Ji Şêwira Ewrûpayê ya KNK’ê biryarên neteweyî

Encamnameya Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Ewropayê, ku ji aliyê KNK’ê ve li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate organîzekirin û du rojan dewam kir, hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de bal hat kişandin ser girîngiya pêvajoya ku KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî daye destpêkirin û hat gotin, “Em vê şêwra xwe di pêvajoyeke girîng de li dar dixin. Li Rojhilata Navîn gelek xeteriyên cidî li pêşiya gelê me ne. Rêya derketina ji nava vê xeteriyê, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Têkoşîna Kurdan ketiye serdemeke nû. Dewletê mêtinger ji her alî ve dor li gelê me girtine. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê eniya dij bi Kurd ava kirine û bi her awayî ve êrîş dikin.”

Di encamnameyê de hat ragihandin, azadiya Kurdistanê nêz e û hat gotin, “Pêwîste her kes baş bi vê zanibe. Têkoşîna heyî, têkoşîna man û nemanê ye. Serketin gelekî nêz e. Lewma ti rêyeke din nemaye. Pêwîste her kes berê xwe bide serketinê û têbikoşe. Niyeta Tirkiye û Îranê nîne ku bi Kurdan re bikevin nava diyalogê. Tenê armanceke wan heye, ew jî tinekirina Kurdan e. Naxwazin Kurd bibin xwedî maf. Bi awayekî vekirî û zelal, em dixwazin dawî li tifaqên qirêj ên dij bi Kurd were anîn.”

‘Divê zext biqedin Ocalan bê berdan’ Çend ji biryarên di şêwrê de hatin girtin, ev in:

* Hêzên mêtinger, bi polîtîkayên xwe yên dij bi Kurd dest bi êrîşê kirine. Rêxistinên Kurd jî pêwîste li dijî van êrîşan li hev bicivin û ji bo parastina Kurdistanê, yekîtiyeke xurt û bi îrade ava bikin.

* Li dijî êrîş û dorpêçiyê, girîng e rêveberiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê di nava xwe de diyalogekê çêbikin û van êrîş û dorpêçiyê bişikînin.

* Biryara gelê Başûrê Kurdistanê ya di referandûmê de girtiye, mafdar û rewa ye. Êrîşên Bexdayê bi ti awayî nayên qebûlkirin. Divê Bexda hurmetê nîşanî biryara gel bide û rêya diyalogê hilbijêre.

* Girîng e hêzên navneteweyî, helwestê nîşanî êrîşên Tirkiye û Îranê bidin û bi awayekî vekirî piştgiriyê bidin biryara gelê Kurdistanê.

* Em êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Rojava şermezar dikin û destekê didin destketiyên li Rojavayê Kurdistanê.

Divê dewleta Tirk, lîderê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî berde û şaredariyên Kurdan radestî Kurdan bike.

* Pêwîste dewleta Îranê dawî li zext û zilma li Kurdan dike bîne û darvekirinan tavilê rawestîne. Girtiyên siyasî berde.

Em piştgiriyê didin berxwedana li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Li Ewropayê girseyeke cidî ya Kurdan dijî. Pêwîste welatên Yekîtiya Ewropayê, Kurdan weke gelekî qebûl bikin.

* Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê dixebitin, girîng e karên xwe hêz zû û xurt bimeşînin, bi saziyên Ewropayê re diyalogê deynin û giraniyê bidin ser karê dîplomasiyê.

* Medya Kurd û Kurdistanê, divê weşana yekîtiya neteweyî esas bigire û di vê çarçoveyê de weşanê bike.

* Bi navê şêwra Kurd, em bang li hemû saziyên Kurdan dikin ku demokrasiyê li nava xwe bi cih bikin.

* Ji bo rêxistinên Kurdan ji lîsteya terorê were derxistin, divê têkoşîneke xurt bê dayin.

* Şêwra Kurd a li derveyî welat, destekê dide têkoşîna jinên Kurd. Komkujiyên jinan, bi taybetî kuştina jinên Kurd li Ewropayê mehkûm dike.

* Li dijî kuştina kolberên Kurd ên bi destê dewleta Îranê ve tên kuştin radibe û dewleta Îranê şermezar dike.

Bi navê şêwra Kurd a li derveyî welat, ji ber wefata Mam Celal em xemgînin. Em ê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku xeyalê wî bû, ji xwe re esas bigirin. 

