Jin û Êzdayî

Di vê nivîsa xwe de jî ez dixwazim hinekî ji we re qala rola jinên Êzîdî bikim. Bêguman mijareke gelek kûr û berfireh e.

Lê ez ê hewil bidim bi çend minakan behsa taybetmendiya jin û civakê bikim. Civaka Êzîdî ji ber ku civakeke xwezayî ye qîmeteke mezin dide xweza û siruştê. Ji ber ku jin jî parçeyekî esasî yê xwezayê ye di nava civakê de cihê jinê taybet e. Li gorî mitolajiya ola êzî jin xwedî qedr û qîmetekî mezin e. Di baweriya civakê de gelek xwedawendên jin hene, yek ji wan Îştar e yanî Star e ku hîn jî Kurd baweriyê pê tînin. Heta îro jî gelek kes bi xwedawenda Starê bawer dikin. Û bi gotina ya star hewara xwe jê re dibin.

Star bi xwe xwedawenda av, hewa, xweza û bi gistî xwedawenda evîn û hezkirinê ye. Dîsa xatûna Fexra heye. Xatûna Fexra jî xwedana zayînê ye. Xwedana bereket û zêdebûnê ye. Beşek ji jinên civaka ezdayî ji bo Xatûna Fexra rojiyê digirin lê belê ne ferz e ku her jinek bigire. Li hin herêmên Kurdistanê ji Xatûna Fexra re “Xas” an jî “Xasa” tê gotin. Yanî kesa qenc, kesa baş. Dîsa tê zanîn ku ji marolê re jî xas dibêjin. Ji ber vê yekê beşek ji kurdên êzidî ji bo rêza Xatûna Fexra yanî ji bo rêzgirtina “Xasa”, marolê yanî xasê naxwin. Di pirtûka pîroz de jî behsa vê yekê tê kirin. Di nava civakê de di şerê eşîran de jî jin û zarok nabin hedefa êrişan. Ew hatine parastinê. Mafê wan ê destlênedanê heye. Dema yek bikeve pişt dergûşê, ji êrişê xilas dibe. Ev çand heta roja îro di nava baweriyan hemûyan de heye. Ev jî dide diyar kirin ku baweriyan hemûyan bandor li hev kirine; ji ber hev girtine. Dema şerek hebe, jin herin hewarê şer radiweste.

Dema jinek bikeve navbera du eşîran û laçika li serê xwe, poşiya li serê xwe rake û pavêje erdê, her du alî jî disekinin.

Di warê zewacê de jî tekzewacî esas e. Ger jin sax be, mêr nikare bi jineke din re bizewice. Yanî pirjinî yan jî pir zewacî qedexe‎ ye. Eger kesekî yan tek û tûk hin kesan pîvan binpê kiribin jî, heta niha civakê ev yek helal nekiriye. Ji ber ku di nava civaka êzidî de pirzewacî heram e. Lê mixabin ne tenê di vê mijarê de di gelek aliyan de civak ji der û dorê xwe bandor bûye. Dîsa ji ber ferman û serpêhatiyên civakê gelek tiştên pîroz yên civakê hatine windakirin. Yanî dema mirov bi rewşa civakê û bi taybet ya jinê dakeve divê mirov berê û niha ji hev cuda bike. Îro em dibînin ku hinek guhartin ji mecbûriyetê bin jî lê gelek aliyên civakê bi demê re hatine helandin û şibiyane der û dora xwe. Di nivîsa xwe ya bê de jî ez ê ji we re qala rola jinê ya di rêûresma olî de bikim.

Yazarın diğer yazıları