Keleha Şîr, Xarpêt û Çarşî

Ma ji şîr jî keleh çêdibe? Rast, çima nebe, mirov dikane şîr bicemidîne, wê cemedê wek pakêt yan jî kerpîç bibire, bide ser hev û jê kelehekê çêke. Jixwe di çîrokên zarokan de jî gelek caran qesrên ji cemedê, qesrên ji penêran hene. Nebû ne. Na, na rikeke min a bi vî awayî tune.

Paragrafa yekem mîna tiştekî henekî û qerfî xuya bike jî, mijara me ne bi vî awayî ye. Mijara me mijareke cidî, ango "keleha Xarpêtê" û dîsa peyva "çarşî" ye, Ev keleha bi nav û deng cara yekem bi destê Hûriyan tê lêkirin. Hûriyan navê wê Charche-cherta (çarşe/î Kerta /kelta = Bajarê nava kelehê) daniye. Urartuyan ev keleh mezinkiriye û ev nav bi awayê "Charpêta" (Xarpêta) bilêvkirine û ev bilêvkirin hetanê vê roja me hatiye. Ev jî di pêvajoya salan de bûye Xarpêt û tê wateya bajarê nava kelehê. Jixwe Tirk jî tîpa "x" dikin "h" û jê re Harpût dibêjin.

Di zimanê Hûriyan de navê bajêr "charche" (çarşî) yan jî çarşehr e. Cher(l)ta (Kelta >keleh) jî keleh e. Lê me berê wer dizanî ku ev peyva "çarşî" ji peyva "çar + sî/ şî" tê. Tirkan jî bi vî awayî bi zimanê farisî ve girêdaye. Ne tenê ev peyv bi sedan peyvên zimanê Hûrîyan di Kurdî de dijîn. Mînak; "sal, pitik, tepik, newal û û“. Mirov bi hêsanî dikane bibêje; peyva "çarşî" peyveke herî kevn e û ji bav û kalên Kurdan Hûriyan (Xaltan) maye. Ango peyveke xas Kurdî ye. Jixwe, di nava gel de lêkera "çarşkirin" jî heye û tê wateya "bi awayekî zanistî raxistin û belavkirin. Mînak; dema cihêzê bûkê ji bo dîtina cîranan tê raxistin, dibêjin: "Me cihêzê bûkê çarş kir!" Peyva "çerçî" jî ji peyva "çarş + çî"  tê, ango kesên tiştan radixe. Dibe ku ev peyva Hûriyan ne ji raxistinê, rasterast ji peyvên "çar + şehr /şar" jî pêk hatibe.

Li hin heremên Kurdistanê di cihê vê peyva xas Kurdî de peyva Erebî "sûk" ketiye zimên û ev peyv wek peyveke Kurdî be, tê bikaranîn. Em hêvî dikin ku hêdî hêdî cihe vê peyva Erebî ev peyva bav û kalan, bi gotineke din peyva xas Kurdî "çarşî" cih bigire.

Mixabin ku lêkolînên li ser dîrok û dîroka zimanê Kurdî hê negihîştiyê wê astê ku em bikanin bi tevahî zelal bikin û bingehê hemû peyvên Kurdî derxînin. Gelek peyv hene, bi Erebî yan jî zimanekî din ve tên girêdan, lê dema lêkolînên bingehîn tên kirin, hê nû rastiya wan peyvan derdikeve holê. Mînak; peyva "qelem" me berê ev peyv wek peyveke bi Erebî dizanî, lê niha hatiye îsbatkirin ku peyveke sankirîstî ye û di ser Farsî re derbazê Erebî bûye.

Niha jî em werin ser mijara "Keleha şîr"

"Li gor lêkolînên dawiyê zelal bûye ku di dema destpêka lêkirina kelehê de yan jî wê salê baran nabare, hineke zuwatî çêdibe, av kêm dibe û têra xerca lêkirina kelehê nake. Qesirbendê wê demê bi tevê pispor û kesekî herêmê baş nas dike, li her derê li derfetên av bidestxistinê, digerin ku bikanin avê bînin û li gorî fermanê, lêkirina kelehê biqedînin, lê rêyeke avanînê nabînîn. Di dema gerê de  qesirbend dibîne ku dayîkek şîrê xwe didoşe ser nanê hişk, nan nerm dike û dike devê pitika (ev peyv jî peyveke Hûrî ye) xwe. Ev bala wî dikişîne û fikra di cihê avê de şîr bikaranînê dide wî. Li gorî vegotinên heyî, wê salê jî şîrê mange û pez gelekî zêde bûye. Mîna di cihê baranê de şîr ji guhanan bibare. Qesirbend vê mijara bikaranîna şîr digihîne fermandarê leşkerî. Fermandar fermanê dide, her kes bi elb û kûzan şîr tîne, xerca lêkirinê bi şîr tê tevdan. Bi wî awayî dîwarên mayî jî lê dikin. Lewma jê re "Keleha Şîr" jî dibêjin!"

Her çendî pirr dû re ji ber eşîr û mîrîtiyên hevkarên hêzên dagirker, yekitiya me parçe bûbe jî, Bav û kalên me gelek berhemên giranbiha li pey xwe hiştine. Heta di navenda Anadoliyê de jî gelek navên bingehên wan ji bav û kalên Kurdan hene. Mînak: Avareq (Develî), Mazata (Qeyserî,) Gijikan (Emmiler), Mişkan/Mişkiran (Alîbeylî) û hîn gelek navên din.

Yazarın diğer yazıları