Jin nîv mirov in di çavê wan de!

Dîsa Komara Îslamî ya Îranê dixwaze bi hilbijartineke din a şematîk temenê xwe yê desthilatdariyê dirêj bike. Jixwe, nedemokratîkbûna vê hilbijartinê ji wê dest pê dike ku kesên xwe ji bo serokkomariyê wek namzed dest nîşan dikin, beriya her tiştî ji aliyê Konseya Melayan (Şûrayê Nigehban ku ji 6 kesan pêk tê) ve tên diyarkirin. Kesên di Konseya Melayan de hemû mêr in jixwe. Ew jî kesên ku di bin navê şerîetê de ti caran mafê jinan nas nakin, heta jinan wek tam mirov jî nabînin û jin ji bo wan nîv-mirov in. Di serî de diyar dibe ku ti caran şansê jinan yê ku bibin Serokkomar tineye, ji ber ku nîv-mirov in! Li aliyê din kesên ji bo namzediya serokkomariyê divê xwedî çend şertan bin. Yek ji wan şertan ew e ku divê Şîe bin. Ev di rewşekê de ye ku Îran mozaîka olan e. Di serî de Kurd û gelek neteweyên ku olên wan cuda ne, nikarin ti caran di vê rejîmê de bibin Serokkomar. Bi têgîneke bi vî rengî ya ji rêvebirina civakê re Îran behsa demokrasî û hilbijartinan dike. 

Ger êşên civak û neteweyên li Îranê ji destê vê rejîmê carekê be, yên jinan çendî caran e. Ji şahên Îranê bigire heta melayên îro, hemiyan li gorî berjewendiyên xwe jin bi kar anîne. Rizaxan bi zexta li ser jinan, hewl dida civaka Îranê restore û reformîze bike. Bi darê zorê ew neçar dikirin ku dest ji cil û bergên xwe yên neteweyî û herêmî berdin û ya ew dibêje li xwe bikin. Îro jî melayên Îranê heman tiştî dikin, ew jî dîsa bi darê zorê jinan neçar dikin ku ji bo wek daxwazên wan tevbigerin. Jinan li dijî zilma Şahên Îranê gelek têkoşîn kir, hatin heta şoreşa 1979’an. Dema daxwaza mafên xwe kirin, gotin niha ne dema mafê jinan e, mijar mijareke neteweyî ye û divê jin niha bêdeng bin. Şoreş çêbû. Jinan dîsa daxwaza mafê xwe kir, vê carê gotin şer heye û divê jin di eniyên şer de li pişta mêran be, jinan ew jî kir û ji vê û zêdetir jî kir. Paşê meclîs ava bû û qanûna esasî hat nivîsandin. Ji serî heta binî di bin navê şerîetê û parastina nirxên olî û nûnertiya xwedê de, qanûna esasî li dijî jinan hat nivîsandin. Di qanûnê de jin bû nîvê mêr, di rewşekê de ku tevahiya barê şoreşên Îranê li ser milê jinan bû. Dema jinan îtiraz kir, gotin hûn li dijî qanûnên xwedê disekinin û sûcê we jî cezayê îdam û sengsareyê pêwîst dike. Di bin navê dijberiya bi xwedê re jin heta niha jî tê mehkûmkirin.

Mihemed Xatemî serokkomarê berê yê Îranê, bi gelek gotinên xemilandî hat ser desthilatdariyê. Lê li pêş çavên wî hêzên tarî di salên 1998’an heta 2003’an de gelek jinên rewşenbîr û xwendekar di zînandan de qetil kirin, deng jê derneket. Yan jî pariyek ji devê xwe mezintir rakiribû! Jixwe, serdema zêrîn a Ehmedî Nijad tê zanîn! Wek ku Xatemî pirr pêşî li jinan vekiriye, heta jê hat bi hêz û polîsên taybet mudaxeleyî tevahiya jiyana jinan kir. Titşên Konseya Melayan jê re gotin, yek bi yek di serî de li ser jinan ceribandin. Paşê dîsa kesekî wek Xatemî, Hesen Rûhanî hat ser desthilatdariyê. Ger mirov di serî de temaşeyî qanûna li dijî jina Îranê bike, hatin û çûyîna van serokkomaran bêguman wê ti derdekî jinan çareser neke û jixwe hêviyeke wisa jî tineye. Lê tişta em dixwazin balê bikşînin ser, bikaranîna jinan a ji bo armancên xwe yên li dijî jinan in. Ango bi awayekî, jin bi destê jinê tê kuştin û tinekirin. Rûhanî ewqasî behsa mafê jinan kir, lê nekarî guhertineke bi qasî serê derziyê jî di rewşa jinan de çêke. Jin hêj nikarin wek temaşeker biçin stadyûmên sporê. Hêj jin nikarin bê destûra mêr yan jî bavê xwe biçin derveyî welat, vîze ji wan re nayê dayîn. Di dema Rûhanî de gelek konserên ku jin tê de beşdar bûn, ji ber ku mûzisyen jin bûn, hatin qedexekirin. Qanûnên Bilindkirina malbatê ya ku projeya Rêberê Îranê, Elî Xameneyî bû, di meclîsê de hat erêkirin. Li gorî vê qanûnê jin ew dayika dilsoz e ku divê her tim di bin emir û nihêrînên mêr de amade be û jê re zarokan bîne. Tam ew nêrîna Erdogan a ji jinan re ku jina kamil ew jin e ku zarokan bîne. Hêj gelek jin di girtîgehan de ne, di grevan de ne. Gelek jin ji kar hatine dûrxistin. Rêjeya bikaranîna madeyên hişber di nava jinên Îranê de her ku diçe zêde dibe. Bi salan e ku gelek jin yan tên kuştin yan jî xwe dikujin. Ya herî bi êş jî ew e ku rejîm bi behaneyên cûr bi cûr salê bi dehan jinan dibe ber darê sêdareyê. Tiştên xuya dike, Rûhanî tenê piyonek e û bi rastî jî nekariye ti guhertinên ku beriya bi çar salan behsa wan dikir, pêk bîne. Ji bo wê jî wê ev rical û zilamên siyasî werin herin, lê qanûna wan dibêje; jin nîv-mirov e! Wê demê bila hêviya dengan jî ji nîv-mirovan neyê kirin!

Yazarın diğer yazıları