‘Keça min tu venegerî heta azadiyê!’

Bi hezaran keç û kurên Kurdistanê li çiyayên azad têkoşîna azadiyê dikin. Bi hezaran şehîd û birîndar bûne. Bi hezaran ji wan jî hêj li çiyayên azad û li gelek warên din têkoşînê dikin. Ji zimanê dayikeke Kurd nameyek ji bo keça wê ya li çiyayên azad wiha ye; “Îro roja înê ye. Ez li goristanê çûbûm ziyareta birayê te yê şehîd. Tu zanî, ev zalim li mezarê birayê te, ji wêneyê wî yê bedew û ji çend gulên sor li ser xaka wî tirsyan û xira kirin. Min çû kevirê şikestî bi destê xwe paqij kir û careke din xwest ên şikestî bicebirînim. Lê ew jî wek dilê min ê şikestî, necebirî. Min ji birayê te re got, tu piştî wî çûyî çiya, min zanî gelekî kêfxweş bû. Keniya û ez jî bi kenê wî re hem keniyam û giriyam. Min bihîst te navê xwe kiriye Arîn. Xweziya min rojekê bi wî navî gazî te bikira, çiqas navekî bedew e û li wan çavên te yên zeytûnî tê. Bavê te hêj li girtîgehê ye. Dûr e girtîgeha Şakranê, heta diçim wir û têm bi rojan di wan rêyan de dimînim. Bi rojan li ber deriyê zindanê dimînim ji bo çend saetan bavê te bibînim. Ew jî baş e û her cara ez diçim, pirsa te dike. Digot, Arîn ji çiyayên azad jê re û hevalên wî re name şandiye. Dîsa polisên dagirker hatibûn ber deriyê me û li te dipirsîn. Digotin, ew li ku ye, min jî got, ez nizanim. Digotin, misoger haya te jê heye, biçe bîne em ê ji te re alîkar bin. Ez bi aqilê wan keniyam keça min! Ew te nas nakin û nizanin şoreşgertî çi ye û dayika şoreşgeran çawa ne. Dema wan destvala patika xwe xwerand û ew çûn, ez fikirîm ku tu tiştên wiha ji rêzê li ser xwe qebûl nakî. Ez jî li ser te qebûl nakim. Ez ti caran naxwazim serê keça min li der û cîranan biçeme. Wê birayê te çi ji min re bibêje?

Keça min tu bi serbilindî vegere malê. Dema birayê te li ser milê lehiya mirovan di nava kolanan de ber bi goristanê ve birin, min jî sêniya hineyê xemiland û li pêş her kesî ez meşiyam. Bi hezaran dayik ji bo kurê min giriyan, lîlandin û kêfxweş bûn. Bajarek bi kurê min serbilind bû û hemû keç û kurên şoreşger ên vî welatî yên min in. Tu zanî çima van tiştan ji te re dibêjim. Beriya bi çend rojan, min bihîst li ber deriye avahiya HDP´ê komek dayik bi lîstika dewletê civiyane. Daxwaza zarokên xwe ji HDP´ê dikin. Ez dema bihurîm di ber wan re, min şerm kir. Min li wêneyên zarokên wan temaşe kir. Min got, niha ew jî gerîla ne, hevalên Arîna min in. Niha ew jî ji dayika xwe şerm dikin. Min ji wan re got, Arîna min jî çûye. Naxwazim tu ji min şerm bikî. Min got, bi xwe çûye û êdî ew jineke azad e li wan çiyayan. Ew ji bo me têdikoşe. Ji bo vê zilma li ser serê me Kurdan, ji bo em azad bijîn li wan çiyayan şer dikin. Min ji wan re got, dema birayê te şehîd bû min çawa pêşwazî kir. Min ji wan re got, ez bi te û birayê te serbilind im. Keça min dewletê ew xapandine û haya wan ji van lîstikan tineye. Arîna min tu şoreşgera xeyalên min ên nîvcomayî yî. Tu ji bo tola koletî û belengaziya hatiye serê me derketî serê çiyayan. Ji bo dayika te careke din negirî, ji bo Kurd êdî koletiya xelkê nekin tu çûyî. Ji bo êdî keçên ciwan wek hevala te ya cîrana me xwe nekujin, te berê xwe da wan çiyayan. Dizanim tu ji bo me li wir şer dikî û em jî ji bo we li vir li ber xwe didin. Ez ti caran ji te re nabêjim vegere. Keça min xweziya ez wek te keçeke ciwan bûma, minê jî berê xwe bida wan çiyayan. Tu zanî, hûn heta li wan çiyayan bin, pişta me germ e. Em dizanin artêşa me heye. Em dizanin, em bê xwedî nînin û hinek rûmeta me diparêzin. Arîna min! nabe rojekê tu hema wisa bê sedem vegerî. Hema ber bayê hinek nezanan bikevî û werî. Ez derî li te venakin. Şîrê xwe jî li te helal nakim. Hêj welatê me bindest e. Heta welat bindest be, heta zilm hebe, heta hebûna me, nasnameya me neyê qebûlkirin. Heta bavê te di zîndanê de be. Heta mezarê kurê min were şikandin, wateya mayîna li vir tineye.

Keça min vê jî bizane. Ez ti caran naçim ji bo te li ber deriyan narûnêm. Ez dayika şoreşgeran im. Ez dizanim çima hûn derketine çiyayan. Ez zarokên xwe nas dikim. Jixwe, min ji wan dayikan re got, hûn zarokên xwe nas nakin. Hûn divê li pey xeyalên wan biçin, ne ku werin li ber van deriyan hebûna xwe bêwate bikin. Hinek rabûn çûn. Em jî dixwazin wek dayikên şoreşgeran biçin behsa rastiya we, xewn û xeyalên we bikin. Ew ê rojekê ji ya dikin şermê bikin û poşman bibin. Jixwe, ji niha ve gelek ji wan poşman bûn. Keça min dîsa dibêjim, tu û hevalên te ji bo azadiya me li wan çiyayan in. Heger hûn dakevin, em ê negihêjin azadiyê. Tu venegerî keça min em ê vegera te li ser xaka azad bi hev re pîroz bikin.’’

Yazarın diğer yazıları