Kayyum û kayyum

Di gelek nirxandinên li ser dîroka Tirkan de zelal dibe ku serkarên Tirk ji ber hin têgînên talan, şêlandin, dagirkirin û desteserkirinan rewa bikin, dînê îslamê wergirtine. Piştî serdest jî bûne, wan ew kirine xizmeta xwe û bikaranîne. Ji van têgînan ya herî aşîkar “Xenimet” e. Baş tê zanîn ku aboriya Osmaniyan li gel bac û xugiyan, li ser talanê yanê xenîmetê rûniştibû. Lê dem hat, êdî xenîmet bi talana bin erdê û teknîkê derket pêş û Osmaniyan wenda kir.

Erdogan jî serkariya xwe li ser talan, yanê xenîmetê daye rûniştin. Bi qaşo “bihara Ereban“ re ev firsend bi dest serkariya wî ket. Her wiha çeteyên gasikên destê Serkariya Erdogan jî bi mejiyê sedan salan berê nêzîkê mijara xenîmetê dibe. Têgîhîştina wan a aboriyê wek ya Osmaniyan û qirayliyetên îslamê yên berê Osmaniyan e, jiwê dikevin ku derê, berê heyî, mal û melalên gel talan dikin. Li gor agahiyên berdest rayedarên Tirk jî wan bi zanistî teşvîkê talanê dikin.

Ji van têgînên ku rêveberiya Tirkan ji îslamê wergirtine, bêguman yek jî mijara “Kayyuman” e. Di şiroveyên ferhengan de “kayyum” wek peyveke hevdudanî tê destnîşankirin û bi du peyvan ve tê girêdan; yek peyva “kama” (rawestan) ya din jî peyva “kiyam” (destdanîna ser û bi rêve birin) Di pirtûkên etîmolojiyên Tirkan de jî, ev têgîn bi tîpên “kwm /kym” derdikeve pêş, xwendina wê ya bi awayê qayûm قيّوم wek rengdêreke xwedayî tê şirovekirin.

Ev têgîn di bingehê xwe de bi giranî di warê aboriyê de tê bikaranîn. Ev di zimanê Almanê de “Treuhänder” bi îngîlîzî “trustee” e û erkên wan jî, fîrmayên ku di tengasiyê de ne, rêvebirin e. Li gor qanûnên Tirkiyê li navçeyan gernîndeyê mal û heyîyê (Mal Muduru), Li wîlayetan jî “defterdar” li vî erkî dinêre. Dema serîlêdan, gilî hebe, defterdar dikane rêvebiriya fîrma, yan jî wan mal, fîrma û komaleyan werbigire. Di qanûna Tirkiyê de dadgeh piştî lêkolîn û darezandinan dikane li gor qanuna 4721 an biryara kayyum danînaser bide. Lê li Tirkiyê qanûn tenê li ser kaxizan e.

Di dema Osmaniyan de mînakeke nîyat û armanca kayyuman baş zelal dike heye. Kanunî Sultan Suleyman ji bo ku bikane Qizilbaş û Bektaşiyan bi her awayî bi xwe ve girêde û têke bendekariya xwe bûrayê xwe “Server Paşayî Sersem“ di bin şanenavê “Alî Dedebaba” de wek kayyum dide ser dergaha Hacim Bektaş. Bi rêya wî Elewîtiyeke bi dewlet û padîşah ve girêdayî bi pêş dixe. Gelek weqf û saziyên îro bi navê Elewîtiyê di bendekariya dewletê de ne, berhemên wî Kayyumê Kaununî Sultan Suleyman e.

Mustefa Kemal jî bi vê mabestê di bin fermana kayyumên bi xwe ve girêdayî de “Partiya Kominist a Tirkiyê” dadimezrîne. Çepgirên kemalîst ên îro di piyaseya polîtîkayê de xuya dikin, berhemên vê polîtîka Kemal e. Kemalîst tenê bi vê kirinê jî namîne, piştî komkujiyan gelek kesan di bin navê kayyuman de dide ser heyî, yan jî şîrketên, Ermenî, Rum û gelên din. Dema mirov çîroka dewlemendên Tirkiyê dixwine, vê rastiyê bi zelalî dibîne.

Ew giyana dema Osmaniyan bi Osmaniyan re têkneçû, wê giyana talan, kuştin û bi xwe ve girêdana dema Osmaniyan, bi damezrandina Komara Tirk re kirasê kemalîzmê li xwe kir. Dem bi dem veşartî, dem bi dem jî bi aşîkarî derket pêş. Vê serkariya sentêza Tirk-îslam tişteke nû neanî, bes giyana Osmaniyan û kemalîzmê di xwe de gihand hev têgihîştineke xenîmet, kayyum û komkujiyên hov û beloq derxist pêş. Bi mijara “Bihara Ereban” re jî, ew ji bo armanca xwe bi aşîkarî daxistina qada jiyanê, ketin nava kar. Li der komên îslamîst ên di bin kontrola xwe de, li hundir jî bi aşîkarî dest bi talan û kayyuman kirin.

Ji bo pêşî li doza Kurdistan û mafê Kurdan girtinê, bi êrişên çekên kîmyevî yên qedexe û ji ruxandina bajaran bigire hetanî komkujiyan serî li her rêyên bêbav û ne mirovî dan. Li gel wê ji bo vîna gel şikandin, bi rîya Kayyuman şaredariyên bajaran şêlandin, pêşî li sazîbûn û xwebûna gel girtinê, ew pergala kayyum ya dema Kanûnî Sultan Sileyman daxistin qada jiyanê. Herwiha bi vî awayî hewldan ku cehşitiyê berfireh bikin, vina gel bişkênin, têkiliya gel û Tevgera Azadî qut bikin. Bêguman bi vê xwestin pêşî li ziman û çanda Kurd jî bigirin. Li aliyekê ve jî vê saziya kayyum a bêbext wek tolehildanê bikartîne. Ango pergala kayyum ji bo armanceke wisa berfireh e. Ev jî gelek zelal e, Kayyum tenê û tenê didin ser şaredariyên di destên Kurdan de ne. Partiya komunist jî li ser kar be, ti car dest nadin şaredariyên partiyên dewletê. Rastî wisa beloq e. Bes mejî hewl bide ku têbigîhîje û rastiyê bibîne.

Yazarın diğer yazıları