Ji xeraban netirse lê li başan bigere – Nurheq GULBAHAR

Der barê rabirdûya me de hest û zanyariyên me, du tiştên ji hev cuda ne. Hestên me yên ji bo dîroka me, hîmên me yên kesayet, regez û netew weke DNA ya ku di laşê me de digere, li gel me ne. Ji ber vê, taybetmendiyên me yên regez, herêm û gel di nav van de kesayet, cudabûnekê di hindirê xwe de diparêze. Lê zanyariya me ya der barê rabirduyê de ango bi gotineke din zanyariya dîrokê, tiştekî cuda ye û ew bi taybetî tê avakirin. Avakirina zanyariya dîrokê diyardeyeke gelekî îdeolojîke û dema ku mirov bi giştî lê dinêre avakirina vê diyardeyê, di destê serdestan de ye. Dîrok dîroka serdestan e, di nav vê de jî yên ku bi nirxin serkeftinên serdestane û bi navê mirovahiyê çi ji dest çûye, di ber keviya vê ferasetê de jî cihê xwe nagre.

Helbet her çend feraseta serdest nexwaze bibîne, rastiyê veşêre û bi hemu derfetên xwe ve, rastiyê ji holê rake jî, diyalektîka jiyanê feraseta kesayet, çîn û gelên ku vê serdestiyê qebûl nakin û li dijî wê radiwestin, weke kulîlkên di nav tehtan de şîn dibin, hebûna xwe nîşan didin. Şerekî dijwar di nav her du çemkan de, ji roja ku me nirxên dayikê, nirxên ku li derdora jinê ji dest da heta roja me ya îro berdewame. Lê rastiyek heye ku divê ji hêla me ve bi aşkerayî bê dîtin ev e; di hemû van pêvajoyên giran de, li her devera dinyayê diyardeya heyî, di dema herî kurt de, bi awayî herî xurt de xwe birêxistinkirina xirabiyê ye. Xirabî, xwe digihîne hevdû. Xirabî, berjewendiyên xwe dike yek. Xirabî, exlaq û pîvan ji bo berjewendiyên serdestan weke amûrên zeximkirina berjewendiyan e. Xirabî, bi hezar û yek dolaban her car rupoşekî dide ber rûyê xwe û berdewamiya xwe pêk tîne. Kurt û cewherî xirabî bi her hêlî ve  birêxistinkiriye.

Herî dawî tişta ku di vê demê de rû da jî, dîsa bi me da nîşan bê hêzên serdest, zilhêz ango xirabî çendîn birêxistinkirîne û çawa digihîjin hev. Der barê Bakûr û Rojhilatê Surî de daxuyaniya Koşka Spî ya DYA, tifaqa qirêj a serdestan nîşan dide. Statuya netewperest a dewleta Tirk ku li hemberî her cure destkeftiyên Kurdan refleksa nerazîbûn û hewla çewisandinê nîşan dide, dîsa bi hezarûyek bazar û dolaban, bi bazarên qirêj di nav tifaqa serdestî û xirabiyê de cihê xwe girt û ji bo mudaxeleya destkeftiyên Kurdan ên li Bakûr û Rojhilatê Surî, derfetekê peyda kir. Divê em zêde ecêbmayî nemînin ji ber ku diyalektîka serdestî û xirabiyê, tifaqê ferz dike. Dîroka me Kurdan bi mînakên bi vî rengî dewlemend e, mixabin. Tişta grîng ew e ku gelo me avakirina tifaqa başan, tifaqa mazlûman, bi awayekî xurt çiqas pêk anî? Ji ber ku ji bo me xala herî grîng a divê bê kirin ev tifaq e. Hêza ku karibe van hesabên qirêj ên serdestan xira bike, sengera mirovahiyê xurt bike, ev tifaq e. Bi hemû pêkhateyên li ser vê erdnîgariyê, avakirina hizr û hest û feraseta jiyaneke bi rûmet û azad, wê hevgirtineke ku îlham bide her deverê, pêş bikeve. Yên ku aqilmendên dewleta Tirk in û rêgeha serkeftina xwe ya qirêj nişanî dewletê didin, herî zêde balê dikşînin ser vê yekê. Bi taybetî hevgirtina Kurd, Ereb, Aşûr, Tirkmen û gelên din ên herêmê ku di encama êrîşa dewleta Tirk de werin gel hev, di heman çarenûsê de hevpar bibin, di heman çeperê de şer bikin û di heman goristanan de bi heman armancî bi heman wateyê bên pênasekirin, wê dahatûyê jî hevpar bike. Helbet wê ev hevgirtin li hemberî tifaqa serdestan şerekî dijwar li dar bixîne ku çawa di dîroka me de nimuneyên îxanet û bazarên qirêj hene, di heman demê de nimûneyên bêhempa yên berxwedanê jî ev dîrok xemilandiye. Serberziya Kobanê nimûneya herî binirxe û di bîreweriya me de gelekî taze ye.

Ji bo vê tifaqa bi rûmet, li gel hevgirtina gelên herêmê, di heman demê de bi giştî helwesta me ya Kurdistanî jî di mîhwera mijarê de cihê xwe digre. Em weke Kurd jî di îmtîhanekê de ne. Em çiqas li gel hev in û gelo rihê seferberiya Kobanê wê çawa ber bi pêngaveke berztir were avakirin? Ji bo ku em ji vê îmtîhanê bi awayekî serkeftî derkevin divê bi yek helwest û bi yek hest li derdora parastina destkeftiyên xwe yên li Bakûr û Rojhilatê Surî derkevin. Em bi xalên curbecur ên talî ve tên mijûlkirin ku ev rêbaz rêbazekî kevn ên deshilatdaran e. Ev rêbaz enerjî, hêz û hedefa dijberî xwe bi tiştekî lawaz û xalî dike lê ew bi xwe berê xwe dide armanca xwe ya esasî. Di roja me ya îro de jî tişta ku li Bakûrê Kurdistan diqewime hinekî ev e. Her wiha, parçebûyîna Kurdistanê jî weke çekekê bi kar tîne û di vê serdema ku dinya bûye weke gundekî, Kurdên parçeyekî bi parçeyên din biyanî dike. Ji bo Kurdên me yên li Başûr jî mixabin ev xeterî heye ku çavkaniya xwe ji hêzên Başûr ên serdest digre. Yekîtiya me pêwistiya me ya herî bingehîne. Di vê dema werçerxê de, ezmûnên ku me ji dîroka xwe derxistiye, hişmendiya me ya nû ku him ji bo vê serdemê û him jî ji bo serdema li pêş me, ji her hişmendiyê nûjen bi hêztir e, rênîşaneyên me yên ronak in.

Di vê pêvajoya dijwar de ku xwedî wateyeke werçerxî ye, li hemberî xwe birêxistinkirina xirabiyê, pêwîstiya me jî bi rêxistinkirina eniya başan û dîdara hev heye. Xirabî xwe li hev dipêçe, valatî di nav vê xwe pêçandinê de nahêle. Wê demê divê çepera gelan, çepera mazluman û ya başan jî le hev bigerin, li derdora hev çepera xwe qewîm bikin ku jiyaneke bi rûmet û dahatûyeke aram bi dest bixin.

Serdêra nivîsê weke kotahiya nivîsê dubarekirin lê bi şêwazekî din wê di cih de be; Dema ku yên baş dîdara xwe ava dikin, yên xirab ji siya wan ditirsin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found