Jin û akademî

Zozan SÎMA

Jin ji bo mafê perwerdeyê bi dest bixin, li zanîngehan bixwînin û di qada akademîk de cîh bigirin têkoşînek mezin dan. Zayîndeperestiya di zaniste de û mijara azadiya jinê yek ji pirsgirêka herî giran a civakê ye. Ji bo van mijaran di qada zanistê de pênase bikin jî beşên lêkolînên jinê û lêkolînên zayendiya civakî vekirin. Lê ev destketiyên ku me bi du hevokan anî ziman ewqas hêsan nehatin bidestxistin. Ji bo pêşî li van daxwazên jinan bigirin, heta gotin, eger mêjiyê jinan pêş bikeve wê malzaroka wan zuwa bibe, nikarin zarokan bînin dinê û wê bibin weke mêran.

Li Zanîngeha Rojava ji bo em beşeke jîneolojiyê vekin dema me guftugo meşand, me ev têgihiştinên berê û aliyê wê yê dîrokî jî qet ji bîr nekir. Lê di rastiyê de yê ku hişt ev beş bibe pêwîstiyek, pêdiviyên şoreşa jinê bûn. Di konfederalîzma jinê de pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev hebû û ji bo vê tevlîbûneke çalak ya jinan pêwîst bû. Tevî vê yekê di vê qadê de dema kar were meşandin, cinsiyet jin be jî ev bi tena xwe têrê nake. Divê zanistiya jinê hebe. Eger hûn hevserokatiya şaredariyê bin, hûnê bibînin ku avahîsaziya ku mêr çêkiriye û bi rêvebiriye, di projeyan de jin û zarok nefikirî ye. Ji ber vê yekê divê hûn di biryarên xwe de hewl bidin ku van li gorî pîvanên estetîk yên jinê ava bikin. Eger hûn di qada aboriyê de xebatê bimeşînin, divê bizanin dûrxistina jinê ji aboriyê, nirxandina keda jinê, xizankariya jinê û şîdeta aborî ya li ser jinê û encamên wê çi ne.

Ji bo jin karibe di siyasetê de nûnertiyeke baş bike, divê derbarê jinan de agahî û zanisteke pir alî jî hebe. Ji ber vê yekê hedef ew bû ku bi fakulteya jîneolojiyê em karibin bingeheke akademîk ya pêdiviya jinê pê heye saz bikin.

Dema me rastiya civakî ya Rojava û Bakûrê Suriye jî da ber çavan, me dît ku rejîma BAAS´ê komkujiya herî mezin di qada têgihiştinê de kiriye. Sereserî, jiberkirin û li gorî şêweyê nirxandin, mîna ku di rihê însanan de bi hostatiyeke mezin hatibû çandin.

Dema me dersên jîneolojiyê û naverokên wan amade kir, me hewl da ku di plansaziyê de hem pêdiviyên şoreşa jinê hem  rastiya civaka rojava li ber çavan bigirin. Jîneolojî di warê sazîbûn, têgeh û teoriyê de hîn nû gav diavêt û ji ber vê yekê me dizanîbû ku me dest bi karekî zehmet kiriye. Lê belê her çend kêm be jî weke gelek tecrûbeyên Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê, me xwest ku dema me ev kar meşand em fêr bibin û tiştên ku em fêr bûn jî pêk bînin. Tecrûbeyên navendên lêkolînên jinan, tecrûbe û destketiyên tevgerên jinên cîhanê, çavkaniyên Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê me ji xwe re weke bingeh girt. Pirtûk û fikrên Abdullah Ocalan ku fikrê jîneolojiyê derxiste holê jî çavkaniya me ya bingehîn e.

Di fakulteya jîneolojiyê de ev du salin ders tên dayîn. Îsal wê şagirtên yekem vê fakulteyê temam bikin. Dîrok, felsefe, wêje, etîk-estetîk, siyaseta demokratîk, aboriya komunal, jiyana hevbeş, tiba xwezayî, dîroka jinên cîhanê, parastina cewherî, ekolojî, rê û rêbazên lêkolînê, nêrîna jinê, teolojî û di gelek mijarên din de ders hatin dayîn. Bi taybet dersa zimanê kurdî jî bi berfirahî hate dayîn. Ji ber ku rejîma BAAS´ê jî weke dewlet netewên din yên serdest dibistan kiribûn cihê asîmîlasyonê. Dema me ders da me hewl da ku mamosteyên dersan û materyalên wan jî bi hev re amade bikin. Ev xebat hîn dewam dikin.

