Jineolojî – zanista jinê, zanista şoreşê

Beşeke gelekî girîng ji bo bipêşketina jineolojiyê elaqedarî kokên mirovan e. Antropolojiya li ser beridînê li welatên rojava fitleke femînîst a xurt da xwe; teoriyên wê yên sereke jî Hîpoteza Dapîrê û Bi hevkarî miqatebûna li zarokan bûn.

CAMILLA POWER *

“Heger jin hêzên xwe bikin yek, ew dikarin şoreşeke mezin bi ser bixin”

Hevseroka Kongreya Star bi van gotinan Kongreya Damezrandina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin (14’ê Hezîrana 2019’an).

Delîla pratîk ji bo em jin “xwe bi xwe hêzdar bikin” û “jiyaneke nû ava bikin” li tevahiya dewrûbera me bû. Em weke heyeteke perwerdeyê ya ji akademîsyenên ji Emerîka û Ewrûpayê li ser vexwendina Zanîngeha Rojava li wir bûn û me peyama piştgiriyê da vê kongreya dîrokî. Ew yek ji bûyerên herî zêde pirrçandî bû ku min şahidiya wê kir tevî wergera ber bi çar, pênc û belkî bêhtir zimanan ve. Nûnerên civakên pirretnîk û pirrdînî jî amade bûn, Misilman, Xiristiyan û Êzîdiyên ji van dînan kevnartir. Jinan cilûbergên şahiyan ên biriqandî li xwe kiribûn ku ji rêuresma wan bûn, û hin jinan jî cilûbergên eskerî yên YPJ’ê li xwe kiribûn.

Tevnên kongre, yekîneyên çekdar û rêxistinên civakî yên jinan bi awayekî eşkere ji bo tevahiya vê projeyê ji zemîna xelkê heta bi dezgehên sereke yên koordînekirinê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heyatî ne. Li her devera em çûnê, di civînên bi dezgeh û rêxistinên perwerdeyê de mijara sereke ya minaqeşe û prensîpa sereke ya şoreşê jineolojî (ku ji peyva Kurmanjî ya jinê hatiye çêkirin) bû. Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe yên herî dawî de behsa vê fikirê kiriye (1), û hin femînîst gumanan ji wê yekê dibin ku mêrek fikrên jinolojiyê bi pêş bixe. Lê belê niha di gelek peywendên cihê de jin bi xwe wê bi pêş dixin û bêguman niha ew bi xwe xwedî hebûneke afirîner e. Û ew di encama karê bi dehsalan ên jinan derkete holê.

Em bi komîteyên Jineolojiyê yên zanîngehan re, bi kolektîfa lêkolînê ya Navneteweyî ya Jineolojiyê re û navendên herêmî yên Jineolojiyê re hatin cem hev. Ev peyv xwedî gelek maneyan e; ji lêkolîn yan jî zanista jinê, dîroka jinê û zanîna cinsîkirî heta bi lêkolîna ji bo destek û hêzdarkirina jinan, û amadebûna li hesabpirsîneke ji perspektîfên jinê. Doza esasî ya şoreşê ew e ku jin bi awayekî wekhev beşdarî hemû warên jiyanê bibin.

Bi çavên jinê

Li Jinwarê, li Gundê Jinan, me guftûgoyek kir li ser jineolojiyê weke epîtemolojî. Hevseroka komîteya Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava, Heval Zozan Sima di argumentasyona xwe de têkiliyeke yekser bi têkoşîna şoreşger re kir ku wê ji bo jineolojiyê û zanistê bibe çavkaniyeke tecrûbe û ezmûnê. Weke wê gotî, ji 2015’an û pê ve jineolojî hat fermîkirin û weke zanist hat avakirin: “Zanisteke bi çavên jinan”. Rêbazên wê xwe disipêrin tecrûbeya têkoşînê, bi çavên jinan civakê bi xwe dixe ber lêpirsînê û careke din berê xwe dide wê. Yanî rola jinan di şoreşê de dihewîne, bi gundê ku jinan ava kir û ew bi rê ve dibin, Jinwarê jî nimûneya pratîk li holê ye. Heger em tenê bipirsin “zanist çi ye?”, hingê em pirsên “çima”, “ji bo çi?” ji dest didin. Lê belê hewldana herî bilind a aqlî divê bibe manedarkirina jiyanê, şirovekirina jiyanê. Ev ne elaqedarî wê zanistê ye ku bibe xizmetkara îdeolojiyê, lê belê mesele têkoşîna ji bo tewazûneke wekhev a hêza siyasî, jiholêrakirina komên berjewendiyan ên ku bendê dixin nava lêkolîna zanistî di sîstema kapîtalîst de – weke pirsên dikarin bên kirin.

