Jin wê li Îranê qanûnên azadiyê daynin!

GELAWÊJ EWRÎN

Jinên Îranê pêşengiya çalakiyên van demên dawî li welat dikin. Di rastiyê de çalakiyên jinên Îranê ji niha ve destpê nekiriye. Bi salan e jin tekoşîna azadiyê dikin. Şêwaz û dem dibe were guhertin, lê belê ti caran armanca wan bingehîn a wan nehatiye guhertin. Yên herî zêde bedîl dan û daxwazên wan hat paşguhkirin, jin in. Yên herî zêde hêviyên azadiyê di welat de şîn kirin û paşê dengê wan di bin navê gotina xwedê de hat birrîn, dîsa jin in. Ji bo wê jî ya herî pêwîstî bi azadiyê dibîne, his dike, pê bawere û amadeye di oxira wê de canê xwe jî feda bike, dîsa jin e. Ji bo wê jî pêşengiya jinan di van çalakiyên vê dawiyê de mijarek e ku divê rast were xwendin. Komara Îslamî ya Îranê bi qanûna şerîetê jin ji hemû warên civakî derxistiye û xwe li hebûna wê ker û kor kiriye. Li gel van qanûnan jî dîsa jinan ya xwe kiriye û li dijî her cure qanûnên dijî jinê sekinîne.

Ya jinên Îranê pê bawer dikin û têkoşîna wê dikin bi ya rejîma îslamî di çarçoveya şerîetê de li ser jinan ferz dike, gelekî cêwaz in. Ya herî girîng, jinan ti caran qanûnên heyî ji xwe re qebûl nekirine û wan hewl daye bi awayekî li derveyî wan tevbigerin. Rexmî van qanûnan jina Îranî xwestiye bibe ya xwe û li ser piyan bimîne. Qanûna ku li gorî xwestek û meyla mêr hatiye danîn. Civaka Îranê jixwe, di warê çandî û baweriyê de ti caran qanûna heyî ya Îranê nepejirandiye û her tim hewl daye rêya çareseriya xwe, bixwe diyar bike. Ji bo wê jî beşdarbûna îro ya jinên Îranê tenê bi îro dest pê nekiriye û xwedî rabihuriyeke dûr û dirêj e.

Di çalakiyên van demên dawî de herî zêde girseya jin bi awayekî çalak beşdar dibin. Bi rastî wêne û dîmenên gelek bi wate hene ku hêjaye mirov behsa wan bike. Jixwe, çalakiya Çarşema Spî ya ku niha li tevahiya Îranê belav bûye, jinan da destpêkirin. Jina ciwan a bi navê Şahperek, laçika xwe ya spî bi serê darekê ve kir û li pêş çavê her kesî li ba da û hicaba bi zorê proteso kir. Ew girtin lê jinên Îranê ji bo Şahperekê di hemû çalakiyan de laçika spî li serê xwe dikin û şêwazên çalakiya wê dewam dikin. Maedeya 17 salî bi wêrekî di nava kolanên bajêr de reqisî û dîmenên xwe li ser torên medya civakî belav kirin. Rejîmê ew girt û bi darê zorê derxistin pêş kameraya kanalên dewletê ji bo ji her kesî re bibêje ku poşman e û hinekan ew xapandiye. Raya giştî ya Îranê ev yek wek bêhurmetiya herî mezin bi nav kir û bi taybetî jinan ji bo şermezarkirina helwêsta li beramber Maedeyê, dîmenên xwe yên ku di kolanan de direqisin, belav kirin. Jinên Îranê ji rika rejîmê dîsa ji bo Maedeyê jî reqisîn. Jina rojnamevan a bi navê Mesîh Elînijad ku niha li derveyî welat dimîne, bi însiyatîfa xwe gelek ji van çalakiyên jinan li ser medyayên civakî belav kirin û destek da hewldana jinan a ji bo rakirina hicaba bi darê zorê. Bê guman ev daxwaz, tenê di wê çarçoveyê de jî neman. Diyar bû ku rejîm ji hewldana jinan gelekî tengav bûye. Ji bo wê jî dest bi kampanya reşkirina Mesîh Elînijad kirin. Herî dawî xwişka wê li gel du xwarziyên wê derxistin ser ekranên televîzyona xwe û ji wan xwestin ku li dijî Mesîh biaxivin. Ya herî balkêş, xwişk û xwarziyên Mesîh bi çarşefan pêçand û derxistin pêş ekranê. Xwestin wer nîşan bidin ku karê Mesîh dike ti elaqeya wê bi rastiya wê re tineye û welatên derve destekê didin wê. Bi milyonan jin û mêr li Îranê li beramber propagandayên reşkirinê xwedî li Mesîh derketin û piştigirî dane wê. Hemû jinan got, em bi Mesîh re ne û daxwazên wê di heman demê de daxwazên me ne jî. Di çalakiyên li gelek bajaran de jî jin bi dirûşme û daxwazên xwe derdikevin û kesek ji derve jî wan bi rê ve nabe. Tevlîbûna zêde ya jinan di van çalakiyan de nîşan dide ku mijar tenê bi gotina ´Hinek kesên ji derve wan tehrîk dikin!´ nayê serpoşkirin. Ji bo wê jî rejîm ketiye nava liv û tevgerê, ger du jinan li kolanekê bi hev re bibîne, di bin navê ku cil û bergên wan ne guncav in, mudaxele dike û dixwaze wan bigire. Lê çalakiyên dewlemend ên jinan bi taybet li ser torên civakî û dengvedana wê di qadên çalakiyan de rejîm tirsandiye û ji bo wê jî zextên xwe zêdetir dike. Bi behaneyeke pirr biçûk êrişî jinan dikin. Di dema çalakiyan de jî herî zêde beşdarbûna jinan asteng dikin û tundiyê li beramber wan bi kar tînin.

Di wextekê de ku êdî jinên Îranê gihiştine wê baweriyê ku ti kes nikare mudaxeleyî jiyana wan bike û di derbarê wan de biryarê bide, weşandina bernameyên ku hebûn û tinebûna jinan di wê çarşefa reş de dibîne, hewldaneke pûç û vala ye. Êdî kes nikare jinên Îranê di çarçoveya mêjiyê xwe yê teng û hişmendiya xwe ya rizî de zindanî bike. Êdî kes nikare fikir û ramanên azadîxwaz ên jinên Îranê bi çarşefên reş binixumîne. Guhê xelkên Îranî ji derewên li ser televîzyonên dewletê tije ye û kes li wan guhdarî jî nake jixwe. Bila ji sibê heta êvarê hinekan derxin û wateya çarşefê ji jinan re vebêjin. Êdî qîmeta gotinên wan nemaye. Behaneyên jinên Îranê ji bo azadî û têkoşînê gelek in. Hinek daxwaz dibe îro derbikevin pêş, lê jinên Îranê dixwazin kêra qanûna heyî li ser stuyê wan rabe. Ji bo wê ji her demê bêhtir bi wêrekî tevlî çalakiyan dibin. Rejîma Îranê bi kampanyayên reşkirinê nikare ti encamê bigire. Neçar e serê xwe li beramber daxwazên jinan daxe. Naxwe wê jin rejîmê neçarî çareseriyê bikin û wê ji jor daxin. Êdî wê jin li Îranê li dijî qanûnên dij-jin qanûnên azadiyê daynin, çawa ku di çalakiyan de diyar jî dibe, jin birêveçûna çalakiyan diyar dikin. Helwêsta jinan şêwazê çalakiyan dewlemend dike.

Yazarın diğer yazıları