Ji rika xiyanetê şerê jiyanê dike, Nûjiyan!

Di êrîşên hevbeş ên çeteyên AKP û PDK’ê de hevala me ya rojnameger Nûjiyan Erhan birîndar bû. Nûjiyan bi zanebûn û raste rast ji aliyê çeteyan ve bû hedefa sekvanan. Bi destpêkirina bûyerê re û amadekariyên ji bo êrîşa li ser Xanesorê, hevala me ya rojnameger wek her carê li cihê bûyerê amadebû. Dixwest rastiya heyî bişopîne û bi raya giştî re parve bike. Ji destpêka fermanê heta roja îro Nûjiyan Erhan li Şengalê rastiya ku her tim PDK’ê xwest serê wê bigire bi cîhanê bide naskirin. Ji bo rastiya fermanê dernekeve holê, ji bo rastî di tarîtiyê de bimîne, PDK gelek rêbaz bikar anîn. Di dema rizgarkirina Şengalê de, rê neda ti ragihandina Başûrê Kurdistanê biçin Şengalê. Tenê bixwe, xwestin tişta dixwazin bixin aqilê civakê. Lê dîsa hebûna ragihandina azad bi taybet hevala me ya rojnameger Nûjiyan Erhan ev pîlanên wan yên qirêj jî vala derxistin. Dema Şengal hat rizgarkirin, hêzên PDK’ê li ser wê karesat û wêraniya li Şengalê, dest bi şêlandina bermahiyên vê felaket û wêraniyê kirin. Nûjiyan Erhan wê demê jî li wir amadebû û gelek wêne û dîmenên wê demê kişandin. Li gel hemû astengiyan û şerê taybet ê ku PDK’ê beriya rizgarkirina Şengalê dixwest wek rastî bi raya giştî bide bawerkirin, rastî dîsa di tariyê de nema. 

Tirsa PDK’ê ji ragihandinê, wek tirsa dewleta Tirk ji ragihandinê ye. Ji bo wê jî ragihandina xwe çêdike, tiştên dixwaze servîs dike. Niha hebûna ragihandina azad li Şengalê destûr nade PDK senaryoyên xwe bixin meriyetê. Tişta di hevdîtinên Barzanî bi rayedarên Tirk re hatibûn pîlankirin, di ragihandina AKP’ê de bi awayekî eşkere çend roj bûn, dihat vegotin. Amadekariyên ji bo êrîşa li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê bi rojane di rojeva wan de ye. Tişta li ser kaxezê û li pişt deriyên girtî pîlan kiribûn, wek ku dixwestin li gor hesabê wan derneket holê. Pîlana wan fiyasko derket. Ragihandina azad bi rola xwe ya bi hêz li wê herêmê, ji destpêka bûyerê ve rê li gelek pîlan û provakasyonan girt. Ji bo wê hema bi destpêkirina bûyerê re di serî de êrîşî ragihandinê kirin. Raste rast hevala me Nûjiyan Erhan û du hevalên yên pê re kirin hedef. Çeteyên sekvan serê Nûjiyan kirin hedef û bi vî awayî rûyê rastîn ê vê bûyera qirêj derket holê. Pir pêwîst nake mirov şîroveyek zêde li ser niyet û rûyê wan yê rastîn bike, hedefgirtina jinek rojnameger bi serê xwe îspata vê yekê ye ku ew kî ne û armanca wan çiye. Bi hedefgirtina Nûjiyan Erhan armanca xwe ya esasî nîşan dan, ji bo wê bikaranîna navê pêşmerge, Rojava û ala Herêma Kurdistanê bêhurmetiya li hember van nirxane. 

Demek beriya niha rojnameger Şîfa Gerdî bû hedefa êrîşa çeteyan. Îro jî Nûjiyan Erhan bû hedefa êrîşa çeteyan. Xuya dike ku ti ferqek di navbera van çeteyan de tineye. Navê xwe dikin çi, bi kîjan alê tên û zimanê wan çi dibe bila bibe, di rastî de ya derketiye holê li ber çavan e û kes jî nikare înkar bike. Herî zêde jî navê xiyanetê li ser eniya wan, dîroka me ya êş bi me dide dubarekirin, mixabin!

Ger hesabê her kesî bi PDK’ê re xilas bibe, nabe hesabê me jinan xilas bibe. Hêj hesabê me heye bi wan re. Gelek sedemên me yên têkoşîna li dijî vê hişmendiyê hene. Hêj jinên Êzîdî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne û yên ew jin teslîmî çeteyan kirin, nehatine darizandin, em ê hesabê wê bixwazin. Herî zêde jin bû hedefa van êrîşan, hatin firotin û tecavuzkirin. Hesabê me jî xilas nebûye, ji ber hêjî jin tê hedefgirtin. Hedefgirtina Nûjiyan Erhan hem ji bo me jinan û hem jî ji ber xwedî nasnameyek rojnamegeriyê bû, ji me rojnamegeran re, sedema hesabxwestinê ye. Em jin rûnên û bijmêrin navê wendahiyên xwe. Ka me çend ruh û beden ji dest da, me çend nirxên xwe wenda kir, bi destê van çeteyan. Em bijmêrin navê jinên ku bûne qurbanê vê hişmendiyê, wê xilas nebin ev nav. Wê demê hesabê me jî xilas nebûye, hesabê me bi wan re heye hêj! Em bijmêrin bidawî nabe, sedemên me yên têkoşînê. Em ji Ekîn Wan dest pê bikin, heta Dayika Taybet, heta Fermana Şengalê, herî dawî Nûjiyan Erhan, bijmêrin sedemên xwe yên têkoşînê. Nûjiyan van rojan şerê jiyanê dike ji rika zaliman, ji rika koletî û xiyanetê. Em hemû berê xwe bidin xwedawendên pîroz û ji bo Nûjiyanê daxwaza şîfayê bikin, Xwedawenda pîroz te biparêze dengê êşa jinên Şengalê, dengê êşa me hemû jinan! 

Yazarın diğer yazıları