Jiyan ne wekhev û mirin ne adil e

Hasan Hûseyîn Korkmazgil di helbesteke xwe de digot: ’Li Gurûnê hatime dinê, li welatê hejarî li qirikê û hejmara Yezdanan nayê zanîn.’ Di wê serdemê de ku hozanî ew helbest nivîsandî, Yezdanên li herêmê axa, şêx, pîr, mixtar, cendirme, sîxur û bi gelemperî dewlet bû. Jiyana gel a bi destê wan dihat sazkarkirin û tayînkirin pirî caran bi destê wan an jî bi daxwaza wan diqediya. Bi gotineke din jiyana ku li wî welat û herêmê ti carî adil û wekhev nedibû, mirin jî ne wekhev û adil bû.

Ew gotina ku digotin: ’Her mirov li gel çarenivîsa xwe tê dinê, li ser eniyê ew qeder nivîsandiye û ne pêkan e mirov wêna biguherîne.’ Li wî welatî bi tenê çîvanokek bû. Dîsa gotina ku: ’Mirin adil e, bi heman hişmetê dide ber xwe şah û feqîrî’ jî ne ji bo wî welatî bû.

Li pey gepek nanî di kanên ocaxên madenan de, di nav toz û dûmana komirî û li dojehîstana agirî de, li fabrîkeyeke ku bi qasê serê derziyê jî ewlehiya jiyanê lê nîne, di xebata lêkirina qonaxên dewlemendan de ku piştî çêkirinê ne pêkan e di ber de jî derbas bibî, li ser sînorên welatê parçekirî di qaçaxiyê de, li qûntara çiyayekî asê di firariyê de, li navenda çarşiyeke bajarî ji ber sedemên xwîndarî, li leşkeriya dewletê weke zayîata perwerdehiyê, li goşeya nexweşxaneyekê ji ber nebûna pareyî, di şevên sar û tarî yên zivistanekê de li ser berfê di riyên asê de mirinê ew zevt dikirin. Eger di ser wan hemû rewş û karesatên hejmartî de tu jin bî, ji xwe mirin mîna temeziya sor, mîna kincê bûkîniyê bi pîserên te ve hilawestiye. Hilawestiye lewra pergala baviksalarî ya ku tu bi xwe wê diwelidînî, wê diafirinî, xwedî û mezin dikî rojekê weke melkemot li te vedigere. Tu çavên xwe ji xewa şîrîn vedikî û lûleyeke sar, cemidî û qirêj li ber serê xwe dibînî û bêyî ku gotineke dîtir ji devê te derkeve, diqîrî: ’Bira!’ Bira nebe bav e, bav nebe kurmam e, kurmam nebe cîran û gundî ye. Welat hemû ji bo paqijkirina namûs û qaşo rûmeta ‘mirovahiyê’ amade ye. Ew Melîkê ku heta êvarê li ser pişta te, li devê sînga te mîna berhemeke pîroz ya ji asîmanî hatî xwarê, mîna hêkek li ser destî dihat gerandin, weke melkemot li ser bedena te vegeriyaye. Melîkê ku mîna gulek dihat bêhnkirin û mîna çûkek dihat hezkirin êdî bûye melkemot.

Ha eger ew yek ji wan jî rastî mirovî neyên, an jî tu ji ber guleya cendirmeyî filitî, rastî xezeba kurê axayî nehatî, neçûyî qaçaxiyê, li hemberî pergala maldar û stemkar nebûyî firar, te xwîndarî nîne ku li navenda çarşiyeke kambax de bibî armanca guleyên xayîn, neçûyî leşkeriyê da bibî xisareta perwerdehiyê, nexweş jî neketî ku li goşeyê nexweşxaneyekê ji ber feqîrî û hejarî bimirî û ne mîna gelek jinên ducanî yên li ser qizaxên berfê de, di navbera kendalên asê de li gel zaroka xwe koça dawiyê bikî, wê demê yan erdhej xaniyê te yê ji kelpîç û kevirên giran û ji kêranên sawdar lêkirî bi serê te de tîne xwarê, yan jî di rojeke sir û seqem a zivistanê de di navbera du kendalên asê de li rastî aşûteke dijwar tê yî.

Eger şansê te hebe û bedena te ya qerisî, ya ji jiyanê têrnebûyî û çavên te yên vekirî yên hîna jî li jiyanê temaşe dikin, ji bin berfa kujer derxistibin, melayî li ber serê te rûniştiye û dibêje: ’Roja wî û wan heta ew roj bû. Eger ne bi aşûtê baya, teqes wê bobelateke din bi ser wan de bihataya.’ Ew gotina ku ji kokê ve bi aqilê ti kesî ve nedizeliqî û li gel wê jî her kesî mîna ku jê bawer kiribin serê xwe kûs dikirin, belkî dibû sedem ku piçek jî mirov pê vehesin û dilê agir pêketî aram bibe.

Li wir, li wî welatî hozanekî din yê bi navê Ahmed Arif mirin wiha şîrove dikir: ’Mirin, mirina fiqareyî ne dibêje ez têm û ne dibêje ez hatim’ Li herêma ku cin û cinawir jî ji ber sîxûriya dagirkeran nedifilitîn, jina ciwan a bi navê Gulistan Doku mîna ku hîç nehatbe dinê, wenda dibû. Li aliyê din keşeyên dêran yek yek an jî cot bi cot didan pey Gulistanê û mîna ku erd biqelişe û tê de noq bibin.

Ew xaka ku bi dehan sal in di bin bombe û gazên jehrîn de dinale ji mêj ve ye pergala xwe ya sirûştî ji dest daye.

Êdî li wê derê ti kes li gorî wê nivîsa ku dibêjin ‘Li ser eniyê’ ye najî.

Yazarın diğer yazıları