Jiyan bi Kurdî xweş e û Strasbourg

Jiyan bi Kurdî xweş e, ne hema gotineke welê, ji xwe û me re li hev hatiye anîn. Ji bo Kardo Bokanî ew bi rastî xweşiya jiyanê ye. Kardo di roja 90´î (îro 92 roj in) a çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de li Strasbourgê, di nava hevalên xwe yên çalakiyê û kesên diçin serdana wan de her vê hizrê esas digire. Li mekanê ku mêvan tên qebûlkirin jî wî hişyar kiriye: Jiyan bi Kurdî xweş e.

Ne tenê ev, ew bi xwe bi zimanê xwe yê dayikê Kurdî (Soranî) serfiraz e û Kurmanciya xwe jî bi pêş xistiye û, bi gotina wê, “ez ê hîna baş bi pêş ve bibim”. Gava min berê xwe da hesabê wî yê medya civakî jî min dît, ew pirr cidî ye di helwêsta xwe de: “Ên ku nikarin dagirkerî ser ziman û ji mêjiyê xwe biavêjin, ew ê timî kole bimînin… Berxwedana herî mezin (li) dijî dagirkeriyê çandî ye.”

Ji min re jî dibêje, hesasiyeta wî ne li dijî nasname û zimanekî ye, lê mesele “berxwedan” e… Ma ez ê çêtir zanibim ji Kardo Bokanî yê ku ev bêhtirî 90 rojan ji bo armanca xwe ya şikandina tecrîdê, li ber xwe dide!

Nîmet (Sevîm) li kêleka min, bi dengekî nizm dibêje, “Bi xêra Kardo, em hemû xwe li Kurdiyê diceribînin, çê û xirab”. Bi ya min xwe ceribandina xirab nîne, her çê. Îsbata wê jî li ber destê hemûyan e; Kardo di nava 3 mehan de xwe li Kurmanciyê ceriband û rehet êdî xwe pê îfade dike. Yanî meseleya xwe ceribandinê her bi encameke çê ve girêdayî ye. Mesele ew e ku ji her ceribandinê tecrûbeyên fêrker tên bidestxistin.

Hebûna wê nota hişyarker bi tena serê xwe, bivênevê bala mirovî dikişîne ser xwe. Axir bi dilekî rehet bibêjim, di sohbeta bi çalakgeran re ku ji ber lawaziya bedena wan, me diviya bi dîqet û kin bikira, her bi Kurdî bû û mêvanên ku bi Kurdî nedizanîn yan jî kêm dizanîn, ji vê hesasiyeta Kardo fêm dikir.

Hevserokokê KCDK-E´yê Yuksel Koç, ê ku taqata wî wê kêliyê ji çalakgerên din kêmtir jî, kêliyeke xwe ji me re veqetand; ya rastî bi gazinc bû û heq jî bû. Çima Kurd nikarin dengê me bigihînin dinya alemê, nexasim jî li Elmanyayê. Bi ya wî, hêviya wan a serketinê divê li nava gel jî bê belavkirin.

Wekî din jî divê Kurd her derdora hestiyar karibin teşwîq bikin ku çi ji dilê wan tê ji ber sedemên insanî, siyasî yan jî jî civakî çawa dixwazin ji bo çalakiyê bibêjin û bikin, da ku zext li hikûmetan û nexasim jî ya Elman bibe. Ma daxwaza edaletê, daxwaza ji bo mafê mirovan a van çalakgeran ji newekî welê ye ku mirov xwe lê kerr bike!

Herçî hêvî bû, hevrêya min û hevkara min a di Çapemeniya Azad de Gulistan Çiya Îke bêyî ku gotinekê bike, îfade dikir; pê zor jî bihata, gava wê berê xwe dida mirovan, ew dikeniya. Ev kenê hêviyê bû û wê digot, hêviya min heye, em ê bi ser kevin. Ev hêviya hanê û baweriya ji pola ya ku xwe di ken û gotinên wê dida der, kir ku ji kêliyên nemana hêviyê şerm bikim.

Cejna hêviyê li pêşiya me ye, cejna kirasguherîna jiyanê, cejna sembola serketina li dijî zilmê û taristana wê Newroz li ber derî ye. Hêviya ku çalakgeran dayî, bi hêviya Newroz dide re dikim yek û ji bo vê sala nû ya Kurdî ya li pêşiya me, hêvîdar im ji bo Kurdî jî ji bo serketina miletê Kurdistanê jî agir pêkevin û di nava bizotên wî agirî de zilma neyar bişewite, mizgîniya azadiyê û têkbirina qirrkirinê jê biçûrisin.

Yazarın diğer yazıları