Me şagirtên xwe jî tevlî vî karî kir. Ji bo em têgihiştina jiberkirinê bişkînin û danûstandinên bi civakê re xurt bikin jî me hewl da şagirt jî civaka xwe lêkolîn bikin. Weke mînak; li dersa ku me li ser sembol û nîşaneyên xwedavendan dabû, em li ser sembola dara jiyanê jî sekinî bûn û me ji şagirtan re gotibû ku dikarin vê sembolê li ser neqşên jinan û di deqên bedenên wan de jî bibînin. Şagirtên me ku êdî bi vî çavî li neqşên pîrikên xwe û deqên di bedenan wan de nêrîn, wate dan gotin ku piştî dersa jîneolojiyê têkîliyên wan yê bi pîrikên wan re guherî ye. Diyar kirin ku nêrîna wan a ji bo nirxên wan yên çandî ne weke berê ye. Xwendekareke me ku gelekî bêdeng û girtî bû, piştî dersa zanistiya civakî, li dijî şifêrekî taksiyê yê ku axaftinên zayendî kiribûn derketibû. Weke bûyereke mezin a serketinê behsa vê dikir û digot, “Berê ez ne di ferqê de bûm ku bi têgihiştina zayendîperest diaxivin û cesareta min ku ez li dijî vê derkevim jî tine bû.” Her weha şagirteke me ya ciwan bi van agahiyên ku bi heyecaneke mezin fêr bûbû, ji ber êdî li cihê ku diçûyê karibû nêrînên xwe bîne ziman û binirxîne serbilind bû û baweriya wê pêş ketibû. Wê jî diyar kir ku yên malê jî ev guhertina tê de dîtine û ji ber vê kêfxweş bûne.

Di dawiya her pêvajoyê de me guhertinên ku di wan de çêbûne nirxandin û ev bûyerên ku anîn ziman der barê naveroka jîneolojiyê û rêbazên wê de rê nîşanî me jî dan. Bê guman hîn jî gelek pirsgirêk û mijarên ku divê em bi wan re mijûl bibin hene. Saziya malbatê û ol jî rolên kevneşopiyê ferz dikin û di vê mijarê de gelekî bi bandor in. Ji aliyê din ve serdestiya mêr dixwaze bi tarzê kapîtalîzmê xwe ji nû ve saz bike û di mijarên moda, kozmetîk, azadiya cinsî de ji xwe re cîh veke. Gelek diyar e ku jinên ciwan di navbera van her du sîsteman de mane. Şoreşa jinê hem li dijî saziyên paşverû yên serdestiya mêr hem jî li dijî şaşiyên azadiya sexte ya kapîtalîzmê jî têdikoşe. Ji ber ku kapîtalîzm nû dikeve Rojava, divê em jinan di vê mijarê de hişyar bikin. Gelek tiştên kozmetîk ku êdî li piraniya welatan ji ber zirarê didin tendûristiyê nayên bikaranîn, li vir tên firotin. Ji bo em zirarên ku ev didin tendûristiyê vebejin jî lêkolînan dikin. Li dijî vê yekê em hem xweşikbûnê di warê felsefî û hunerî de guftugo dikin, hem jî hewl didin ku ev têgihiştina ku jinê weke hebûneke cinsî pêşkêş dike eşkere bikin. Lê belê di heman demê de em dixwazin ji bo berhemên xweşikbûnê yên xwezayî jî derfetan biafirînin. Di gelek mijarên din de ji bo tenê em rexneyan û dijberiyê nekin, tevî vê yekê têgihiştina bingeha vê çêdike jî eşkere bikin û alternatîfan biafirînin, di dersên xwe de li ser van mijaran disekinin.

Di hemû fakulte û beşên Zanîngeha Rojava de jîneolojî weke derseke zarûrî tê dîtin. Her weha dem bi dem mamosteyên zanîngehê jî di van mijaran de tên perwerdekirin. Ji ber vê yekê fakulteya jîneolojiyê di heman demê de ji bo li Zanîngeha Rojava pergala jinê pêş bikeve û kûr bibe jî xwedî roleke girîng e. Fakulteya jîneolojiyê hewl dide gavên xwe yên destpêkê bi awayekî dilnizmî biavêje. Lê em di wê ferqê de ne ku hîn li pêşiya me rêyeke dirêj heye û pêwîst e ku em xebateke hîn berfirehtir bimeşînin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found