Keşîşxane tê restorekirin

Komîsyona Bawerî û Nirxan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê Keşîşxaneya Surp Stepanos a li navçeya Bêgirê ku beşeke mezin jê hilweşiyaye, li gorî eslê wê restore bike.

Tê gotin ku keşîşxane di sedsala 13’an de hatiye avakirin û heta sala 1915’an jî lê xelkê dua û ayînên xwe dikirin. Bi taybetî piştî salên 1970’yî beşeke mezin jê hilweşiya. Tevî hemû rûxandinan, keşîşxane bi sedsalane li ser piyan e. Di 50 salên dawî de jî keşîşxane bûye hedefa kesên li xezîneyê digerin.

Endamên Komîsyona Bawerî û Nirxan a Şaredariyê li keşîşxaneyê lêkolîn kir û ji bo rûxandina wê raporek amade kirin. Seroka Komîsyonê Melîce Gormez diyar kir ku li keşîşxaneyê rûxandineke mezin pêk hatiye û divê ev keşîşxane demildest bê restorekirin.

Gormez anî ziman ku ew ê li hemû şûnwarên dîrokî yên li Wanê lêkolînan bikin û got, “Em ê van şûnwarên dîrokî restore bikin. Ji bo ku ji nû ve ji îbadetê û ziyaretê re vebin.” Gormez da zanîn ku Komîsyona Bawerî û Nirxan cara yekê li Tirkiyeyê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatiye avakirin. Gormez destnîşan kir ku wan wek komîsyonê li gelek şûnwarên dîrokî ziyaret kirin, û rapora derbarê wan de amade dikin: “Pêwîst e ku em çanda bi hev re jiyanê dîsa ava bikin.”

MA/WAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found