KCK’ê Aram Tîgran bibîr anî

Komîteyê di peyama xwe de ji bo Aram got, "Siltanê deng ê pêşeroja me ya azad" û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Aram Tîgran gotibû "Ev deng divê nemire, her tim azad be" bibîr xist û destnîşan kir ku ewê şopdarên xeta hunerê ya Tîgran bin.

Peyama Komîteya Çand û Hunerê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) weha ye: "Em ozanê mezin ê gel Aram Tîgran ku bi hunera xwe re rastiya Kurd û Kurdistanê anî ziman, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, bi vê wesîleyê dilsoziya xwe ya bi şehîdên me yên leheng re careke din tînin ziman. Aram Tîgran bi dengê xwe yê bedew ê bi heqîqetê, banga Kurdistanê li gelê me dikir. Coşa têkoşîna azadiyê di dilê xwe de hîs dikir, bi awaza xwe re banga xwedîderketina erd û dîrokê li gelê Kurd dikir. Aram Tîgran bi jiyana xwe ya rûmet û têkoşer ji hemû hunermendan re bû mînak û wê di têkoşîna çandê ya gelê Kurd û dostên wan de, her bijî. Ji ber ku hunermendên rastî yên gel, ti carî namirin."

‘Emê şopdarê wî bin’
Di peyamê de hate destnîşan kirin ku bi têkoşîn û xabata hûnerî wê bîranîna Aram Tîgran zindî were hiştin û wiha hate gotin: "Rêber Apo diyar dike ku naskirina Aram Tîgran xwedî nirxeke dîrokî ye. Dixwaze rastiya ku dengê Aram Tîgran wê tîne ziman, bi awayekî azad bijî. Wendahiya Aram Tîgran bandoreke giran li Rêber Apo û gelê Kurd kiriye. Cihê wê bi hêsanî nayê dagirtin. Weke şagirtên şoreşger ên hunera wî, emê her tim bibin şopdarên xeta wî ya hunerî û şoreşger û ji bo hêjayî mîrateya wî ya hunerî bibin, emê her têbikoşin û têgihiştina hunerê û bîranîna Mamoste Aram her tim bidin jiyîn. Rûkeniya mamosteyê me yê mezin ê hunerê, wê bi dengê xwe yê dawûdî û bi cumbuşa xwe ya pîroz re, her tim di nava me de be."

ANF/BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found