Jin bi berdêlan destarê azadiyê dihêrin

Dîroka jinê ya ku ev pênc hezar sale ji aliyê sîstema zilamperest ve hatiyê înkarkirin ji nû ve tê nivîsandin. Lê ev yek ji roja destpêkê û heta niha bi berdêlên giran tê bidestxistin. Ji ber ku azadî ne tiştekî hêsan e, azadî nayê dayîn! tê standin.

Ji lewma jî jin ji bo mafên xwe bi dest bixe bê dudilî têdikoşe û di oxira wê de berdêlan dide. Di sedala 21. de gelek jinên çeleng û leheng canê xwe dan û didin. Her yekê ji wan jî bi sekn û berxwedana xwe li ser navê mirovahiyê destan nivîsandin. Çiqasî berdelên giran hatibin dayîn, ewqasî pêşketin jî mezin bûne.

Weke ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan jî gotibû; ‘’Ger azadî hêsan bûna wê Ronahî û Berîvan xwe neşewitandana.’’ Ev  jî ji me re dide nişandan ku azadî bi hêsanî nayê bi destxistin. Li ser vî bingehî di pêşengtiya tevgera azadiya jinên Kurd de, têkoşîn gelek berfireh bû û bala her kesî kişand, di raya gîştî de, piştgiriya tevahî jinê azadîxwaz girt.

Ya ku herî zêde di vê tekoşînê de xwe rast li hember pîvanên azadiyê xist lêpîrsînê û bi wêrektî gav ji bo azadiyê avêtin jina şoreşger Sakîne Cansiz Sara bû. Ew di heman demê de yek ji damezrînera tevgera azadiya Kurdistanê bû. Wê di pêşketina tevgera azadiya jinê, partîbûn û arteşbûna wê de gelek ked da.

Ew bi ‘’jiyana xwe ya ku tîmî bi şer derbas kir,’’ ji bo tevahî jinan bû pîvan û bû riya ronahiyê. Ji lewma li navênda Modernîta kapîtalist bû heder û di 9’ê cotmeha 2013´an bi bêbextî hat qetilkirin.

Lê li ser mîrasa yên weke wê niha li Bakûr, li Rojhilat, li Rojava, li Başûr, Şengal û derveyî welat têkoşîna azadiya jinê gihaştiye asteke stratejîk û ev rewş azadiya gelan misoger dike. Ji ber ku azadiya civakê, girêdayî asta azadiya jinê ye. Li ser vî bingehî niha guhartinên gelekî mezin di nava civakê de hatine çêkirin.

Jin li qadên civakî, çandî, aborî, siyasî û leşkerî bi nasnama xwe têdikoşe, diguhore û dide guhartin. Bê guman ev pêşketin di encama hewildanên mezin û berdelên gelek giran de hatin qezenc kirin. Gelek jinên çeleng di vê oxirê de bûn cangorî. Xelekên berxwedanê ku ji Sakîne Cansiz destpêkir bi Şîlan Kobanê, Çîçek Botan û Hevrîn Xelefan bû sembola bi dehan destanên berxwedana mezin. Tovê ku keça Kobaniya Berxwedêr Meysa Baqî bi navê tê nasîn Şîlan Kobanê reşand niha bi hezaran Şîlan bişkivîn û şaxên xwe belev kirin.

Herî dawî li Dêrsimê Çîçek Botan ku yek ji avakera artêşa jina Kurd bû di oxira azadiyê de canê xwe feda kir. Wê weke lêgereke heqîqetê li qadên herî dijwar şer kir û bû  xwedî tecrûbeyeke xurt. Têkoşîna 28 salan a Çîçeka Botanê awêneya têkoşîn û artêşbûna jina Kurd diyar kir.

Ew bi ked, dilsozî û wêrekiya xwe fermandara çiyayên Kurdistanê bû. Çîçek û Şîlanan bi vê keda xwe ya bê hempa deriyê azadiyê li tevahî jinên li azadiyê digerin vekirin. Ji lewma niha mirov dibîne bi qasî berdelên hatine dayîn, ewqas jî qonaxên girîng hatine bihurandin. Bêguman ked û hewldan hewante neçûne. Azadî bi qasî sibê nêz e.

Gihîştina heqîqetê teqez bi bilindkirina têkoşîna azadiyê gengaz e. Li ser vî esasî heqîqet ne dûr e, nêzî me ye. Weke ku Rêberê gelê Kurd Abullah Ocalan dibêje; ’ger armanca me bi qasî tavê zelal be, em ê rê û rêbazên xwe jî peyda bikin.’ Jinan êdî rêya azadiyê dîtine û tahma azadiyê kirine. Bayê azadiya jinê rabûye. Ew li her qadê destarê azadiyê dihêrin û dîroka azadiyê ji nû de dinivîsînin.

Yazarın diğer yazıları