Keleha Mêzgirê (Mazgirtê)

Ji kelehên cihanê ya herî taybet keleha Mêzgirê ye. Ev yekem keleh e ku li ser “aşê bayê” jî hatiye lêkirin, ji ber vê taybetiya xwe jî, divîbû wek xaleke bingehîn ya dîroka cihanê di pirtûkên hemû welatan de cih bigirta. Lewre ew hem jî li gor daneyên heyî kavilê aş ê yekem e. Birîna Kurdistana bindest yek jî ev înkara dîrokê ye. Lê ez ê vê mijara “aşê bayê” bi berfirehî binivîsim. Bila ev tenê wek agahiyekê bimîne.

Bajarê Mazgirtê bajarekî piçûk e, bajarê kevn di ber kelahê de ye. Bajarê nû ber bi başûr bi aliyê deştê ve berfireh bûye. Gelê me yê li vî bajarî dijî, jê re “Mêzgir” dibêjin. Bajarê Mêzgirê mîna ku bi daxwaziya sibehê zû dîroza roja pîroz wergire, li başûrrojhilatê çiyayê Kert/Kerdê hatiye avakirin û ji bakur ber bi başûr ji kilometreyekê zêdetir direj dibe. Dema mirov bi çaveke çivîkî lê binêre, pir nêzîkê bajarê Mamikiyê (Dêsim) ye. Lê çiya rê nadin, ji wê rêya wî berê ber bi başûr diçe dikeve ser rêya Elezîz-Mamikiyê û wisa xwe digîhine navenda parêzgeha Dêsim/Dêrsimê.

Navê Mêzgirê ji du peyvan pêk tê “Maz – girt,gert /kert”. Ji bo van peyvan jî, hin îdîa û dane hene. 1 –  “Kirt /kert” bi partî/pehlewî tê wateya “çêkirî,” dû re bi bandora farsî nerm bûye û bûye “kert gert” Romahiyan navê bajêr wek “Meckert /Menckert” bikaranîne. (ji têza Dr. ya Serkan Erdogan) 2 – Tê gotin ku a) “Maz” ji “Manasa” Ermenîkî ku ji bo padîşaheke xeyalî tê bikaranîn (Bi dîtin û lêkolîna min ev navê keyê Urartuyan “Menua” yê bi ermenîkî ye). b) Peyva “gert kert” ji lêkera “kerden /kirdin” tê li Îranê jî bi dehan bajar û cigehên bi navê “gert/kert/ kerd” hene. Ev di erebî de bûye “cerd /cirt” (çavkanî: zimanzan Husein Muhammed) 3 – Dîtina a) “gert /kert” di wateya bajar, cigeha şêniyê wê zêde de jî hatiye bikaranîn, lema wek navê bajêr jî tê têgihîştin. Li gor vê dîtinê bi guheztina tîpên “R” û “N” gert /gerd = gund, ev “kert” û peyvên “kent” û gund” heman peyv in û îro di ziman de tên bikaranîn. b) Peyva “maz” di kurdî de tê wateya “kemilî, gihîş hêza xwe ya herî berz” wekî “beranê maz” her wiha “nêriyê maz”. Li gor vê Mazgîrt dibe “bajarê kemilî.”

Keleha Mêzgirê li bakurrojavayê bajêr li ser volkaneke kevn ê di hemêza çiyayê Kertê de hatiye avakirin. Mirov li dîharê Kelehê Dep, Palû, devera Qereçor, Bilanix, Muxundiyê û hetanî keleha Baxînê, her wiha hemû zuxr û rêyên ji bakur û Rojava ve tên jî yekber dibîne. Ango li cihekî gelek stratejîk hatiye avakirin.

Mirov ji aliyê bajêr ve bi çil derenceyan ve hildikişe, dikeve şikefta di baxir de hatiye kolan û di wir re jî bi çend derenceya dikeve hindirî kelehê. Di keleha beşek sûra wê hêrifiye hatiye xwarê de, li cihê bilind koşkek di baxir de hatiye kolan, hin avahiyên ji kevirên bazalt ên baş teraştî çêkirî hê wekî berê li pê ne. Tunêla ber bi jêr ve diçe, cihokên avê û teras hene. Keleh di dema Menua de hatiye lêkirin. Di kelahê de nivîse mixî yê di dem Rûşa II. (680-639) de maye heye. Ji wê mirov dikane bibêje hin beşên wê jî di dema Rûşa II de hatiye avakirin.

Me çawa pêşte jî gotibû li ser cihê herî bilind û li kêleka koşka di zinêr de hatiye kolan jî kavil û paşmahiyên “aşekê bayê” yê di dema Urartuyan de hatiye çêkirin heye. Ev “aşê bayê” taybiya vê kelehê ye. Di cihanê de kavîlên “aşê bayê” tenê li vir heye. Dibe ev bingehê hemû “aşên bayê” be. Yanê Mîtaniyan ereba şer “Maranya” û Urartuyan jî “aşê bayê” diyariyê mirovahiyê kirine. Ez ê bi taybetî li ser vê aşê bayê binivîsim.

Di navenda kelehê de bîreke binê wê weke şikeftekê hatiye çêkirin û derî di Tunela veşartî re dikeve hundirê şikeftê heye. Yên vê bîr yan jî şikefta kûr wek “mixara Xizir” bi nav dikin jî gelek in. Di nava gel de bi giranî wek “mixara mirazan” tê zanîn. Mirovên tên vê kelehê ziyaret dikin, ji bo daxwaziya dilê wan pêk were, bi wê nîyetê kevirekî davêje vê şikefta wek bir. Yên tîpen yekem yên navên xwe li ser kevir kolane û wisa avêtine jî di nava keviran de hene. Demekê şikeft bi keviran hatibûn dagirtin.

Dagirkerên Tirk ji tirs xwe, tirsa derketina rastiyan, di her warî de qedexe danîne. Bi boneya: “Keleh cihê herî bilind ê li dora bajêr e, di hinek rewşên awerte de dikane hêzên ewlekariyê têke nava xeteriyê” derketina kelehê qedexe kirine. Tenê 23 nîsanê û 19 gulanê ku cejnê dagirkeran e, destûr didin. Wê ew ê rojekê bi vê tirsê ji rûye erdê biqewitin, biçin.

Bi hêviya hemu Kurdên ji Ewrûpê diçin welêt li cihê dîrokî yên ji bav û kalan ve maye û wiha bingehê dîroka cihanê ye bigerin. Diroka xwe binasin, bi huner, ked û reseniya bav û kalên xwe serbilind bin. Hetanê keleheke din bimînin di xweşiyê de.

Yazarın diğer yazıları