Kamiran a Yunus Dîşkaya derket

Mûzîkjenê Yunus Dîşkaya yê ku “hunermendê malê” ye, albûma xwe ya dawî ji Red Music Digitalê derxist. Albûma bi navê ‘Kamiran’ albûma5´an a hunermendî ye û wê bi rêya Red Music Digitalê di hemû platformên dîjîtal de be. Albûm ji du beşan pêk tê  (Vol 1 – Vol 2).  pêk tê û tê de bîst stran bi cîh digirin. Wekî hemû albûmên wî yên ku heta niha, awazdanîn û hemu karên mûzikê dîsa wî bi xwe çêkirine.

Hemû gotinên stranên di albûmê de ji helbestên Kamiran Alî Bedirxan pêk tên. Navê Kamiran Alî Bedirxan di dîroka Kurdan de wekî wêjekarekî xurt, lêkolîner û siyasetvanekî bi nav û deng, zimanzanekî bêwestan, û kulturnasekî xwedîxatir tê zanîn. Xwiya ye.

Di vê albûma birêkûpêk de, mirov dikare bibêje ku tercîhên mûzîkên Yunus Dîşkaya pala xwe dane awazên xurt û dengdayîneke organîk; li gorî albûmên din ji aliyê aranjeyê û orkestrasyonê ve sadetir e. Bêguman ev xebata xurt dê bibe yek ji albûmên Kurdî yên herî zêde ecibandî, di guh û dilê guhdêran da ciyê xwe zeft bike.

Red Music, digel albûmên Kamiran, gotin û muzîka ku Yunus Dîşkaya çêkirî,û her weha di wêjeya Kurdî de e ku pêşketî stranên Cegerxwîn, Rojen Barnas, Ferîd Han, Ferîke Ûsiv, Arjen Ari wê dewam bike. 

NAVENDANÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found