Keleha Palûyê / Keleha Şebîtaria

Bajarê Palû ye, ji bajarên herî kevn yek e. Di dema Urartûyan de bi avakirina Kelaha Şebîtarias ve wek navendeke Urartûyan di dîrokê de cihê xwe girtiye. Di dema Osmaniyan de jî navenda Sancaxa Osmaniyan bû. Wê demê hin malbatên arîstokrat ên Osmaniyan jî li vir bi cîh bûbûn. Piştî navê gundê “Mazra” bi navê padîşahê Osmanî Ebdulezîz hat guhertin û bû Elezîz, sancax ji Palûyê rakirin û Palû bi Elezîzê ve girêdan.

Ev keleha sê çar km li Rojhilatê bajarê Palûyê ye. Keleh li ser girekî zinarîn li nîv girava çemê Arsînê (Murat) ku li vir wek tîpa “U” ber bi başûr çivek daye xwe, hatiye avakirin. Di lêkirina vê kelehê de wekî hemû kelehên Urartûyan hostatiya teraştina zinar û keviran bi zelalî xuya dike. Her wiha zinarên hatine bikaranîn jî bi tonan giran e. Bi zinarên mezin û teraştî lêkirin, xwerû jî di hin zinaran de qulên bi qasê gulmistek diçê, vekirin, karektera lêkirina kelehên Urartûyan e û wê ji avadaniya dînastiyên din cûda dike. Di kelehê de cihê gorên ku di hundirê baxiran de hatiye amadekirin, tunêlên hatine vekirin, derencên di tunêleke veşartî de hetanê devê ava çemê Arsînê diçe, sarincên avan, çelavên gorîkirinê, bê xirakirin gihîştine vê roja me.

Dema mirov li kelahên Urartuyan dinêre, bi giranî li ser girên ber bi ezman ve bilind dibin, li gel wê cihê wek çavdêriyên herî baş hatine hilbijartin. Divê mirov vê bibêje; Urartûyan cihê bilind cihên nêzîkê Xweda “Xaldî” didîtin, ji wê bilindahî ji bo wan pir pîroz bûn. Ev awayê baweriya Urartûyan di nava gelê me de hetanî vê roja me jî hatiye. Hê jî gelê me cihên bilind wek zîgurat (ziyaret /jiyare) dibînin, xwerû jî, darek li cihekî bilind hebe, bendê daxwaziyan bi guliyê wê ve girê didin û dikin ziyaret. Li gel vê awa avakirinê, di vê kelehê de ji motîfên eylo bigire hetanî tîrêjên rojê gelek nîşaneyên baweriya Urartûyan hene.

Li vir tişta herî giring; li bakur rojavayê keleha Şebêtariyas hin zinarên bi qasî 4 m bilind hene. Li ser Zinarê 3,5 m bilind û bi qasê 1,5 m fireh 30 cm çalkirine û li ser bi tîpên mixî û bi zimanê Urartûyan nivîs nivîsandine. Naveroka vê nivîsa ku keyê Urartûyan kurê Îşpûnû Menua Berê Mîladê di sala 810 – 804 de daye nivîsandin, wiha ye:

“Min welatê Alzî bidestxist. Ez derbasê wiyali çemê Arsînê bûm. Min Şebêtariya, Huzana (Huzna) û Şûpa girt bin serweriya xwe. Min Meletî jî bi bacê bi xwe ve girêda…”

Alzî kuderê ye? dibe Oxî û Bilanixa Depê be! Yan Mazgirta Dêrsimê? Li gor hin lekolîneran Huzna /Huzana deşta Elezîzê ye. Hin jî Egîla Amedê wek cigeha Huzna nîşan didin. Lê rastiyekê heye, bi hezaran salan e ku li devera Elezîzê navê jinan yê herî zêde tê hezkirin û bikaranîn navê “Huzna” ye û têkiliya vê bi navê erebî “Husniye”yê re tine. Di nava Kurdê Êzdîyên Xaldî de jî navê Huzna xwerû li devera Xerza zêde ye. Devera “Şûpa” jî dibe çala Pertegê be, niha di bin bendava Kebanê de maye.

Li ser û li dor her kelehekê çîrokên xwerû hene, hin ji wan rastî ne, hin mîtolojî, hin jî dû re bi aliyê gel ve hatine lihevanîn. Gelek ji wan di pêvajoya salan de reng û bawerî guhertine, bêguman hin ji wan jî hatine jibîrkirin. Li derdora Paluyê hetanê salên 70yî jî çîrokek gelek balkêş li ser keleha Palûyê dihat vegotin. Çîrok wiha bû:

“Dema qiralê bi navê Menua vê kelehê lêdike, li bajêr bi navê “Menmeno” yekê dîn hebûye, her kes jê re “Meno” dibêje. Gava rojekê qiral Menua cardin tê Şebêtariya, dibîhîse ku ji yekê din re jî “Meno” dibêjin. Gelek hêrs dibe. Ferman dide ku biçin wî dînî bibînin û bînin. Dema Menua dînê nav “Meno” li hember xwe dibêne, hem kêfa wî vê re tê, hem jî gunehê wî pê tê. Ferman dide leşkerên xwe ku wî bibin di çem de paqij bişon, kincên paqij û nû lêkin, wisa derxin pêşberê wî. Dema Leşker wî ber bi çem dibin. Mirovên li wir bi zimanê xwe dibêjin: “Bi Xwedê leşker Meno dibin dikujin.“ Meno vê dibîhîse. Dema leşker wî dikin nava çem dixwazin bişon, Meno ji destên wan difilite û ber bi cihê kûr ve bazdide. Hetanê leşker xwe digihîjinê, Menoyê li ber pêlên avê ketî dixeniqe. Key Menua pir ber Meno dikeve, li girekî hember bi destê xwe gora wî amade dike û dora wê hewş dike. Hê îro jî ew der ziyaret e, le vê carê bi navê kesayetiyekî mislimanan!

Bêguman mirov bikane bi tehlîlên arkolojîk û bi aliyê giringiya avakirina kelehê ve kelehekê bide nasîn baştir e, lê ev derfetê me tine, hima wisa bi kurtî dîrok û berhemên bav û kalên xwe nasîn jî girîng e. Em di mijara Keleheke din de hev bibînin.

Yazarın diğer yazıları