Kilamek çawa dikare were qetilkirin!

Sê hefteyên bihurî, min hewl da bûyera “Şerê Siloqiyan” a têkildarî vegera Emînê Ehmed (Emînê Perîxanê) ji sirguna Sûriyeyê ya di sala 1928’an de ji aliyê dîrokî, civakî û hûnerî ve ragihînim, analîz bikim.

Hefteya bihurî jî ji stranên dengbêj û hunermendên hêja min hewl da zêmarên Henîfê ya dayika yek ji kesên di şer de hate kuştin ê bi navê Sebriyê Silê, ji aliyê hêza gotinê, naverok û bandorên hestî ve raxim ber çavan.

Vê hefteyê jî heman mijarê em ê dewam bikin, lê aliyê guhertin, pûçkirin û têkbirina strana “Sebriyo Lawo” an “Sebriyê Silê” a bi şêwazekî sosret an trajî-komîk.

Rewşeke asayî ye ku stran belav bibe, gelêrî bibe, were guhertin yan tenê beşeke wê werê şîrovekirin. Şêwaz û şîrovekirina herêmên ji hev cuda jî tê fahmkirin. Her wiha ev yek gelek caran kilamê rengîntir dike. Lê belê carinan kilam ji cewher têne xistin. Bi mînaka zêmara ‘Sebriyo lo lawo’ em vê rave bikin.

Mîna gelek kilamên din, mixabin hin dengbêj, stranbêj beyî li bûyerê serwext bibin, di gotin û navlêkirinên ku hîmê stranê ne bigihîjin, tenê mîna ‘awazeke dilşewat’ meqamê vedibêjin, ev jî ne bes e, bi peyvên çêkirî û navlêkirinên li gora serê xwe, berhemeke zêrîn qetil dikin. Gelek ji stranbêjan di albûm û kasêtên xwe de ev kilam, stran an destanên ku qetil kirine jî bi kar anîne.

Di hemû guhdarîkirinên kilamên li ser Sebriyê Silê de ez tê gihîştim ku ya herî nêzî zêmara Henîfê, yanî gotinên orîjînal a Dengbêj Tayibo ye. Tayibo ji Misircê ye, Gundê Siloqînê jî girêdayî Misircê ye. Diyar dibe ku kilama Tayibo jî mîna hûnermendên hêrêma Mêrdînê ji devê şahidên yekemîn a şer û pêvajoya piştî Şerê Siloqiyan  hatine girtin û cewherê wê bi pirranî parastiye. Navê lehengên kilamê yên mîna Sebriyê Silê, Hesen Dêran, Evdile Bavê Ferman, Sedîqê Hecî Îso, Evdilkerimê Mala Reşoyê Sado navên orîjînal in. Dîsa navlêkirinên erdnîgarî mîna Qamişlo, Nisêbîn, Kertwên, Baqisyan, Tilzîwan, Qesra Zerbayê û hwd. rast in. Gotinên mîna “binya xeta Frensewî”, “Efûya Mistafa Kemal”, “Hikûmeta Tirk û Frensayê li hev xistine” jî daneyên berbiçav ê serdema bûyerê (1928) ne ku Sûriye mandaya Fransayê bû.

Dîsa hevoksaziya kilama hunermend Tayibo, Bahremo, Mehmedê Tepe, Diljar, Mihyedîn Tatli, Selîm Recebî mîna hevok, rêzik ên li Kertwên û Baqisyan a cihê bûyerê di nava gel de hêna têne gotin in. Tevahiya van dengbêj û hunermendan stîl an şêwazê zêmar a ji devê dayika dilşewat Henîfê derdikeve û bi pirranî bi hildana navê “Henîfê” an “Henê” gihandine roja me. Hozanê Êzîdî Diljar bi van gotinan navê çar lehengan radike:

Sebriyê Silêman xort e

Xeta simbêla girtî serê lêvawo

Sedîqo zavawo, zavayê sê şev û rojawo

Hesen Dêran gula li şêwrawo

Evdile bavê Ferman egîdê ji malê mêrawo

Dengbêj Tayibo bi van gotinan agahiyên dîrokî, nav û nîşanên rast hildide:

Min digot efûya Mistafa Kemal e

Wê Sedîqê Hecî Îso, Evdilkerim torinê mala Sado

Wekî car û zamanan destê hev bigirin

berê xwe bidin welatê Siloqiya

Berê xwe bidin Qesra Zerbayê

Xweş tê dengê qîjînê çapiliya

ji navbeyna Kertwên û Baqisyanê;

ji newala pişta Tilzîwanê

Ji Zahiro ‘Sebrî Lawo’ yê nîvco!

Ev kilama her ku ber bi herêma Serhedê ve çûye ji cewher ketiye. Dengbêj Zahiro ev stran beyî serwextbûna li bûyerê û rastiya wê, li gora xwe şîrove kiriye. Bi dayina mînakên li jêr em ê bibînin ku “Sebriyo Lawo” ya Denbêj Zahiro ji Zêmara Henîfê gelekî dûr e. Sebrî bi tenê ye lê Zahiro jê re “cote bira” çêkirine. Zêmar di peyvên Qamişlo, Nisêbîn, Kertwên, Baqisyan û gundê Siloqiya de hatiye hûnandin lê Zahiro gihiştiye Qers û Qaxizmanê:

… Kuştina te seh kirine ji gire Babusê bi paş de vegeriyan

Lawo koma neyar û dijminan dor li te girtin li girê Sencerê

Kesek nîne demancê ji binê balgiyê te derîne

Kesek nîne mîrata elamanî berjêr bike ji te re bîne

Cotê bira rabin agir bi mala we bikeve

Şeve nîvê şevê

çima hûn mane di xewê de

Cotek guleyê leganê bi dest berdanê

Lawo minê ji te re gazî doktoran kiriye ji Qersê ji Qaxizmanê

Mînaka sosret a Dengbêj Eto!

Degbêje Eto jî heman stranê dibêje û me li ya Dengbêj Zahiro poşman dike. Şêwazê gotinê, naverok jî di nav de ti elaqeya xwe bi serpêhatiya Siloqiya û zêmara Henîfê re nîne û ji devê mêrekî kilamê dibêje. Her wiha navê Sebrî jî di strana kurt de du caran mîna “Sebîl” telafuz dike. Di ber bilûrê re û bi şêwaza gewriya Serhedî dibêje û heger mîrov li pîvanê bixe ji sedî 2 ji nêzî rastiyê nebûye. Gotinên kilama Dengbêj Eto mîna îbreteke têkbirin, ji cewherxistin û ji rastiyê dûrbûna stran, kilam û destanên Kurdî ye. Fermo:

Sebîl lawo havîn e, xweş havîn e

Ezê çûme pêşiya vê hermetê

Min got, xwîngê ev çi qerebalix e, danîne

Got, birawo bila dilê te ji xwîşk û xwînga te nemîne

Eva vê sibê qerabalixa Ehmed û Emîn e

Gulekê li Sebriyê Xelîl, Siwarê Bozê daye

Li kêleka çepê naxwuyê, li kêleka rastê vekiriye coht birîne

Heylo lawo lawo lawo

Ji Emînê Ehmed, Bavê Şikrî, Siwarê Xelê re rageryawo

Bi xwedê bêje vê sibekê Sebriyê Xelîl, Siwarê Bozê …

Zavayê du rojan berxê sê rojawo

Ji Emîn Ehmed, Bavê Şikrî Siwarê Bozê re geryawo

Yazarın diğer yazıları