Kar wê li dijî asîmîlasyonê be

 “Biryar e; herêmên zêdetir xeter li ser wan heye, yên li keviyan, li ser sînoran, ên ku bêhtir ketine ber aşê bişaftinê û şêwezarê Kirmanckî di plansaziyeke siberojê de wê li pêş bin û bi îmtiyaz bin.”

REWŞAN DENÎZ

Tora Ziman û Çanda Kurdî 10 ta 12ʼê Çile komxebata xwe bi beşdariya qederê 300 kesî li Amedê kiribû. Yek ji maseyên minaqeşeyan a sereke jî ya çandê bû. Em bi endamên maseyê re bi awayekî kolektîf peyivîn. Wan got, hîna plansaziyeke berbiçav a xebatan li ber wan nîne. Ew ê ji nû ve bicivin û berpirsiyarê Temaya Çandê wê bi civînê re beşdarên vê Temaya zêde bike. Armanca wan a sereke ew e ku ev Tema di nava xwe bi xwe de karibe torekê, tevneke têkiliyan çêke. Li gorî endamên vê Temaya Çandê, ji bo ku plansazî bê kirin divê pêşî zemînê madî û manewî yê ku Tor û Temayên di navê de cihê xwe digirin zelal bibe. Bi her halî mijarên li pêş ji bo plansaziyê hatine diyarkirin, ew jî devok, şêwezar û herêmên bişaftin bêhtir li ser wan bi tesîr nexasim jî yên keviyan in. Biryar e, di plansaziyeke siberojê de ev herêm û xasma Kirmanckî li pêş bên girtin.    

Di Temaya Çandê de ku di komxebata Torê de weke mase civiya, kî beşdar bû? Beşdar li ser çi peyivîn?

Gelek kesên berhevkirina mîrateya çandî û folklorî kirine, lêkolînerên heman mijaran û xebatkarên saziyên peywendîdar beşdarî civînê bûn û beşdar hemû di Temayê de cihê xwe digirin. Minaqeşe bi pirranî li ser wê meseleyê bû ku sazî û dezgehên heyî têra berhevkar û lêkolîneran nakin. Pê re jî hat îfadekirin ku tesbîtkirin û binavkirina pirsgirêkan bi tena serê xwe ne çareserî ye. Hat gotin, ji gilî û gazinan û wê de, pêwîstî bi hewldanên ji bo çareseriyê heye, lazim e ji bo çareseriyê em serê xwe biêşînin. Lê hîna bi zelalî dabeşkirineke kar, dana ber xwe a projeyekê xwe nedaye der.

We beşdarên Temayê çareserî jî minaqeşe kir?

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, di beşa çandê de tişta sereke ya hat îfadekirin ew bû ku ji bo çareseriyê em hêlanekê rakin, pêngaveke cidî em biavêjin; beriya her tiştî berhevkirin, bi berhevkirinê re jihevderxistin, berhem afirandin lazim e. Ji bo ku ev çand karibe xwe li nav çanda roja îro veguhezîne û geş bibe, me minaqeşeyên berfireh kirin. Lê belê bi raya me, hevalên beşdar, bi giştî ji bo ku daxwaz, rexne, hêvî û pêşniyazên ji bo çareseriyê karibin bi encam bibin, xwestin ku civînên berfirehtir bên kirin.

Daxwaza sereke jî ew bû ku rêxistinek bê çêkirin di warê çand û zimên de, ev Temaya me jî wê hewl bide ku hevkariyê bike bi Torê re. Ew ê ji bo xebatên cidî û berbiçav hevkarî û alîkariyê bike. Beşdar hemû dilxwaz bûn ku karibin xebatên xwe bi pêş ve bixin. Lê ji bo vê jî herî zêde ew daxwaz derket pêş ku bi wan bi xwe re jî hevkarî bê kirin. Yanî wan heta niha bi tena serê xwe weke ferd ev karê xwe kiriye. Ji niha û pê ve heger sazî ava bibin, heger plansaziyeke baş bê kirin di nav saziyên heyî de ew jî wê palpiştiya wê xebatê bikin da ku kar bêhtir bi pisporî û şarezariya wan bi pêş bikeve û bigihîje armanca xwe.

Niha rêxistineke temayê ya çawa heye?

Her beşdarê Torê di xebatê de ye. Desteyeke birêveber tevî 9 endamên esil û 9ʼên yedek hat hilbijartin. Wekî din du endamên sekreteryayê jî hene da ku kar û xebat karibin bi leztir bên meşandin. Bi giştî desteyeke bilind a ji 27 kesan heye. Lê weke Beşa Çandê me hîna ti dabeşkirina kar nekiriye. Em ê careke din bicivin, piştî ku rêzikname û nexşerêya xebatê hinekî diyar bû, pê re her kesê ji Temaya xwe berpirsiyar wê bi her kesê di wê beşê de careke din komekê ava bike da ku ew karibin vê xebatê berfireh bikin. Beşdarên Temayan hemû jî wê bi xwe toreke xwe, tevneke xwe ya têkiliyan ava bikin. Lewma ew kesên hîna me xwe negihandî wan, xebata wan wê Torê xurt bike. Ev ê xebata me berfirehtir bike. Piştî ku rêzikname û çarçoveya Torê hinekî bi rêkûpêk bû, hingê em ê vî karî bimeşînin.

Ti pêşniyazên we yên ji bo xebateke berbiçav çêbûn?

Çend pêşniyazên me çêbûn, weke avakirina navendeke lêkolînên li ser folklorê.  Berê jî hewl hatibû dayîn ku bê damezrandin. Piştî ku pêşniyazên koman ji bo çareseriyan bêhtir gihiştin asteke diyar, ez yeqîn dikim, hingê em ê karibin plansaziyeke ji bo çareseriyê karibin çêkin. Tiştên berbiçav ên me biryara wan dayî hîna tine ne, heger nexşerêya xebatê diyar bû, hingê wê zelal bibe ka di pratîkê de em çi bikin.

Ji bo herêmên diyar ti projeyên we yên li pêş wê hebin?

Ji bo herêman hîna ti plansaziya ji bo çand û zimên nehatiye kirin. Ji bo pisporiya kar û kar zûtir bê kirin, ez yeqîn dikim wê herêm herêm xebat jî bê kirin. Lê biryar e; herêmên zêdetir xeter li ser wan heye, yên li keviyan, li ser sînoran, ên ku bêhtir ketine ber aşê bişaftinê û şêwezarê Kirmanckî di plansaziyeke siberojê de li pêş bin û bi îmtiyaz bin. Kar wê pêşî ji bo wan bi lez bê kirin. Lê beriya plansaziyekê, divê zelal bibe ka xebat wê çawa bên kirin, çi zemîna madî û manewî wê ji bo xebatan bê amadekirin. Kesên xwedî ezmûn û kesên nû wê çiqasî karibin di navê de cihê xwe bigirin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found