Ji Rojava re alîkarî şandin

Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê pêr êvarê bi navê “Kampf oder Flucht- zur Lage der Frauen in Nordsyrien/Rojava (Têkoşîn û sirgûn – Li ser rewşa jinan li Bakurê Sûriyê/Rojava)” çalakiyek hat organîzekirin. Jinên ji  Forum Schorndorf a Stuttgartê bi hevkariya Jinên Xwendekar ên ji Kurdistanê (JXK) û ZIP (Navenda ji bo civana navneteweyî) ev çalakî bi rê ve bir. Di dawiyê de ji bo Heyva Sor a Kurd bêş hat berhevkirin da ku ji Rojava re bê şandin.

Piştî ku xebatkareke ZIP´ê silav li haziran kir, Hilli T. peyivî û got, “Berê gelek qirkirin çêbûne yan bi destê Elmanyayê yan jî bi beşdariya wê. Weke ya li dijî Herero û Namayan li Başûrrojavayê Efrîkayê. 6 milyon Cihû, bi milyonan Rom û Domên li Ewrûpayê di dema Şerê Cihanê yê Diduyê de. Miletê Kurd jî bi dagirkeriya li dijî hiqûqa navneteweyî niha tevahiya hebûna miletê Kurd xistiye tehlûkê. Li wir jî tankên Elman li bereya pêş in.”

JXK´ê siyaseta Elman rexne kir

Wê her wiha pesnê destketiyên Şoreşa Rojava û nexasim jî destketiyên jinan li Rojava jî da û got, “Şoreşa Rojava ya Kurdan bi navika xwe ve girêdayê şoreşa jinê ye. Herçî yekmafkirina jinan e, li dinyayê hemûyî, tevgera jinên Kurd yekane ye. Û jixwe niha jin in ên ku li dijî koçberkirina ji Rojava bi hişkî li ber xwe didin.”

Piştre JXK´ê jî sîstema Rojava rave kir û bêdengî û helwêsta pişgirê dagirkeriya dewleta Tirk ên hikûmeta Elman û bêdengiya partiyên siyasî rexne kir.

Di dawiyê de ji Weqfa Jinan a li Rojava Meike peyivî û behsa modela tevgera jinên Kurd kir. Piştre filmeke li ser Jinên li rojava hat nîşandan. Piştî pirs û bersivan alîkarî ji bo Heyva Sor a Kurd hatin berhevkirin.

STUTTGART

Yazarın diğer yazıları

    None Found