Jin parastina xwe dikin

HPC-Jin 18 hezar û 692 jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê fêrî bikaranîna çekan û rêbazên xweparastinê kirin. Endamên Hêzên Parastina Civakî li taxên xwe nobetê digirin û li ser bendên kontrolê disekinin.

ŞÎNDA EKREM / ANHA/QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakê HPC-Jin 18 hezar û 692 jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê fêrî bikaranîna çekan û rêbazên xweparastinê kirin. Her wiha dersên bîrdozî dan zêdetirî hezar û 219 jinan. Jinên ji pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî li dijî her cûre êrişê xwe perwerde dikin. Hêzên Parastina Civakê ya Jin (HPC- Jin) di mijara parastinê de roleke girîng dilîze. HPC-Jin ji destpêka hatiye avakirin ve bi YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê re di xetên pêşîn ên berxwedanê û şerê li dijî çeteyan de parastina herêmê dike. Her wiha xwe di nava hemû taxan de bi rêxistin kirin dike û parastina bajarên xwe dike.

HPC-Jin tabûrên xwe ava kirin

Ji destpêka sala 2015‘an û avakirina komînan li Rojava, ji bo rêxistinkirina civakê di her qadan de; civakî, xizmetguzarî, aborî, jin, ciwan û xweparastin komîteyên komînan hatin avakirin. Di komînan de komîteyên Lihevanîn, Tenduristî, Aborî, Perwerde û Parastinê hene. Komîteyên Parastinê yên komînan Hêzên Parastina Civakî ava kirin ku xwe dispêre 3 lingên sereke “Rêxistin, Parastin û Perwerde”. Hejmara endamên komîteya Parastinê yên komînan ji 4 heta 15 endaman e ji bo her komînekê. Li ser vê esasî jinan xwe di nava Hêzên Parastina Civakî de bi rêxistin kirin, piştî konferansa yekemîn ku di 2‘yê Tebaxa 2016‘an de hate lidarxistin, HPC-Jin tabûrên xwe di nav van koman de ava kirin.

Di eniyên pêşîn de cihê xwe digirin

Piştî ku gefên dewleta Tirk li dijî herêmê zedebûn jinan jî ji bo parastina xaka xwe zend û bend badan. Hêzên Parastina Civakî HPC–Jin hezar û 219 jin ên endamên saziyên sivîl tevlî perwerdeyên bîrdozî kirin. Her wiha li derdora 18 hezar û 692 endamên din jî fêrî bikaranîna çekan kirin û dersên rêbazên parastina rewa dan wan. Jinên ji hemû bêşên civakê û ji her temenî di nava vê perwerdê de cîh girtin û xwe perwerde kirin. Endamên Hêzên Parastina Civakî li taxên xwe nobetê digirin û li ser bendên kontrolê disekinin. Her wiha dewriyên şêvê dimeşînin û di dema şer û êrişan de di eniyên pêşîn ên berxwedanê de cihê xwe digirin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found