Keleha Şêrwan ket û ha ket

HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS/GERMIYAN

Keleha Şêrwan a dîrokî di erdheja sala 2017’an de beşek jê hilweşiya û di beşeke wê de jî derz çêbûn. Rewşa kelhê her diçe xirab dibe, ew derz mezin dibin û keleh hatiye ber hilweşînê.

Keleha Şêrwan li gorî dîrokzanan di navbera salên 1866 û 1874’an de ji aliyê Heme Paşayê Caf ve li ser Girê Şiwêndewar ê Şêrwane yê li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê hatiye çêkirin. Kelha Şêrwan di nava 8 salan de hatiye çêkirin û heta îro jî li ser piyan maye, lê niha bi xwe li ber hilweşînê ye.

Erdheja sala 2017’an a li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê zirareke mezin li Kelehê kir. Erdhej bû sedem ku beşek ji Keleha Şêrwan hilweşe û di beşekê wê de jî derz çêbibin. Di nav van du salên dawî de jî her çû ew derz mezin bûn û niha tehlûkeya mezin heye ku keleh hilweşe.

Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Şûnwarên Germiyanê, Mihemed Elî têkildarî rewşa Keleha Şêrwanê got, piştî erdhejê rêxistineke Holandî xwe dabû ber karê restorekirina kelehê, lê tenê beşa serê wê restore kiriye û paşê dev jê berdaye.

Mihemed Elî der barê kelehê de aliyên peywendîdar hemû hişyar kirin û got, divê di demeke nêzîk de keleh bê restorekirin: “Derzên di kelehê de me bi cilsê girtine da ku zêdetir xera nebin û keleh bi yekcarî hilneweşe.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found