Karesata xiyanetê sêva jehrî ye!

Li Kurdistanê rastiya xiyanetê heta baş neyê tehlîlkirin, em nikarin gavekê ji bo serxwebûn û azadiyê biavêjin. Kesên xayîn ji hestên welatparêziyê dûr in. Bi qedrê xakê nizanin, hema mirov bibêje zarokên xakê nînin û ji mêj ve pişta xwe danê, wê rast be. Ji bo koka vê rastiya bi êş a her tim derveyî koletî û mêhtingeriyê, tiştek ji Kurdan re neaniye, biqele, gelek berdêlên mezin hatine dayîn. Li kêleka xiyanetên herî rezîl, mirovên bi esil ên navên wan bi herfên zêrîn hatine nivîsandin, îro bûne rastiya berxwedanê li Kurdistanê. 

Dema mirov îro li bûyerên li Kurdistanê temaşe dike, dîsa ew rastî rûyê xwe yê kirêt nîşan dide. Di demekê de ku gelê Kurd herî zêde xwedî derfetên azadî û serkeftinê ye. Ji bo ku xeta xiyanetê her dem li Kurdistanê zincîrê li dest û piyên vî gelî bialîne, polîtîkayên taybet ên hêzên derve û herêmî hene ku bi salan e pîlana wê dariştine. Lihevkirina di navbera DYE-Îsrail-Ingilîstanê de dîsa bi şêwaz û versiyoneke din, di bin cîlaya dewletên Îran û Tirkiyê de, herî zêde hewl didin bi bipêşxistina xeta xiyanetê li beramber têkoşîna Kurdên azad, projeya Netewa Demokratîk pûç bikin. Dibe ku hinek ji van dewletan li ser erdê bi Kurdan re hevpeymaniyê bikin, berjewendiyên wan vê ji wan dixwaze. Lê di rastiyê de şerê xwe yê bîrdozî her tim li beramberî xeta Kurdê azad dane meşandin û hê jî dimeşînin. 

Lê rastiya xiyanetê û koka wê li Kurdistanê baş nehatiye tehlîlkirin. Kurd hê jî bi karesata mezin a xiyanetê baş nehesiyane. Karesat e, karesat, wek Helebceyeke din e, wek bêhna sêva jehrî ye. Ji bo wê jî gelek bûyerên li pêş çavên me ku her roj diqewimin, pirr zêde bala me nakişînin. Heger Kurd heta roja îro li ser piyan maye û dijî, ji wê ye ku pişta xiyanetê her tim li erdê daye. Niha dijminên Kurdan hîn zêdetir bûne, pîlanên gelekî xeter li dor Kurdan tên danîn, divê ev rastî jî ji her demê baştir bê fêmkirin û lêkolînkirin. Şengal li pêş çavê hemû cîhanê hat firotin, bi hemû nirxên xwe ve, bi jin, zarok, pîr û kalan. Em bêdeng man. Ji bo wê jî yên Şengal firotin, çûn, lingê xwe danîn ser gorên komî yên bi hezaran jin û zarokên Êzîdî û pesnê xwe dan û şerma dîrokî wek serketinê bi nav kirin. Erê, rast e, ew bi ser ketin, di xiyanetê de, di nokeriyê de. Di bin navê Kurdayetiyê de xwe veşartin û behsa Kurdîtî û dewleta Kurdî kirin, di wextekî de ku hêj birînên Şengalê dinaliyan ji derdê vê rastiya trajedîk. Yên bi wan re pîlana dagirkirina Şengalê dariştibûn, ew rakirin û serê wan li ezmanan dan, bilind kirin û bilind kirin, ha paşa! Te ev heq kiribû… 

Îcar dûr hat, paşa rûnê ser textê dewleteke Kurdî. Ma ev îş wisa bi hêsanî dibin gelo? Yên bi carekê te daynin ser text, wê bi carekê jî te ji wî textî daxin xwarê. Dibêjin, ya bayê aniye, dîsa ba bi xwe re jî dibe! Mirov çiqas kor be ku van nebîne, tenê rastiya xiyanetê û dûrketina ji xwe û rastiya xwe, wer tîne ser mirovî, mejî, dil û ruh ditevize. Û em dîsa bêdeng in li beramber rastiya xiyanetê. Şengal tenê destpêkek bû, paşê Kerkûk û Germiyan. Jixwe, Mûsil ji mêjve ji çav derketibû. Ev dagirkerî wisa bi wan derewên hinek Kurdên xayîn di ragihandina xwe de dikin, nebû. Rojekê beriya artêşa Iraqê bikeve tevgerê, jixwe her tişt li Dokanê hatibû axaftin, ti gotin li ser gotina dagirkeriya Îran, Tirkiye û Iraqê ve nebû û nemabû. Ew hewar û qêrînên şematik ji bo wê bûn ku rastiya xwe veşêrin. Dîsa em bêdeng man. Xeyalên dewleta Kurdî jixwe ez bawer dikim hema bi ava Dokanê de berdan û çû. Û piştî ewçend bûyeran, dewleta Tirk a ku cejna vê dagirkeriyê dikir û her roj zilm li ser Bakurê Kurdistanê dibarand, Nêçîrvan Barzanî radibe malavahiya serokkomarê Tirk Tayip Erdogan dike. Ji bo çi? Qaşo ji bo ku alîkarî ji mexdûrên erdheja Başûr re şandiye. Werin ji xwe re li vê sosretê temaşe bikin. Hê jî ev birêz Serokwezîrê welatê firotî ye, tiştek nemaye wezîro, Erdogan alîkariyê ji erdhejzedeyan re bişîne wê çi bibe? Ez ê şaş nemînim dema spasiya dewleta Îranê jî bike ku alîkarî daye mexdûrên erdheja Kirmaşanê. Di wextekî de ku bi sedan kes di gorên komî de hatin veşartin, kê li dinyayê ecêbatek wiha dîtiye ku wer bi mexdûrên erdhejê were kirin. Em her roj van bûyeran dibînin û nabe bêdeng bin. Em carekê vegerin li halê xwe binihêrin ka rastiya xiyanetê di dîroka me de çi aniye serê me û niha çi bi me dike. Heger ev rastî neyê fêmkirin, carekê em ê lê binihêrin ku hinek xaliya li bin me jî dikişkişînin û dikin bi xwe re bibin û talan bikin. Li beramberî xeta xiyanetê, roj roja xîret û xwedîderketina li xak û welatê xwe ye. PKK îsal dikeve sala xwe ya 40. Bi vê boneyê em bi ruhê berxwedêr ê şoreşeke bê navber ji bo serxwebûn û azadiyê rê nedin vê siya mirinê li ser bedena welatê xwe. Bi ruhê berxwedêr ê Sakîne Cansiz wê rastiya xiyanetê li Kurdistanê bi bin bikeve bêguman.

Yazarın diğer yazıları