Mînakeke din a vê zanistê weke bîreweriyeke şoreşgerî bi karê Kolektîva Lêkolînê ya Înternasyonalîst bi gewde dibe, û ev înstîtu niha weke Înstîtuya Andrea Wolf tê nasîn. Di komên xwe yên lêkolînê de û dersên xwe de ew lêdikolin ka jin berê çawa xwedî hêza (siyasî-civakî) bûne û lewma jî çawa dikarin niha bibin xwediyê wê hêzê. Wan da dûv pirsên, esasê hêzeke wisa ya ‘dayik li navendê’ çi bû?, Bi derketina holê ya çandiniyê û dewletên şer dikin li Rojhilata Navîn û deverên din, dîrokên taybet ên jidestdana hêza siyasî, civakî û aborî çi ne?

Beşeke gelekî girîng ji bo bipêşketina jineolojiyê elaqedarî kokên mirovan e. Antropolojiya li ser beridînê li welatên rojava fitleke femînîst a xurt da xwe; teoriyên wê yên sereke jî Hîpoteza Dapîrê û Bi hevkarî miqatebûna li zarokan bûn. Kirdebûna jinê roja me ya îro di derketina holê ya ziman, huner û rîtuelan de heyatî tê nirxandin. Jinan ne ku tenê wekhevî di civakên pêşî yên nêçîrvan-berhevker de misoger kir, lê belê destpêka me ya serê pêşî weke cureyekî – beden û hizrên me – encama şoreşeke civakî û cinsî ye (2).

Şahmaran:  Xwediya gencîneya herî dawî ya zanînê

Li Dêrikê di baxçeyekî bedew ê Navenda Lêkolîna Jineolojiyê de me karî hemawiyên xwe di nava ava kaniyeke fisqiyê de bikin, di bin tava nîvrojê ya dijwar de xwe hinekî hînik bikin. Li vir me beyaneke din bihîst li ser girîngiya etîmolojî, çîrokgotin, dîroka devkî ji bo jineolojiyê; ev formên veguhestina zanînê ne ku nexasim war û meydana hunerê jinê ne jî.

Li ser dîwarê derve yê avahiyê wêneyekî harîqûlade yê Şahmaranê heye. Şahmaran di hunera gelêrî li Kurdistan, Anatol û Îranê de baş bi cih bûye´û şaxên xwe berdana jêr. Bi stirih e û du cins e. Serekî wê yê şaheke jin heye û dûvekî wê yê marê nêr ê şah heye. Herdu jî tacîdar în bi tacên soringî bedew hatine xemilandin. Bedena wan a hevpar bi gelek pûl û çavên zindî hatiye çêkirin. Lingên wan jî gelek marên hûrik in. Ev ruhbera hanê aqlê kolektîf ê mê bi gewde dike: “Ew bixwe” xwediya gencîneya herî dawî ya zanebûnê ye û jê tê ku li hundirê dinyaya din jî binihêre. Şahmaran bi awazekî heq weke amblema Jinwar û Jineolojiyê, ya zanista şoreşger a jinê hatiye hilbijartin. Heger me kariya şopa hemû şax û baskên çîrokên devkî yên li ser Şahmaranê bibin, me dê xwe nêzîkî vê çavkaniya hêza dayik li navendê bikira, û me dê dest pê bikira li wê yekê serwext bibin ka dema baviksalariyê xwe serwer kir çi qewimî.

Naxwe ka bihêlin em zanistê bi gelek çavên Şahmaranê bibînin – zanisteke întersubjektîf. Întersubjektîfbûn weke xwendina hizrên hev ên dualiyan xisleteke taybet bi mirovan e û ji destpêka zaroktiyê ve peyde dibe. Weke bûnewerên bi xurtî civakî em dixwazin tişta em lê difikirin bi hev re parve bikin, û em hez dikin zanibin ka kesên din li ser fikrên me çi difikirin. Em fêr dibin ku xwe bi çavên kesên din bibînin. Ev behremendî û amadebûna em zêhniyet û hestên xwe bihûnin, di tevnekê bi cih bikin di zemînê hemû awayên hevkarî, niyet û armancên hevpar ên mirovî de heye. Heta beriya zimên jî aliyê anatomiya me yê ku pişta vê psîkolojiyê digire, di çavên me de bû. Morfolojiyeke – zanista şêwe, awa -bêmînak û yekane ya çavên me heye. Ji bêhtirî 200 cureyên meymûn-mirovan (prîmat) tenê me karî çavên mîna behîvan, bi spiya çavan a dibiriqe û reşikeke çavan (îrîs) a tarî bi pêş bixin, yan jî ew bi me re beridîn. Ev çav weke “cooperative eyes (Çavên hevkar)” tên binavkirin, û ew dikin ku her kesa em pêre bidin û bistînin bi hêsanî bibîne ka em li çi dinihêrin, ka bala me li ser çi ye. Bi vî awayî ew dikin ku em tecrûbeyên xwe bi hev ve girêbidin: “Tu tişta ez dibînim dibînî?”