ANF / DEN HAAG



Bêyî Kurdan ne şer pêkan e ne jî aştî 

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik peyam şand Kongreya Asayî ya KNK’ê ya 17’emîn û bal kişand ser ‘Yekîtiya Neteweyî.’ 

Peyama Cemîl Bayik wisa ye: “Li Rojhilata Navîn, 3. Şerê Cîhanê ku hemû hêzên sereke yên cîhan û herêmê mudaxîl bûne û di navendê de Kurd û Kurdistan heye, pêk tê. Di navenda vî şerî de cihgirtina Kurd û Kurdistanê xwe disipêre sedemên dîrokî û rojane. Hêz û dînamîzma ku Kurdan derxistî holê, gelê me kiriye hêza guherîna demokratîk a sereke li herêmê.

Bê guman, di navenda vî şerî de cihgirtina Kurdan û Kurdistanê, hem ji bo gelê me derfetên mezin yên azadiyê raber dike, hem jî di nava xwe de taloke û metirsiyên mezin dihewîne. Hem nakokî û pevçûnên di navbera hêzên dagirker û hêzên navdetewî de,  hem jî yekbûna hêz û daxwaza gelê Kurd bi nirxên serdema me yên bilind dibin, bi nirx û daxwazên gerdûnî ên weke demokrasî, azadî, wekhevî û azadiya jinê re ji bo gelê me derfetên mezin yên azadbûnê derxistiye holê.

Bi têkoşîna dijberî DAIŞ’ê, hem di nezera gelên herêmê, hem jî di asta kûreyî de rol û mîsyon li gelê Kurd bar kiriye û Kurd anîne rewşa hêzek ku bilind dibe. Kurd êdî li Rojhilata Navîn bûne hêza sereke a serxwebûn, demokrasî û azadî, her wiha bûne hêza pêşeng a Şoreşa Rojhilata Navîn. Li Rojhilata Navîn êdî bê Kurd ne şer ne jî aştî pêkan e. 

Gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê destkeftiyên girîng bi dest xistine, li Rojhilata Navîn bûye hêza pêşengiya şoreşa demokratîk û bi civata navnetewî re têkiliyên bihêz pêş xistiye. Ev yek di hêzên dagirker de bûye sedema tirsek mezin. Vê rewşê, ev hêz ber bi lêgera sazkirina îtîfaqa dij Kurd ve biriye. Li ser vî esasî, dewleta Tirk a faşîst-qirker,  hewl dide Îran, Iraq û Sûrî careke din bikişîne nava polîtîkaya Kurd a klasîk.

Ev îttîfaqane, hem li dijberî qezencên gelê Kurd û hem jî li dijberî demokratîkbûna Rojhilata Navîn taloke û metirsiyek mezin e.

Eger di asta netewî de, polîtîkaya me ya bingehîn yekîtiya netewî û Kongra Netewî; di asta herêmî de jî înşakirina yekîneyên demokratîk be, wê gelê me azad bibe û Rojhilata Navîn demokratîk bibe. Lê belê eger polîtîkayên me negehe asta netewî, teng, parçeyî û parçekirî bimîne; her wiha asta herêmî û gerdûnî qezenc neke, bi Kurdistanê sînor bimîne, wê demê wê taloke û metirsî hîn mezintir bibe.

Pirsgirêkên ku têkildarî referandûma Başûr derketin, careke din derxist holê ka paradîgmaya Netewa Demokratîk û stratejiya ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşxistî çiqas rast e. Ji ber wê em ê di mijara vê pirsgirêkê de, li ser esasê xeta sêyem a Rêber Apo danî holê tevbigerin. Hikûmeta Başûr an jî hikûmeta Iraqê ku li ser esasê miliyetgerî an jî mezhebgeriyê tevdigerin, emê li kêleka yek ji wan û di pevçûnên di navbera wan de cih negirin. Ji ber ku li wir du polîtîkayên şaş hene. Em ji du şaşiyan yekî nabijêrin û tercîh nakin. Emê xeta xwe ya serbixwe, demokratîk û azadîxwaz bidomînin û nêzîkatiyek ku gelê xwe ji vê nakokî û şerî dûr bigire, esas wergirin. Ji bo çareseriya tevahî pirsgirêkên etnîk, olî, mezhebî û çandî, em ê çareseriya bi xweseriya demokratîk, sazkirina federasyon û konfederasyonan û înşaya netewa demokratîk esas bigirin.  

Yazarın diğer yazıları

    None Found