Jina serîtewandî û çavşil jina mirî ye!

Konsepta îro li ser gelê Kurd tê meşandin, ji bo wê yekê ye ku ti caran Kurd nebin xwedî statuyek. Jiyana bê rûmet li ser Kurdan tê ferzkirin. Bi her awayî çi di warê siyasî, çi çandî û çi jî leşkerî de operasyona bêrûmetkirina Kurdan di dewreyê de ye. Ji bo maskeya heqîqî ya van pîlanên qirêj eşkere nebe, serî li rêbazên gelek qirêj didin. Her kes dixwaze Kurdê xwe çêke. Di wextekî de ku siyaseta hemû hêzan wek hev e û armanca wan ew e ku Kurdên bê rûmet çêkin, her yek helwêsteke cuda raber dike. Yek rola polêsê baş yek jî rola polêsê xirab dilîze. Yek pesnê Kurdan dide, yek êrişî Kurdan dike û dixwaze Kurdan tine bike û koka wan biqelîne. Dibe ku ji bo berjewendiyên xwe hinek kes bixwazin Kurdan bi kar bînin, ji ber ku Kurd êdî aktora esasî li herêmê ne. Lê belê di cewherê meseleyê de polîtîkaya qirrkirinê hêj li ser kar e. Hinek qaşo ji Kurdan hez dikin, hinek dixwazin Kurdan bikujin. Hinek Kurd tên xelatkirin hinek jî wek terorîst tên binavkirin. Ev mijar tenê ji ber polîtîkaya hêzên mezin û netewe dewletan nîne. Jixwe, erka wan ew e yan jî ew divê vê yekê bikin û xwe li ser piyan bihêlin. Lê ya divê were rexnekirin helwêsta Kurdan di vê mijarê de ye. Helwêsta cihanê û hêzên derve çi dibe bila bibe, zêde ne girîng e. Ya girîng helwêsta bi rûmet a Kurdan e. Mirov her dem sedema paşketina xwe, nebûna yekîtiya di navbera xwe de û sedema mêhtingeriya li ser Kurdistanê bi hêzên derve îzah bike, têra şîroveyeke rast ji bo rastiya qirrkirina li ser Kurdan nake. Heger em her tim mijarê bi hêzên derve re îzah bikin, wê demê wê gelek bendewariyên me jî ji wan çêbin. Li beramber operasyona bêîradekirina Kurdan û gelan, tenê helwêsteke radîkal a têkoşîna serxwebûn û azadiyê hêjayî Kurdan e.

Gelek mînak hene, lê dixwazim careke din mînaka keça Êzîdî Nadya Murad bidim. Mebesta min li vir ne ew e ku ez kesayeta Nadya Murad biçûk bikim yan jî bê hurmetiyekê jê re bikim. Lê fêmkirina helwêsta li beramber Nadya Murad girîng e. Divê di serî de xelkê me yên Şengalê û hemû Kurd pê zanibin ku çawa bi rêka şexsê Nadya Murad hewl tê dayîn Kurdan bê rûmet bikin. Refleksa wan a têkoşînê bikujin û li beramber her cure êrişan, ji bilî tekoşînê rêyên din biceribînin. Ya li beramber Nadya Murad tê kirin, ne hezkirina Kurdên Êzîdî û ne jî hurmetgirtina ji jina Kurd re ye. Modela ku hêzên derve dixwazin îro wek alternatîfa Kurdê azad û berxwedêr derxin pêş, modela Kurdê serî tewandî ye. Mirov dema li Nadya Murad temaşe dike, modela Hz. Meryem dikeve bîra mirov. Jina ku li beramber hêza xweda bi gotineke din li beramber zilma mêrê serdest hêza xwe ya têkoşîna ji dest daye. Tenê bêdengî hilbijratiye, bi rûyek melûl û girî serê xwe ji qedera xwe re tewandiye. Ev modela jina kole ye ku hêviyên tekoşîna ji bo jiyana azad wenda kiriye. Di kesayeta jineke bi vî rengî de di dirêjahiya dîrokê de civak hatiye kolekirin. Li cihekî ku hêz û taqeta têkoşînê ya jinan nemabe, li wir civak jî bê hêz dibe. Asta têkoşîna jinan, civakê zindî dike û li ser piyan dihêle. Li wextekî ku li Kurdistanê modela jina berxwedêr heye û bi şer û têkoşîına xwe, xwe îsbat kiriye, jina serê xwe tewandî û her tim çavê wê şil, esas, polîtîkaya qirrkirinê bi gotineke din operasyona bêrûmetkirina Kurdan bi zelalî eşkere dike. Li cihekî ku jina Kurd bi têkoşîna xwe bûye çavkaniya îlhamê ji hemû jinan re, gelekî bê wate ye ku jinek Kurd wisa bi halekî perîşan û belengaz derkeve û li hêviya alîkariyê be. Êdî modela jineke serî tewandî û Kurdeke kole li beramber modela jina serhildêr û têkoşer têk çûye. Jina serîtewandî êdî li Kurdsitanê jina mirî ye, azadiyê temsîl nake. Li beramber jina têkoşer Sakîne Cansiz, Zîlan û Arîn Mîrkan, ne tenê jina kole, mêrê desthilatdar û xwedayê zilmê bi milyonan caran bi bin ketine û binketîn e. Bi girî û lavahiyan azadî çênabe. Nabe em ji ber ku digirîn, bêçare ne û bi çarenûsa xwe razî ne, xelatan wergirin. Xelata azadiyê ji bo jinan ne ew e ku ji destê zalimê xwe wergire, xelata herî hêja têkoşîna di rêya azadî û jiyana azad de ye.

Yazarın diğer yazıları