Mirov pêşî bûn zanyar

Di berhema xwe ya klasîk a li ser şoreşa mirov a bi navê Blood Relation de Chris Knight dibêje, “Mirov pêşî bûn zanyar – ew pêşî fêr bûn ku netîceyên xwe yên ezmûnan û yên din parve bikin her weha notên xwe li ber hev bigirin û wan bidin ber lêkolîn û nirxandineke kolektîf – bi xêra wê vedîtina wan li ser wê yekê ka maneya piştgiriyê dikare çi be. Zanista wan weke ya me, esas bîreweriya wan a hêza wan a kolektîf bixwe bû.” (3) Newekheviyên hêzê û arîşeyên siyasî vê parvekirinê asteng dikin û ji ber wê jî objektîfbûna zanistê ji rê derdixin. Gava ku mirov îdîa bike ku jineolojî zanistê di tecrûbeya têkoşîna şoreşgerî de bi cih dike bi awayekî hêsan qebûl dike ku newekheviya esasî ya cinsî pêşiyê digire li her îhtîmala objektîfbûna zanistî. Ev ê wisa be heta ku îdîaya maf û hêza wekhev bi rastî ji nû ve peywenda întersubjektîf a tecrûbeyê ava bike. Hingê jî zanist wê weke bîreweriya hêza kolektîf a jinan bide der.

Sembola vê bîreweriyê di çandên beriya dewletê de marek yan jî ejderekî pirrserî, pirrçav e. Ew her tiştî dibîne. E ji gelek ruhberên piçûktir bi gelek mane û perspektîfan pêk hatiye. Ew nakokane, bi dewr, li gorî perîdiyokbûnên kozmîk eyarbûyî, pirraniya caran cinsê wî/wê nediyar e. Ev yeke diyalektîkeke hêza civakê îfade dike – ji yekîtiya dijberan û wê de. Şahmaran bûyîneke bi vî rengî ye; çavên wê/wan yên gelekî insanî yên hevkar pirrbûn û wekhevbûna perspektîfan nîşan dide, bedena wê/wan sîsikeke ji gelekan pêkhatî ya zanîna me ya parvekirî nîşan dide.

Li wir endameke heyetê pirsa xwe xilaskirina dualîbûna cinsî weke kirineke azadiya ferdî kir. Bersivê sempatî nîşanî pirsê dida, lê belê îşaret bi pêdiviyên têkoşîna mafên jinê di nava peywendeke çandî ya gelekî jirêûresmê de kir ku tê de zewicandina bi darê zorê û kuştinên qaşo ji bo namûsê hîna lê diqewimin. Serê herî pêşî pêdiviyek bi wê yekê heye ku mirov nihêrîna têkiliya jin û mêran tenê weke yeke cinsî dibîne, li pey xwe bihêle. YPJ ya li kêleka YPG’ê lê ji wê xweser modelek e ji bo nîşan bide ka ev têkilî ji nû ve çawa dikare bê tefrîfkirin, pê re jî civak ji nû ve bê pênasekirin. Halê hazir li Rojava pêdiviya jinan bi wê yekê heye ku nasnameya xwe ava bikin bi rêya meclisên jinan bixwe, bi kongreyan, gundan û wekî din. Gava hêza baviksalar ji hev de bikeve û bîreweriya azad a jinan – û mêran – gurr û bilind bibe, hingê wê cinsa trans, ya nedualî û yên herikbar wê weke tecrûbeyên lê bên îfadekirin. Entîte (yeke) û kesên pîroz di gelek civakên beriya dewletê de van xisletên herikbariya cinsî bi gewde dikin – esas Şahmaran jî wisa dike. Zanista cins divê bibe beşeke heyatî ya jineolojiyê.

