Jiyana Leonardo Da Vîncî careke din dibe film

Pêşengê ronesansê, Leonardo Da Vîncî bi jiyan û berhemên xwe yên giranbûha heta niha bûye mijara çend filman. Bi munasebeta 500. salvgera mirina Da Vîncî li ser jiyana wî filmeke nû tê amade kirin. Film di Gulan a 2019’an de dikeve vîzyonê.

Jiyana yek ji serkêşên ronesansa İtalyayê, Leonardo Da Vîncî careke din dibe mijara fîlmeke sînamayê. Da Vîncî bi aliyê xwe yên mîna feylesof, astronom, mîmar, muhendîs, mucîd, matematîkvan, muzisyen, resam, peykertiraş, botanîst, kartograf, nivîskar, jeolog û anatomîst tê naskirin, ango hem pîşpîşe û hem hezarfen bûye. Ew yek ji wan kesan e ku mohra xwe li serdema xwe xistibû. Di filma tê plankirin de listîkvanê sînamayê yê Îtalî Luca Argentero wê rola karakterê Leonarda Da Vîncî bike.

Film ji aliyê SKY Medya ve tê çêkirin û Jesus Garces Lambert derhenêriya filmê dike. Dîroknasê navdar Pietro C Maranî şêwirmendiya filmê dike. Dîmenên filmê li herêmên ku Leonarda Da Vîncî li wan jiyaye yên mîna Toskana, Floransa, Siena û Franyasê wê werin girtin. Halê hazir navê “Inside Leonardo” (Hundirê Leonardo) ji bo filmê hatiye diyarkirin. Her wiha hin beşên filmê jî li muzeyên mezin ên Ewropayê wê werin girtin. Tê hesibandin ku film di 500. salvgera mirina Leonardo Da Vîncî de yanî di Gulana 2019’an de bikeve vîzyonê.

ROMA

Yazarın diğer yazıları

    None Found