Kesên ku 79 jinên Êzîdî dişînin gunehkar in

Li pişt mase û deriyê modernîteyê, Ewrûpayê hezar û yek plan ji bo têkbirina civaka Rojhilata Navîn çêkirin û çêdike. Ji bo ku dewlemendiya vê axê bikin qurbanê siyasetên xwe yên şerxwaz û varêlek petrol çi bi serê vî gelî neanîn. Mirovên Rojhilata Navîn îro penaber dibin û berê xwe didin welatên ku ji bo talanê berê xwe dane vir. Di kevneşopiya talanê de hertişt helal e. Hertişt ji bo te xenîmeta şer e, tu wê bigirî û jixwe re bibî, mafê te ye! Niha van dizan kirasê humanîstiyê li xwe kiriye û li her derî dinivîsin, Welcome! Û mirovahiyê di mêhvanperweriya xwe ya sexte de tine dikin. Li Başûrê Kurdistanê jî gelek ciwan çûn û hê jî diçin. Lê sosreta mezin ew e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek saziyên qaşo alîkariyê dikin, xistine dewrê, mirovan dikişînin Ewrûpa. Hema dibêjin, hûn biçin, li wir em ê pirsgirêkên we çareser bikin. Çawa avê derbas dikin, wan saziyan ji mêj ve pere xistiye berîka xwe û di cihekî din ê dunyayê re derketine. Em eşkere biaxivin, saziyên qaşo xêrxwaz bila vê xêrê li mirovên Rojhilata Navîn nekin û wan ji axa wan dûr nexin. Karesat, ne nebûna şert û mercên jiyanê û pere ye, karesata herî mezin ew e ku te axa xwe bicih hiştiye, koka te li vir bicih maye û tu çûyî. 

Ev saziyên xêrxwaz jinan jî dibin! Yan jî herî zêde dixwazin jinên Kurd ji ax û koka wan dûr bixin. Dema salên 88´ê heta 92´ê li Başûrê Kurdistanê Enfal çêbû, gelek jin hatin firotin û birin derveyî welat. Wek mînak jinên Kurd li Misrê hene û dixwazin vegerin. Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê û ew saziyên xêrxwaz dibêjin;  “neyên, kevneşopiyên civaka me nikarin hebûna we hilgire!” Gelek malbat hene, hê jî newêrin behsa keçên xwe bikin, newêrin li pey şopa wan biçin. Sal bihurine û ew jin êdî nikarin vegerin, ji ber ku civak bi çavekî cuda li wan dinihêre. Jinek ku Enfaldi ser re derbas bûbû, digot, min bixwe bi çavê xwe dît bi dehan jin birin, lê em newêrin behs bikin. Ev eyb û şerma kê ye gelo?

Jinên Êzîdî jî gelek birin û firotin. Em ê bibêjin, ew DAIŞ û yên wek wan bûn. Lê jinên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, dîsa sazî û rêxistinên xêrxwaz! Ketine dewrê û dê wan bibin Elmanya. Qenciya herî baş a Elmanya ji bo Kurdan ew e ku faşîmza dagirkeran li ser serê Kurdan mezin kir. Qenciya herî baş ew e ku çekên herî baş difiroşin celadên Kurdan. Wê demê, çima ewqas ketiye nava liv û tevgerê ku van jinên Êzîdî bibin welatê xwe. Îro 79 jinên Êzîdî siwarî balafirê kirin û birin. Wek Naziyan çawa Cihû di trênan de bi ser hev de avêtin û birin, modernîteya heyî êdî wer nake, gelek bi nazenînî jinan li balafiran siwar dike û dibe. 79 nasname, jiyan, hezkirin, bawerî, kurdayetî û  ya herî girîng jinbûn ji dilê vî welatî jêkirin û bixwe re birin. Berê wan jinan didin celadê wan. Çûyîna 79 jinan ji Başûr şerma mezin e, yên vê dikin gunehkar in. Wê li hember wijdanê mirovahiyê, li hember çanda pîroz a xwedavendên Mezopotamya hesab bidin. Wê di dadgeha çanda jin-dayîk de werin dadgehkirin, ew kesên berê jinên Êzîdî didin ruhê cemidî yê Ewrûpa. Hê jî birînên Enfalê nehatine pêçan û hê jî keçên Helebce wenda ne, dîsa heman hişmendî zend û bendên xwe badane û ruhê welat difiroşe, talan û wêran dike. Ew jin ji bo Êzdayetî nemîne, ji bo kurdayetiya resen li ser vê axê nemîne, ber bi Elmanyayê ve têne şandin. Ji bo li hember felsefeya Kurdê azad bisekinin, berxwdanê bişkînin û kevneşopiya Edûlêyan tine bikin, jinan ji welat dûr dixin. 

Yazarın diğer yazıları