Mufredatek ji hemû reng û dengan re

Perwerdeyeke bi temamî întersubjektîf, pirrçandî jî mijara hevdîtina me ya li ser mufredatê bû li Înstîtuya Mufredatê ya Herêma Cizîrê ku navenda wê li Amûdê bû. Vê civînê mezinahî û hewasa vê projeyê nîşanî me da. Li vir jî komeke pirretnîk hebû ku li ser avakirina mufredata ji bo dibistanên sereke, navîn û amadeyî û ji bo hilberîna materyalan ji bo şagirtên wan li Herêma Xweseriya Demokratîk kar dikir.

Pirraniya hevpîşeyan li wir di sîstema Şamê re derbas bûbûn, ya ku tê de siyaseta hegemoniya Ereb hebû ya ku li dibistanên bilind rê vedikir li ber cudakeriya li dijî  xwendekarên ne Ereb(îaxêv). Gava van hevpîşeyan xwe da nasîn wergêr di nava Kurmancî, Erebî û Ingilîzî de çû û hat, min peyvên Ingilîzî “smell of freedom (Bêhna azadiyê)” bihîstin. Kitêbên dersê yên rejîma berê avêtibûn ser sergoyê ji ber ku “neteweperest” û “dînperest” bûne. Û hersê xetên sor di amadekirina mufredatê û avakirina sîstema nû ya dibistanê de pirrcarî hatin bilêvkirin: mafên jinan; nebûna “-îzman”; û parastina hawîrdora xwezayî.

Mamosteyên li ser mufredata dîrokê kar dikin kelacanê wan rabûbû ji ber wê yekê ku ev cara yekê bû ku Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî – nûnerên hin ji şaristaniyên herî kevnar ên dinyayê – li odeyekê hatibûn cem hev da ku dersdariya dîrokê jinûve çêkin bi rengekî ku êdî yekalî nebe, yanî ne dîroka desthilatdaran li ser bindestan, lê belê bibe bersiva pêdiviyên hemû civakan.

Bihevrejiyana aştiyane li rojhilata Navîn wê çawa mumkin be di pratîkê de? Bi fêrbûna zimanên hev û xwe ji ferzkirina zimanekî li ser yên dana alî. Zarok hemû bi zimanê xwe yê dayikê dest bi dibistanê dikin. Lê belê di sinifa sisiyê de ew dest bi zimanekî cîranê xwe jî dikin. Paşê yekî din. Paşê jî ew dest bi fêrbûna zimanê biyanî Ingilîzî dikin, weke zimanekî navneteweyî.

Ha hingê hewasa transneteweyî ya konfederalîzma demokratîk bi rastî jî bandoreke mezin li min kir. Hema tenê texeyul bikin vê veguherîna civakê bi rêya tecrûbeyên wiha yên gelek çandan di nava jiyanê de. Mirovan peyivîna zimanên hev bi pêş xist. Maneya serwextbûna li hev, wekhevî û muteqabilî ye jî. Yekzimanîbûn (monoglotîzm) berevajiyê vê, nîşana dagirkerî û mêhtingeriyê ye.

Şoreşa Rojava vê dike ji bo ku (sax) bimîne. Di heman demê de koka zora birêxistinkirinê ya konfederalîzma demokratîk xasma di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdan de ye; lê nabe ku ev weha dewam bike. Ew divê bi civakên li cihê cih heyî re bê rûberî hev û ev civak di encama dîrokeke dirêj û zehmet de hene. Proje ne damezirandina dewleteke cuda ya Kurdan e li Bakurê Sûrî. Konfederalîzma Demokratîk tevî angajmana civakê di siyasetê de ji jêr ve bi israr îşaret pê dike ku ev proje transneteweyî ye û bi vî awayî di prensîpê de dikare li her civakê bê tetbîqkirin. Ev yek jî şoreşê organîk dike muxalifê her dewleta netewe.

*  Doçenta Antropolojiyê li Zanîngeha East Londonê.

**  ‘The key to the resolution of our social problems will be a movement for women’s freedom, equality and democracy; a movement based on the science of woman, called jineoloji in Kurdish. (Kilîta ji bo çareserkirina pirsgirêkên me yên civakî wê tevgereke ji bo azadiya jinê, wekhevî û demokrasiyê be; tevgereke xwe bisipêre zanista jinê ku bi Kurdî navê jineolojî lê tê kirin.)’ (The Political Thought of Abdullah Öcalan, Pluto Press, 2017, r.93)

*** https://www.opendemocracy.net/en/gender-egalitarianism-made-us-human-patriarchy-was-too-little-too-late/

**** Blood Relations: Menstruation and the origins of culture (Têkiliya Xwînê: Bicilikanketin û kokên çandê), Yale University Press, 1991, r. 521.

Yazarın diğer yazıları

    None Found