Keça Hozan Canê jî dîl girtin

Hozan Canê ji bo destekê bide xebatên hilbijartinê yên HDP´ê çûbû Edirneyê û li wir hatibû girtin. Di doza li dijî wê de, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hozan Canê hat birrîn. Beriya çendekê bi îdîaya heqareta li serokkomarê Tirk dîsa doz li Hozan Canê hatibû vekirin. Parêzera Hozan Canê, Newroz Akalin ji ajansa nûçeyan a Elman dpa´yê re got, keça Hozan Canê, Gonul Ors gava ku xwest ji Tirkiyeyê derkeve, hat girtin û ew xistin hepsa Edîrneyê. Gonul Ors ji bo biçe serdana dayika xwe Gulana bihurî çûbû Tirkiyeyê. Li wir jî qedexeya derketina ji Tirkiyeyê danîn ser wê. Hozan Canê hat girtin û hîna jî bi  dozên nû re rûbirû ye, tevî vê jî hunermend bê deng in.

SERVÎSA ÇANDÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found