Karîkatur û karîkatura xwe

Karîkatur ji wan huneran e ku mirov pê rexneyê li xwe û civaka xwe digire; hunerê wê yekê ye ku mirov rastiyê vediguherîne qeşmerekî da ku hem wê rastiyê baştir bide fêmkirin û hem jî bi mîzahê bibe xwediyê wê meşrûbûnê ku karibe rexneyê li dijî her kesî bike. Di karîkaturê de bi vî rengî sînor jî nînin, yan jî em bibêjin pirr kêm in.

Di karîkaturê de mubalexe heye, ew her tişta mirov dikare bibîne û bi dîtinê pê bihise mubalexe dike. Dema portreyeke tenê jî be, karîkatur bi vî rengî tevdigere, proporsiyon ne hevgirtî ne. Endamên laşê mirov ne li gorî hev in. Bêhvil, guh, lêv, birû û hwd. ji wan beş û endamên rû ne ku di karîkarturê de herî zê de tên mubalexekirin. Ev mubalexe bi xetan dibe, kêm caran bi rengan, hinek caran jî bi xêzkirina mecaz û biwêjan. Helbet karîkaturên di mubalexeyê de herî serketî, kirinan û gotinan bi xet û xêzên xwe mubalexe dikin.

Lê belê mirov bawer bike ku bi tenê bi vê mubalexeyê karîkaturek serketî ye, mirov xwe dixapîne. Lewma dema mirov li karîkaturên herî serketî yên dîrokî dinihêre, dibîne ku di hemûyan de peyameke xurt a civakî yan jî siyasî heye. Ango mubalexekirin tevî peyamên civakî û siyasî ji xisletên karîkaturên serketî ne. Dema sala 1832’yan melikê Franseyê, Louis Philippe dawî li sansûrê anî, Honore Daumier karîkaturekî meşhûr xêz kir û navê Gargantua (1) lê kir. Di vê karîkaturê de melik wekî dêwekî hatibû xêzkirin ku tevahiya karker û cotkarên welêt hilberîna xwe dianîn û vala dikirin nava devê wî. Herçî çerxa dewletê û karmendên wê jî ye, weke kesên ji pîsiya melik dixwin xêzkirîne. Helbet, sansura qaşo rabûyî nikare Daumier ji zindanê rizgar bike. Belkî sedema cezakirina wî roja me ya îro û Tirkiyeyê bi bîra we bixin: sorkirin û zêdekirina kînê li dijî hikûmeta melik.

William Magear Tweed yek ji wan kesan e ku bi çerxeke xurt a aborî, tîcaret, siyasetê di sedsala 19’an de di siyaseta eyaleta New Yorkê û ya bajêr bi xwe de diyarker bû. Wî sîstemeke wisa danîbû ku pê dikarî bi deh salan pereyên amî yên xelkê eyaletê bixwe, pê bibe milkdarê herî dewlemend ê New Yorkê jî. Lê wî di çerxa xwe de her kes bertîl dikir û kara xwe bi wan re parve dikir. Ji ber wê jî karîkaturîst Thomas Nast bi navê “Kê pereyên gel dizîn” (2) karîkaturek xêz kir sala 1870’yî. Di vê karîkaturê de xelekek ji mirovan heye (çêl li çerxa Tweed dike), her yek ji wan xwedî erk û wezîfeyeke diyar a dewletê yan jî bajêr e. Her kesê xêzkirî bi tiliya xwe yê kêleka xwe nîşan dide. Li binê wê dinivîse “Kê pereyên gel dizîn? Ew bû!”

Di kovara The Masses de du karikaturistên bi navê Young û Minor karîkaturekî xizmeta eskeriyê ya mecbûrî xêz kirin.(3) Ev karîkatur di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hatiye xêzkirin. Tê de mirov dibîne ku doktorek li bedenekê dinihêre. Ev beden gelekî xurt e, masûlkeyên vê bedenê bel û diyar in. Laşekî li ser xwe û bi qewet li pêşiya doktor e. Lê belê seriyê vê bedenê nîne. Ango ev kesê wê biçe eskeriyê bê serî ye. Li binê van herdu karakteran jî wiha dinivîse: “Doktorê mifetiş ê artêşê: Di dawiyê de eskerekî bêqisûr!”

Karîkaturîst ê emerîkî David Lavine ji bo rexnekirina siyaseta derve ya Henry Kissinger bihara 1984’an karîkaturek xêz kir(4), di vê karîkaturê de Kissinger dest diavêje jinekê, lê serê vê jinê dinyaya me ye. Ev karîkature ji ber gelek aliyan hatibe rexnekirin jî ji ber ku peyama xwe serketî da, wekî yek ji karîkaturên herî serketî tê dîtin.

Karîkaturîstê ji Başûrê Efrîkayê Zapîro Kanûna 2007’an Serokdewletê welatê xwe Jacob Zuma yê ku bi destavêtina jineke ciwan dihat gunehbarkirin, lê belê bi “hîle” û “bertîlxuriyê” xwe ji ceza xilaskirî, kir mijara karîkatureke xwe. Di vê karîkaturê de tê dîtin ku hêza li pişt serokdewlet ANC (Kongreya Neteweyî ya Efrîkî), hevkarên wî yên mayî yên siyasî wekî mêran hatine xêzkirin(5). Ev mêr jineke ciwan (temsîla sîstema edaletê dike) bi zorê digirin ku li erdê dirêjkiriye û bang li Zuma dikin “De patron, bike!” Zuma jî kembera xwe vedike, doxîna xwe sistkiriye, û li ser serê wî jî serikê henefiyekî dûşê hatiye bicihkirin.

Ev karîkaturên serketî, di heman demê de gotina min a destpêkê piştrast dikin ku divê tevî mubalexeyê, peyameke xurt a civakî yan jî siyasî jî di karîkatureke serketî de hatibe bicihkirin. Bi her halî, peyva karîkatur êdî ji bilî hunera xêzan, ji bo maneyên firehtir tê bi kar anîn. Dema min doh û pêr guh da serokkomarê Tirkan Erdogan, ya hatî bîra min ku ew karîkaturê xwe bi xwe ye. Mubalexeya hêza xwe li ber kesên ti elaqeya wan bi wî û hêza wî re nîne, gefxwarineke bîlasedem û hêrî, jixwerazîbûneke fehş (got, ew ji kesekî re bibêjin dîktator, ew kes ji bo min qenc e) tenê ji bo ku xwe tetmîn bike… Gelo bi van xisletên xwe kesekî din ku karibe bide ber Erdogan heye di warê karîkaturbûnê de? Bi rastî ez bawer nakim ku Trump jî karibe bi erda wî bikeve.

Yazarın diğer yazıları