Katalan û Spanî yên herî zêde ne

BARIŞ BALSEÇER / NANCY

Meşa Dirêj a înternasyonalîstan ji Luksemburgê dest pê kiribû. Înternasyonalîst doh gihiştin bajarê Fransayê Nancyê. wan meşa xwe tevî şiliyeke zêde dewam kir. Pankarta ku wan li herî pêş vê carê hilgirt jî “Rise up for Rojava [Ji bo Rojava rabe ser piyan], Berxwedan Jiyan e” bû.

Di nava înternasyonalîstan de yên herî zêde îsal ji Katalanya û Spanyayê bûn, hejmara wan digihîje 80ʼyî. Siyasetmedar Eyup Doru ji bo vê dibêje, “Katalan, Baskî, Galîsyayî û Spanî meseleya Kurdistanê ji nêz ve dişopînin. Di heman demê de em behsa welatekî dikin ku lê berxwedan xurt e.” Eyup Doru got, gelek beşdarên meşa dirêj zarokên wan kesan in ku di şerê navxweyî yê Spanyayê de cihê xwe girtine û wiha dewam dike: “Bijîşk, mamoste, xwendekar, karker û kesên ji pîşeyên cihê di meşê de cihê xwe digirin.” Eyup Doru got, wan îsal du caran ji hedefa xwe bihurandiye û ew ê tevî beşdarên meşê, têkiliyên xwe yên bi Rêxistinên Civaka Sivîl, partiyên siyasî û wekî din re jî bi pêştir ve bibin. Lê ew di dema meşê de jî betal nemane: “Me ji niha ve li vir Newroza li Spanyayê plan kir.”

Yên bi qedrê azadiyê dizanin

Marcos ê 22 salî ji herêma Aragon a Spanyayê ye. Wî beşa fîlozofiyê qedandiye. Wî li ser Şoreşa Rojava xwendiye û pê re jî kitêbên Ocalan xwendine û kariye Kurdan nas bike. Ew dibêje, “Ocalan ji bo roja me ya îro hizirkarekî pirr muhim e. Bi beşdariya xwe ya vê meşê ez hem doza azadiya miletekî dikim û hem jî doza azadiya hizirkarekî muhim dikim. Miletên dinyayê divê Şoreşa Rojava bibînin. Pratîka li wir bibin welatên xwe. Mirov tenê heger bi qedrê wê zanibe, dikare azadiyê biparêze. Ez bang li her kesê bi qedrê azadiyê dizane dikim, 15ʼê Sibatê tevlî çalakiya li Strasbourgê bibe.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found