Kerê bavê Nezîr e Xwe nadê bi topa eşîra!

Stranek ji ya performansê ku di warê lihevanîn û dirêjkirinê de bêsînor e strana mîzahî “Kerî” ye. Bi nîvîsa hefteya bihurî ve têkildar strana “Kerî” formeke stranê ya mîzah-zêmarê li ser kerê ye ku ji aliyê guran ve hatiye kuştin. Berovajî strana “Mamê Gur” û “Rovî” di vir de gur ên qatilê kerê û kera belengaz tenê ji bo mitirb bûye hincet da bela xwe li kesên navdar ên hêrêmê, yan mirovên li dîwanê amade, bide. Ji bo vê yekê jî hêzeke afrîner a mîzaheke xurt derketiye holê.

Di dema me de jî her dengbêj an mitirb, li gorî xwe nav, erdnîgariyan lê zêde dike û dibêje. Strana “Kerî” ji aliyekî ve bêsînoriya gotin, devavêtin, mîzah a  mitirban nîşan dide, ji aliyê din ve jî sînorê tehemûla civakê ji mitirban re radixe ber çavan. Jixwe, ew bi gotinên “Malûm e, mitirb a li civata destûrdayî ne” mercên vê tehemulê bi xwe çêdikin. Di odeyên eşîran de li kemançê xistin û gotina, “Kerê bavê Nezîr e/ Kê digo kerê te pîr e/ Di zikê xwe de xenzîr e/ Xwe nadê bi topa eşîr a!” bêsînoriya hêza gotinê û cesareta mitirban nîşan dide her wiha, sînorê fireh ê tehamul û xweşbîniya ji bo wan jî diyar dike.

Tevî gelek gotinên cuda û versiyonên lê zêdekirî hene jî bi şiroveya Nezîrê Mehmed (Weke Nezîrê Kor jî navdar e) ê mitirb de diyar dibe ku stran ji aliyê malbata wan ve hatiye çêkirin û bûyer li herêma Dêrik a Mêrdînê pêk hatiye.

Beriya gotinên lihevhatî yên stranê, dîwana amade derbarê çaniya kerê û serboriya trajîk de bi gotinên henekî tê agahdarkirin: “Ev kerê ha ji me re bû teşqele. Mala me li Qastapalê bû. Min kerek ji Dêrikî kirî bi ribekê, min digot belkî ez pê re talan bûme. Kerê min meşa wî rehwal bû! Dido, sisiyê sibehê tû lê siwar bûba, hefteyekê, du hefteya encex dengê dîkê vî gundî ji guhê te derbiketa. Kerekî bi bar e, te heft telîsê vala lê bikira bi xwe nadihisiya. Ciherek ka êvarî diavêtin sukra wî, sibehê ciherê xwe jî dixwar. Em çûne dawetê me got, ker emanetê we; bila nekeve nav garanê, wê heywanê xelkê bikûje û li me bike xeramet û bikevin sukra me. Em çûn dawetê kerê me baş girê nedan û gura kurt; sersebebê kuştina wî jî Mele Evdilê Bakirwanê û Silo Dîlara ne.”

Piştî van gotinên îronîk bi kemaçeyê meqamê reqsê hin ji beşên strana “Kerî” wiha ne:

“Kerê mala Mehmed e / Mezin e di nava xwe de / Gidî kerê bernede / Ev şixûleke zehmet e / Wê mînê di sûkra me de / Bakne Mele Evdile /Melayê Bakirwanê / Cohtikê gura gihanê / Kirne çîka tofanê

Kerê min dil keçik e / Xwe berda nav golika / Gihanê gurên cohtik e / Gura da ber lotik e / Laş xwarin ma qorik e

Bakne Silo Dîlara / Bila were Dodika / Heqê kerê min bîne /Deh zêrê pênc gulik e / Heqê kerê neyînê Va ye mahkeme û Dêrik e

Kerê bavê Nezîr e / Kê digo kerête pîr e, / Di zikê xwe de xenzîr e / Xwe nadê bi topa eşîr a!

Ker diçêre li bênder ê / Gur hatinê ji mexer ê / Serî birine Çelaxa / Cem midûrê mintîqê / Dûrê birine Dêrîkê / Cem reyîsê mehferê

Navê wî kete defterê / Ker diçêre li Kaniya Reş / Hatinê gurê cewrî ye / Kerê min kirin çênî ye / Xela kete Dêrîkê / Heta herê Xerbiya

Mirina kerê mîna destpêka qiyamet û derketina xelayê bi nav dike û Piştî ‘mîzah-zêmar” a li ser ker tê gotin, pêvajoya kirîna kerekî nû wisa tê gotin:

Piştî kerê min kuştin / Ez rast çûme Sêgirka / Kerek ji wir kiriye / Min li beytaran pirsî ye / Min anî gundikê Tayib / Mala Evdoyê Hecî ye / Devê kêr qîç kiriye / Meyzand li rêza banî ye / Got emrê wî sê salî ye / Hê nû wextê barê wî ye / Di nefsa xwe de efendî ye

Şîret û hişyariya ji bo civakê da heywanên wan zirarê nedin bax, baxçe û zadê çandî bi çarikeke wisa tê ravekirin:

Sibe bû tavê lê da / Min go kerê girê de / Kerê kevê dexlê de Me ji rihdirêjan fihêt e”

Yazarın diğer yazıları