Ji ya xwe nayên xwar berxwedanê geş dikin

Jin ji her salê zêdetir îsal wateyê didin 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî şideta li jinê. Ji ber ku di erefeya salvegera qetilkirina her sê Xuşkên Mîrabel de dîsa jinên çalak yên li azadiyê digerin dibin hedefa êrişên dagirkeran. Tên kuştin, destdirêjî li wan tê kirin, û bi awayekî hovane bi bedenên wan tê listin. Îro, salvegera qetilkirina sê xwişkên Mîrabel (Patria, Minerva û Maria Mîrabel) e. 59 sal berê ango di 25’ê mijdara sala 1960´an de li Komara Domînîkê sê xweşkên şoreşger ku li dijî dîktatoriya Trujillo têdikoşiyan, dest avêtin wan û paşê bi awayekî hov di bin navê qezaya trafîkê de hatin qetilkirin.

Di sala 1981´ê de Lijneya Jinan a Emerîkaya Latînî civiya û 25´ê Mijdarê wek roja ‘têkoşîna li dijî tundîtiya li jinan’ ragihand. Paşê di sala 1999´an de Neteweyên Yekbûyî jî ev roj wek ‘Roja Têkoşîna Navneteweyî bo Jiholêrakirina şideta Li Hemberî Jinan’ pejirand. Ji wê rojê û vir de, di 25´ê Mijdarê de li seranserî cîhanê jin dadikevin meydanan û şideta li hemberî jinan şermezar dikin û daxwaz dikin ku bi destûr û qanûnan jî berê şideta zayendî bigirin. Lê mixabin tevî ku sal û meh derbasbûn jî ne destûr hatin guhartin û ne jî dawî li kuştin, xwe kuştin, destdirêjî û şidetê hat. Dibe ku dem û cîh hatin guhartin lê kiriyarên li dijî jinan bi heman şêweyî xwe dubare kirin.

Bê edaletî û newekhevî bû rêgeza sereke ya serdestan. Jinên ku li hemberî vê pergala yekparêz û dîktator serîhildan yan hatin qetilkirin yan jî hatin bê dengkirin. Lê agirê dilê jinên azadîxwaz venemirî û her ku çû bilindtir bû. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe helwêst û armanca jinan yek e. Ji lewma êrişên li dijî wan jî gelek dişibin hev. Bi çend mînakên ku ez li xwar dixwazim xêz bikim wê ev yek baştir bê fêmkirin. Di 9’ê Çileya 2013´an de li navenda Parîsê sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bêbextî ji aliyê sîxurê MÎTa Tirk ve hatin qetilkirin. Dîsa Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir û aktivîsta TJA’yê Fatma Ûyar di dema berxwedana rêveberiyên xweser de di 6’ê Çileya 2015’an de li Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Herî dawî jî çeteyên dewleta Tirk di 12’ê Cotmeha 2019’an de, sekretera giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef destpêkê bi saxê girtin û kuştin, û paşê îşkence li cenazeyê wê kirin. Di 14’ê Cotmehê de dayê Aqîde ku ji bo axa xwe biparêze wek mertalên zindî diçû Serêkaniyê bû hedef. Di 21’ê Cotmehê de şervana YPJ’ê Amara kobanê ku çeteyên Erdogan li hemberî cesareta wê têk diçûn, li ser bedena wê ya bêrih îşkence kirin. Belê êrişên li dijî jinan ewçend dişibin hev. Lê li dijî wê hovîtiyê berxwedana ku di şexsê sê Xwişkên Mirabel de li dijî Komara Domînikê ku ji aliyê dîktator Trujillo ve  dihat meşandin destpêkir niha bûye berxwedana hemû jinên li heqîqet û azadiyê digerin.

Ev berxwedana van jinan ya li hemberî dîktatoriya faşîst, têkoşîna jinê li dijî her cûreyên şidetê bilindtir kir. Jinên Kurd îro li çar aliyên Kurdistan û cîhanê û bi hêza xwe ya rêxistinî tola salan hiltînin. Bi taybetî berxwedana jinê ya li eniyên şer tirs û xofeke mezin xistiyê dilê dijminên jinan. Têkoşîna wan ji bo jinên cîhanê hemûyan bûye çavkaniya hêvî û baweriyê. Îro bi pêşengiya jinên Kurd li rojhilata Navîn û Kurdistanê bûye meydana şer. Di vî şerê meydanî de şêwazên herî qirêj, giran û hovane yên şidetê jî dibin para jinan. Lê jinên ku îlhama xwe ji vê dîroka tijî berxwedan digrin li dijî her cûre êrişê berxwedanê geş dikin.

Yazarın diğer yazıları