bikin. Lê hema şûna komxebatê hêj bêhna Enfal û Teerîbkirinê tê. 

Bi ya min Fermandarê Pêşmerge Wista Resûl bi helwesta xwe ya li dijî Serokê Eniya Tirkmen, Erşed Salihî pêşiya êrîşên li ser yekîtiya di navbera gelên herêmê girt. Ji ber konsepta heyî ya li dijî Kurdan dixwaze di serî de Kurdan û paşê jî neteweyên din li hember hev sor bike. Wista Resûl li cihê ku gerîlayê HPG’ê yê ji Rojhilat, Armanc Merîwan şehîd bû, daxuyanî da çapemeniyê. Ev hem watedar e ji bo yekîtiyê hem jî bersiva herî baş ji Erşed Salihî re bû ku berdevkiya Tirkan dike. Qaşo bi salan di parlamentoya Iraqê de Serok Komisyona Mafê Mirovan bûye, diyar e tiştek ji wê erka pîroz jî fêr nebûye. Divê mirov bi zimanê dizane li gel biaxive, tiştek nizane!

Yazarın diğer yazıları