Kêliyek ji hestên gerîla

Gelawêj Ewrîn

Hestên di agir de veşartî, perengekî bi cih mayî li bin pelên agirê gerîla. Ez ê behsa çend çavên bedew û xomraîn ji we re bikim, nizanim. Mirov çiqasî dişibe welatê xwe û wek wî bedew dibe wek van gerîlayên dilpak, sade û şerker. Bêhna baranê tê ji kincên van keç û xortên çeleng. Toza barûtê newêre ji tirsa baranê li ser pelikên çavên wan ên bedew birûnê, hema dişo û bi carekî çavên tije gotin li pêşiya mirov derdikeve û mirov dibe heyranê wan. Van rojan li kêleka gerîlayan li herêma Biradostan, dibim şahidê gelek bedewiyan. Mirov şaş û ecêbmayî dimîne behsa kîjan kêlî û wateyên dagirtî di jiyana gerîla de bike.
Bi rojane baran dibare û gerîla wek çawa çend roj in baran dibare, nasekine û diherike. Car nermebaraneke gerîla hêdî û aram e. Carnan wek teyrokê ye bi hêrs û hişk bi ser dijmin de diçe. Carnan jî dibe lehî û hemû qirêjiyan bi xwe re dibe, tiştekî li dû xwe nahêle. Gerîla carnan wek baranê disekine û dibe rojek li pişt ewran û rûyê xwezayê radimûsîne. Gerîla li vî welatî dibe her tişt û her tiştî di xwe de dihewîne. Bi ya min heyva gerîla Gulan e. Gerîla wek barana Gulanê hestên veşartî yê tevahiya gerdûnê ye ku wek xêr û bereket bi ser welat ve dibare. Dema baran dibare ez pir li rûyekî digerim ku nekene, nabînim. Rûyên esmer û lêvîn qelişî yên gerîla Gulan fêrî vebûna gulxunçeyan dike. Bilbil dengê narîn ê gerîla dibihîze û serê her sibehan wer xweşxan dibe. Van rojan li herêma Biradostan gerîlayan derbên gelekî mezin li dagirkeriyê dan. Min got ya ew jî wek Gulanê nesekinîn kêliyekî. Şîn bûn, bûne şilêrên herî bedew. Bûne baran bariyan, bûne av herikîn, bûne ewir xurinî bi erş û erdê xistin û bûne erdek bi berhem ji bo siberojeke azad û tije hêvî. Baran dibare û gerîla şer dike, baran dibare û gerîla dimeşe, dikene. Kes wek van gerîlayan ewçend bi xwezayê re di nava ahengekê de nîne û nikare jî bibe. Ciwanên nûgihayî wer xwe di nava vê rastiyê de helandine ku mirov rojê sedê caran dibêje, ew gotina Fena Fillah tam jî ji bo van hatiye gotin. Tam jî di wateya rastîn a vê gotina felsefîk de dijîn.
Li dor her agira ku gerîlayan pêxistiye, bêhna gore û cilên qemitî mirov serxweş dike. Ez ji vê bêhnê re her tim dibêjim bêhna jiyanê, her çend bêhneke şewitî jî be. Di wê bêhnê de hezkirina ji agir pir kûr û watedar e. Van rojan min ew bêhn pir kir û ew hest jiya. Van rojan li ber agirê gerîla vexwarina qedehek çayê, wer ku dilopên baranê hema xwe bi lez berdidin nav çaya te, hêjaye her kes vê kêliyê bijî û paşê behsa tama wê ya xweş bike. Van rojan min dît çawa gerîla ji bo rihetî û asûdeyiyê nedin dagirkeriyê bi rojan bi pêlav û gorê şil dimeşin û gelek caran jî ji bîr dikin wan lingan ji pêlavên xwe bînin derê. Min gerîlayek çavşîn dît ku serê xwe spartibû darek çinarê û wisa bi xew re çûbû, te dixwest hema ew birazê û tu jî lê temaşe bikî. Min dît gerîlayek di bin giraniya baran li ser pişta wê de, laçikek sorgewez li dor serê xwe girêdaye û bi lêvên ken bi lez di şîverêyek dirêj de dimeşe û dûr dikeve, heta dawî min lê nihêrî û qet min nexwest ew dîmen ti caran ji bîra min biçe. Bi qasî welatê xwe bedew e, bi qasî Gulanê watedar e ew.
Ev hest, ev bedewî, bawerî, hêvî û jiyana felsefîk dihêle ku gerîla ewçend bi bandor li dagirkeriyê bidin û hesreta wan di çavê wan de bihêlin. Li herêma Biradostan zêdetirî mehekê ye ku berxwedaniyek dîrokî tê nivîsandin. Gerîla li ser hev, bê rawestan di nava çalakiyan de ye. Bi taybet li girê Lêlikanê. Di çavê van keç û xortan de kîn û hêrsek mezin li beramber dagirkeriyê heye. Ji bo wê ewçend bedew in, wan jî xiyanet li zarokatiya xwe nekirine. Çawa bawer kirine wisa şer dikin û li ber xwe didin. Ji bo wê jî her kêliya jiyana wan ewqasî xweşik e ku mirov jê têr nabe. Kê dikare pêşiya van hest û baweriyan bigire gelo. Kîjan dagirker dikare bi çekên xwe ruhê ji nifşê pîrozbûna agir dagir bike. Ev kêliyên min li jor behsa wan ji we re kir hemû kêliyên azadiyê ne. Mirov di kêliya azadiyê de digihêje heqîqetê, ev qanûna gerdûnê ye. Biradost êdî ne ew herême ku dilê kê çawa û çi xwest, hema destê xwe bihejîne û berê xwe bide vê herêmê. Gerîlayên ji nifşên Agirî li vir şer dikin. Gerîlayên li Biradostan di çavê şîn ê Agirî de li pey şopa berbangek azad ve dimeşin. Ji bo wê ewçend bi coş û xurûş in. Ji bo wê wek baranê ne, nasekinin. Bimeşe gerîla bimeşe, ger tu bisekinî wê gerdûn jî bisekine…

Yazarın diğer yazıları