Kes nikare helbestên Ferzad Kemanger bi dar ve bike!

Bila dilê min di sînga her zarokek vî welatî de lêde!’ Gotina dawî ya mamosteyê şoreşger Ferzad Kemanger bû ku beriya biçe ber darê sêdareyê, gotibû. Paşê dilê Ferzad di dilê bi hezaran zarokên Kurd de lêda, wek bixwe gotî û bawer kirî… zarokan ji bo wî stran gotin li dibistanên wî, jinan ji bo evîna wî her rojên 8’ê Adarê helbesta wî ya dawî got. Îro 9 ê Gulanê, salvegera bidarvekirina wan 5 şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê Şîrîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan e.

Li Îranê çi di dema şahên pehlewî de çi jî di dema rejîma niha de gelek şoreşgerên Îranî ji neteweyên cur bi cur hatin bidarvekirin, li meydanan hatin gulebarankirin û qetilkirin. Bi salan ev rêbaz hat bikaranîn, lê xafil ji wê ku wek Ferzad gotiye, ev çîrok wek sehneyên filmeke dirêj a şoreşgeran, neçar e li pey hev rêz bibe û wisa temam bibe, naxwe wê filma jiyanê nîvî bimîne. Ev diyalektîka ku bi hev ve girêdayî ye, ji hev nabe û bê navber diherike. Çîroka gelek şoreşgerên çûne ber sêdareyê, dişibe hev bêguman. Ji Qazî Mihemed û hevrêyên wî heta bi şoreşgerê mezin Xosru Gulêsorxî, Şîrîn Elemhûlî û Ferzadê mamoste. Di dadgehên van rejîman de şoreşgeran dersên mezin dane zaliman, heger em temaşeyî naveroka peyamên wan ên dawî bikin, di asta manîfestoyan de ne.

Ya herî esasî ew e ku serê xwe li beramber zilmê danaynîne, ji rika mirinê jiyanek bi rûmet bijartine. Eşqa ji jiyanê hiştiye ku ewçend bi bawerî li ber xwe bidin. Dema em di salvegera bidarvekirina şoreşgerên 9’ê Gulanê de wan bi bîr tînin, em dibînin ku agirê bi hezarê salan di quntarên van çiyan de pêxistî maye, hê jî di sînga pîroz a zarokên zerdeştiyan de pêketiye û venamire! Girtîgeh meydana cenga herî mezin e îro li Kurdistanê. Neyaran ji bo zilma xwe li ser piyan bihêlin, ji bo li ser vê xakê, zindaneke ji wê mezintir çêkin, ji bo siya dîkatoriya xwe ferz bikin, dîwarên zîndanan bilind kirine û ew vê hîna jî dikin. Lê êdî li cem Kurdan, girtîgeh xwedî wateyeke din e. Dema mirovek ji bo xatirê azadiyê girtî dimîne, rehîn tê girtin, wê demê wateya dîwaran namîne û nemaye. Ev salveger îsal rastî Berxwedana Mezin a Grevên Birçîbûnê hat. Ji bo wê jî her ku berxwedan xurt dibe, her ku awat û xeyalên wan şoreşgeran pêk tên, wateya berxwedana wan li beramber rejîma sêdareyê jî mezintir dibe. Belê! Îro dilê Ferzad Kemanger di dilê 7 hezar girtî, 15 girtiyên di Rojiya Mirinê de û çalakgerên li derve de lêdide. Îro dayikên Kurd û jinên şoreşger li ser şopa Şîrîn Elemholî qeyd û bendên tecrîdê dişikînin çawa ku bê dudilî û pêxwas, pak û sade ber bi darê sêdareyê ve çû. Îro gelek bavên çalakger hene ku hestên Ferhad Wekîlî parve dikin û nameyên hêviyan ji zarokên xwe re dişînin û îro welatek bi ruhê fedayî yê Elî Heyderiyan li ber xwe dide.

Dîwarê ti girtîgehekê nikare vê hest û baweriya mezin ji hev dûr bixe, parçe bike û bêdeng bike. Çawa mamoste Ferzad got; ‘Ti dîwar nikare min û zarokên welatên min ji hev veqetîne!’ neçû serî ya zaliman dixwestin bikin, berovajî wê, welatek bû Şîrîn û Ferhad. Ev ne çîrok û ne destanên bihûrî ne, doh hebûn, îro û sibe jî wê hebin, nasekine henaseya azadiyê di yek bi yekê hucreyên zilmê de heta evîndarên jiyanê ji bo jiyanê canê xwe feda bikin. Ji dil hat û Şêrko Bêkes hewar kir û got; ‘De bila Sine, de bila Mehabad, de bila Amedê bi darve bikin, ma dibe bajarek were darvekirin!’

Li vî welatî bajar namirin, zarok namirin û jin namirin! Leylayek di Leylayeke din de Şîrînek di Şîrîneke din de diwelidin, ji xweliya xwe, xwe diafirînin û navê jiyanê li xwe dikin. Qurmê dara sêdareyê ji mêj ve riziye û benê di destê zaliman de li wan vegeriyaye. Li vî welatî evîn nayê bidarvekirin heta Şîrîn pêxwas biçe ber sêdareyê û heta kêliya dawî sirûda azadiyê bi dengekî bilind hawar bike. Sêdare, zindan û kuştin wê helbestên Ferzad bi dar ve nekin, kes nikare wan helbestan bibe ber sêdareyê, şagirdên wî helbestên qedexe dibêjin êdî…

Yazarın diğer yazıları